PKK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê peyameke pîrozbahiyê ji gerîla re şand û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê bi çalakiyên xwe yên serketî dijmin poşman kirine ku hatine Kurdistanê. Ji ber vê xeta çalakiyên serketî, em hêzên xwe pîroz dikin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê peyameke pîrozkirinê ji şervan û fermandarên HPG û YJA Starê re şand. Di peyam PKK'ê de hate gotin, "Weke gel û tevger, di pêvajoyeke krîtîk de ne ku wê diyar bike; di paşeroja Kurdistanê de wê sîstema azadiyê yan jî zilma mêtingeriya qirker serwer be. Li Kurdistanê gerîla 38 sal in weke îradeyeke ku şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd diyar dike, têkoşîneke destanî dimeşîne. Di serî de afirandina nasnameya Kurd a li ser bingehê Neteweya Demokratîk, di hemû gav û pêşketinên li ser xeta azadiya jinê de mohra hêzên me yên HPG û YJA Starê heye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di vê pêvajoya diyarker de bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê bi biryardariya Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad şer dikin. Ji bo serxistina Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, gerîlayên me bi pêngavên Cenga Xabûrê, Bazên Zagrosê û Şehît Savaş Maraş ne tenê parastinê dikin, di heman demê de gihîştine wê astê ku bi rengekî çalak hesab dipirsin û ceza dikin. Li Xap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê, şervan û fermandarên HPG û YJA Starê, li dijî komplogerên navneteweyî, dijminên Kurdan û xayinên ku doza hebûnê ya gelê Kurd li bazarê pêşkêş dikin, hêrsa dîrokî şênber dikin, dilsozî, hezkirin û hesreta xwe ya ji bo Rêber Apo bi şerekî destanî nîşan didin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên dewleta Tirk a mêtinger bi biryara desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê êrişên qirkirin û tunekirinê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê gihandine asteke nû."

HEVALÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛNE, JI BO ME ÇAVKANIYA RÛMETÊ NE

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di vê qonaxa şer de tê xwestin ku Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin û piştre jî Rojavayê Kurdistanê ji holê bê rakirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku hay jê heye, heta ku hêzên HPG û YJA Starê hebin wê nikaribin bigihêjin vê armanca xwe, lewma li vê herêmê giranî daye ser êrişan. Di serî de gelê Kurd, gelên herêmê û raya giştî ya demokratîk divê fêhm bikin ku armanca dawî ya van êrişên dûrî pîvanên mirovahiyê ew e ku astengiyên li pêşiya netewetitiya Tirk bêne rakirin û hiqûqa mêtingeriyê li ser herêmê bê ferzkirin. Ji 17'ê Nîsanê û vir ve li hemberî van êrişan li ser bingeha fedaîtiya Apoyî berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan, gerîlayên kurdistanê pêşî li hêzên dijmin girtin û derbên kuştinê lê xistin. Destpêkê em hevalên xwe yên şehîd bi minetdarî bi bîr tînin ku di nava vê berxwedana bi heybet de xeta partiyê û Rêbertî bi cih anîn. Şehîdên me ji bo me çavkaniya rûmetê ne. Armancên wan wê teqez bêne biserxistin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bêguman wê çeteyên qirker ên dewleta Tirk di meha Hezîranê de ku meha Zîlan e, bi rêbaza Zîlan bi derbên ujer ji Kurdistanê biavêjin. Eşkere bû ji bo vê yekê xwedî hêzê ne. Di vî şerî de jêhatîbûn, îrade û biryardariya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e ku li gorî felsefeya 'teknîka herî mezin mirov e' ava bûye.

FERMANDAR Û ŞERVANÊN ME BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞIN

Hêzên me yên YJA Star û HPG'ê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî bi her awayî bi ser xistine, dewleta netewe ya Tirk, faşîzma AKP-MHP'ê xistimane. Yên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê asê mane tenê leşker û çeteyên li qadê nînin. Rêveberiya Tirk jî gihîştiye asta îflasê ku şerê qirkirinê nikare li gorî dilê xwe bimeşîne. Têkçûna dewleta Tirk a mêtinger qirker li hemberî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi gelê me, jinan û dostên me re îdîaya azadiyê û hebûnê xurt dike, mezin dike. Pêngava me ya misogerkirina azadiyê ku berxwedana gerîla pêşengiyê jê re dike, li çar parçeyên Kurdistanê her kesên ku di mirovbûnê de israr dikin ber bi berxwedanê ve dikişîne, avabûna neteweya demokratîk weke çareseriyekê li herêmê pêşkêş dike.

Bûyerên ku di nava 50 rojên dawî yên şerê me yê azadiyê de qewimîne, asta xeta me ya şer nîşan dide ku ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve derketiye holê. Her roj bi dehan dagirker û çete ji ber sûcên ku li hemberî gelê Kurd kirine têne cezakirin. Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku bi her cûre teknîkê û çekên kîmyewî dimeşîne, fermandar û şervanên me bi hostatiya taktîkê, ruhê hevrêtiyê û îradeya Apoyî bêbandor dikin. Rojane derbên herî girîng lê didin, li ser xeta serketinê dimeşin.

Bi navê rêveberiya PKK'ê em hêzên xwe yên HPG û YJA Starê, ji ber xeta wan a çalakiyê ya serketinê ku dijmin poşman dike hatiye Kurdistanê, pîroz dikin. Em bi taybetî ferman û şervanên xwe yên herî dawî li Girê Cûdî bi çalakiyên koordîneyî li hêzên artêşa faşîst xistin û kirin ku windahiyên giran bidin, pîroz dikin. Hevrêyên me bi berxwedana lehengî ya li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê careke din nîşan dan ku gerîlatî li her cihî, her demê ji bo gelên bindest, jinan û beşên civakî rêbaza serketinê ye. Ev pêşketin ne tenê ji bo welatê me, ji bo tevahia mirovahiyê gaveke mezin e. Hêzên HPG û YJA Starê di nava çalakiyeke mirovahiyê de ne ku rêveçûna dîrokê diguherîne. B3eguman fermandar û şervanên me wê asta ku di taktîk û Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi dest xistine kûrtir bikin, şerê azadî û hebûnê bi serketinê tacîdar bikin.

Fermandar û şervanên me yên HPG û YJA Starê wê her roja sala 2022'an bi çalakiyên serketinê yên nû ava bikin, planên qirkirinê yên sala 2023'an ên dewleta Tirk bi erdê re bikin yek. Li ser vê bingehê, li gel hezkirin û hurmetên xwe serketinê ji hevrêyên xwe hemûyan re dixwazin û bang li ciwanan, jinan û dostan dikin ku li ser xeta gerîla bijîn, bixebitin û şer bikin."