Di êrîşa Kelarê de Ferhad Şiblî şehîd ket

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de ya li Kelarê li hemberî wesayîtekê pêk aniye, Ferhad Şiblî şehîd bûye.”

Dronên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker duh di destê sibehê de li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê li wesayîtekê dabû. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrîşê de Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî jî şehîd bûye.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev tişt hate diyarkirin

"Duh li parêzgeha Silêmaniyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li wesayîta Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî da û di êrîşê de Ferha Şiblî şehîd bû. Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vê karê terorî helwesta xwe nîşan bidin. Dewleta Tirk a dagirker bi şehîdxistina Ferhad Şiblî xwest derbê li Rêveberiya Xweser bixe û gel qir bike. Li ser vê em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bike ji ber ku serweriya dewletan binpê dike û îstiqrara herêmî têk dibe, ku li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî yê di Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.”