Xalîde Engîzek: Dewleta Tirk bi derbên gerîla gêj bûye, nikare xwe bilivîne

Endama Komîteya Navendî ya PKK Xalîde Engîzek, diyar kir ku dewleta Tirk li Zapê niha asê bûye û got, "Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî bi paş ve. Ji ber derbên gerîla gêj bûye."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek tevlî bernameyeke taybet a Radyo Dengê Welat bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Pêngava 1'ê Hezîranê, şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê nirxand.

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ev şerê ku tê meşandin ji Îmraliyê belavî tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye. Berxwedana ku li Îmraliyê tê kirin li Zap, Avaşîn û Metînayê jî veguheriye ruhekî. Di vê çarçoveyê de şerekî çawa tê meşandin. Şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê di kîjan astê de ye?

Niha em di heyva Hezîranê de ne. Heyva Hezîranê meha fedaîtiyê ye. Têkoşîna Azadiya Kurdistan di pêşengtiya PKK'ê de destpê kir, li ser esasê ruhê fedaîtiyê wekî ku Tevger me xwe çêkir, ava kir. Di vê heyva fedaîtiyê de tevahî hevrêyên di vê heyvê de wekî ku canbaxşane çalakiyên xwe yên fedaiyane li dar xistin, têkoşiyane, li ber xwe dan û di dawiyê de bi canê xwe feda kirin û xwe bi çalakî gavên serketinê avêtin. Ji hevrê Mazlûm Dogan heta   Çaran, Hakî Karer, Sema Yuce, ji Zîlanan, ji Bêrîtanan heta ku şehîdên me yên dawiyê; Pêngava Bazên Zagrosê, Pêngava Cenga Xabûrê, Pêngava Şehîd Savaş Maraş de jiyana xwe ji dest dan, hevalên me Şevîn, Viyan, Arîn, Mîzgîn, Şaristan, Sarîna, Simko, Çiya, Şervan, Siyabend, Tolhildan, Cûmalî, Hêzil, Seren, Şerzan, Devran, Ronî, Binevş, Bêrîtan, Rojbîn, Çiya Amed û tevahî şehîdên me yên Pêngavan em bi minet bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. 

Îro berxwedanî dimeşe, navend Îmrali ye. Berxwedana ku li Îmralî dimeşe, berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê dimeşe di çeperan, tunelan de dimeşe, hevalên ku di erazî de li ber xwe dide, gelê me yê çar parçeyê Kurdistan, gelê me yê li derveyî welat li ser piyane, dîsa berxwedana tevahî dostên me berxwedana wan em silav dikin. Ev berxwedan wê teqez li ser esasê hişmendiya modernîteya demokratîk di sedsala 21'emîn de li ser hîmê azadiya jin, ekolojî û demokrasiyê wê ev berxwedan teqez wê bi pergal bibe, wê bigîhîne serketinê. Em vê berxwedanê ji Serokê xwe re pîroz dikin. Sekna ku îro li Îmralî tê nîşandan, berxwedana ku îro li Îmrali tê nîşandan bêguman bûye çavkaniya hêzê ji bo me. Ruh, heyecan, moral dide me. Ne tenê di manewiyatê de di hêla hişmendî de jî, di fikir de Serokatiya me sedema hebûn, jiyan, şerê me ye. Serokatiya me sedema gav avêtina me ye. Di vê manê de berxwedana ku li Îmrali tê meşandin elbet berxwedaniyek dîrokî ye, berxwedaniyeke ku pir girînge, hêvî dide ava kirin û li ser vê hêviyê em jî têkoşîna xwe bilind dikin. Di vî warî de em minnetdarê Serokatiya xwe ne. Carek din em silav û hez kirinên xwe ji bo Serokê xwe dişînin. 

Dîsa bi taybetî di vê heyvê de eger em hinek li ser ruhê fedaîtiyê bisekinin. Rastiya şerê ku em îro dimeşînin wê derbikeve holê. PKK weke Partî, fikir di destpêk de bi hîmê fedaîtiyê hatiye avakirin. Çunkî cûdabûna PKK'ê li vir diyar dibe. Em hinek hevalên ku bi awayek fedaiyane şer kirine, bi awayek fedaiyane çûne ser dijmin û canê xwe bexşandine, feda kirine şehîd bûne, hinek heval jî wekî hilbijartine çalakiyên fedaîtiyê kirine bi vê mohra xwe li dîrokê xistine û ev rastiya tekoşîna me ye. Lê esas ruhê PKK, fikir, îdeolojiya PKK li ser hîmê fedaîtiyê hatiye ava kirin. Ji ber ku PKK xeta fedaîtiyê hilbijart, ji bo vê cûdabûna PKK derket holê. Fedaîtiya heyî PKK bi zanebûnê bi rêgez, pîvan, wate kir û cûdabûna wî danî holê. Tişta ku di destê wî/ê de heye cane, bedene ew jî bexşandin û esas bi fedaîtiyê mirin ji holê rakir. Bi şerê fedaîtiyê, biryara şerkirinê û tekoşînê da, bi wê ruhê fedaîtiyê bi ser mirinê de çû. Mirin ji holê rakir. Mirin vegerand, kir jiyan, berxwedan zîvirand kir jiyan. Jiyan li ser hîmê azadiyê bi pîvan kir. Bi azadî, rêgez, wate jiyan dikare were jiyîn. Li derveyî vê ji xwe jiyan mirine. Di vê maneyê de PKK'bûyîn ji xwe fedaîtî ye, ji xwe dayîne. PKK'bûyîn ji hemû tiştên maddî qûtbûn û bi temamî bûna manewiyat e. Bi manewiyatê jî jiyanek nû pênase kir, bi ser mirinê de çû, mirinê ji holê rakir. Di vê manê de fedaîtiya ku PKK dijî, li ser hîmê jiyanê daye rûniştandin. Heke em jiyanekê bijîn em ê bi wate bijîn. Li derveyî jiyana bi wate, jiyana azad tiştekî din nayê qebûl kirin. Ruhê PKK'ê ev ruhe û ev ruh jî îro li Îmraliyê jî li ber xwe dide, li Avaşînê jî li ber xwe dide, di tevahiya zindanên dewleta faşîst a dagirker a Tirkiyeyê de li ber xwe dide û li her derê jî li ber xwe dide. 

Li Îmraliyê sîstemek tecrîdê ya girankirî li ser Serokatiya me tê meşandin. Ev sîstem, ji xwe mînakê wê li devereke din nîne. Di ti qanûnên cîhanê û dewleta Tirk bi xwe de jî nîne. Ji bo Serok qanûn çêkirine. Ji xwe Serdozgerê dewleta Tirkiye ev eşkere got; “Min qanûnên taybet yê wisa çêkirine ku APO bi tu şêwazî ji rewşên baş ên qanûnê ya hûqûqa navneteweyî û ya dewleta Tirkiyeyê wê feyde nebîne.” Ji dem ku Serok hate girtin, heya niha plan li ser îmhakirinê çêkirine. Îmhaya ku li Îmraliyê pêk were, îmhaya gelê Kurd û Kurdistanê ye, îmhaya fikra Serokatiyê ye. Îmhaya fikr, nêrîn, Kurdê azad e. Ji bo vê jî tecrîda ku îro li Îmraliyê tê meşandin li hemû zindanên Tirkiyeyê jî tê meşandin. Tecrîd li Îmraliyê û li ser hemû girtiyên azadiyê tê meşandin, sîstema êşkenceyê, teslîm girtin, şikandinê ye. Ev sîstem ji Îmrali û hemû zindanan belavî Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye. Weke şerê dij şoreşê belav dibe. 

Di bin vê sîstema tecrîd a êşkenceyê de li zindanan bi dehan cenaze derketin. Bi şêwazekî nediyar û bi guman girtiyên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Hem êşkence dikin, hem tecrîdê dikin, hem hemû maf û hûqûqa wan binpê dikin û hem jî dema ku şehîd dikevin nahêlin civak li wan xwedî derkevin. Bi sîstemek wisa ya rehîne ku di nav civaka Kurdistan û Tirkiyeyê de dengê xwe bilind dike li hember wan qanûn maf dide ku bêdeng bikin. Sîstemek wisa ya êşkenceyê ku li ser zindanan tê meşandin dixwazin bi vî awayî îradeya girtiyan, civakê teslîm bigirin. Dixwazin civakê pûç bikin. Ev di qada siyasetê de tê meşandin. Di siyasetê de hemû nûnerên siyasî yê civakan, gelan bi tehdîda girtinê, bi êşkenceyê bi tecrîdê ji civakê qut dikin, bêdeng dikin. Nahêlin dengê wan derkevin. 

Şerê ku niha li Zapê tê meşandin, şerekî ku mîna şerê li Îmraliyê, li zindanan, li hember civakê tê meşandin. Şerê bêedalet e, wekheviya hêzê tê de nîne. Çawa ku li Zap, Avaşîn qanûnên şer tên binpê kirin li Îmraliyê jî qanûnên xwe binpê dikin. Li gor rewşên normal ên ku di emrê Serok de dikarin ji qanûna navneteweyî sûdê werbigirin, dikarin di hepsa malê de jiyana xwe bidomînin. Ji bo Serok ji vî jî feyde negire dewleta Tirkiye taybet qanûn çêkirin. 

Pergala Îmraliyê tenê bi destê Tirkiye nehatiye çêkirin. Ev pergala Gûantanamo ye. Pergala ku bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst hatiye çêkirin û dewleta Tirkiyeyê jî nobedartiya vê pergalê dike. Çawa ku li Îmraliyê dewleta Tirkiye nobedarê vê pergalê ye, li Zapê jî di şerê ku tê meşandin de dewleta Tirkiye bi navê NATO şer dike. Balafir, çek, topên NATO, di ser de qirêjiya mirovî yê NATO û li Zapê eskertiya NATO dike. Dixwaze di şehsê gerîla û Îmraliyê de hêviya gelên Kurd, gelên ku li Kurdistanê dijîn, gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn bişkînin. Heke bikaribe îradeya ku li Îmraliyê, li zindanan û Zapê derketiye bitepisîne wê demê hemû destketiyên Kurdan ku li çar parçe derketiye wan têk bibe. Wê demê dikare xeyalên xwe yên Osmanî li Rojhilata Navîn pêk bînin. Ji bo vê jî hemû çekên qedexekirî bikar tîne, hemû pîvanên şer binpê dike. Dixwaze bi vî awayî qezenç bike. Lê belê diyare dewleta Tirkiye ev bûye 50 sal bi rastiya PKK re şer dike lê hîn dersa xwe negirtiye. Dubare dubare ders dixwe. Diyar e ku dersa xwe tam negirtiye. Dersa dawiyê wê li Zapê jê re were dayîn. Ji ber ku ruhê berxwedaniyê ku li Îmraliyê tê meşandin, ruhekî pir mezine, ruhekî fedaîtiyê ye, ruhê Kurdîtiya nû ye, ruhê ku li hember qirkirinê li ber xwe dide ye.   

Di salvegera 18'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê de şerekî giran tê kirin. Vê pêngavê li hemberî çi destpê kir? Dema biryara vê pêngavê hate dayin rewşek çawa hebû? Pêngavek çawa ye, divê mirov çawa binirxîne? Bandorên wê li ser vê rojê çi ye?

Em Pêngava 1’ê Hezîranê wek Pêngava 15’ê Tebaxê ya duyemîn pênase dikin. Ji 1’ê Hezîrana 2004’an û vir ve şerekî bêhempa hat meşandin. Di vê pêvajoya 18 salan de me şerê mezin dît, çend caran agirbest hatin îlankirin, şehadetên pir mezin qewimîn. Ev şehadetên mezin yên ku qewimîn pêngav bi wate kir. Ev Pêngav anî heta roja me ya îro. 

Dema Pêngava 1’ê Hezîranê hat destpê kirin wek Tevger em di rewşeke zexmet de bûn. Di hêla hundir û derve de li ser tevgera me komploya heyî berdewam dikir. Bi dîlgirtina Serokatî re hêzên navneteweyî yên hegemonîk li ser tevgera me plana ji hundir ve kelehê fetih bikin çêkiribûn. Ji hundir ve birêzînin, ji hundir ve tasfiye bikin. Bi vî awayî gerîla ji çiya daxin, di hêla giştî de PKK bêçek bikin. Bi rÊya projeya ‘Sosyal Reform’ jî ji rêgez, pîvan, mîlîtantiyê, azadiyê dûr bixînin. Li ser vî esasî di hundir de PKK ji xeta wê ya rastî dûr bixin. Ji xeta wê ya îdeolojîk a rastî dûr bixin. Di derve de jî gerîla ji çiya dûr bixe, bê çek bike, wê careke din gelê Kurd bê şerê xwe bimîne. Bê çek bimîne. Wek berxê ku stuyê xwe li ber hêzên noker dirêj bike, bihêle. Komploya ku di 1998’an li ser Serokatiya me destpê kir û di Sibata 1999’an de Serokatiya me dîl hat girtin, birin Îmralî ev komplo bi rêya pêvajoya çareseriyê, dîalogê qaşo dewam dikir. Di vê pêvajoya dîalogê de di bin navê dîalogê de siyaseta mijûlkirinê ya xapandinê, hêviya çareserî dana ava kirinê, di bin navê vê siyasetê de Kurd careke din bê çek bibin, ji çiya dakevin, bê şerê xwe bibin. Yek jî me got di hundir de rizandin çêbikin, tasfiye bikin. Di vê maneyê de rewşa heyî rewşa komplo, tasfiyegerî, reformîze kirin û ji xetê derxistina PKK'ê bû. Rewşa Serok û PKK'ê ji hevdû qut kirin bû. Rewşa heyî bi reformên sosyal hereketa jin, xeta azadiya jin mudaxale kirin bû. Pîvanê bûrjûvaya pîçûk a lîberalîzmê sepandina ser xeta Apoyîtî bû.

Di vê maneyê de Pêngava 1’ê Hezîranê bi qasî biryara Pêngava li dijî mijûlkirina di bin navê çareseriya siyasî de bû û Pêngavek îdeolojîk bû. Bi qasî ku pêngave eskerî bû ewqas jî pêngavek îdeolojîk bû. Di vê maneyê de em dibêjin Pêngava 1’ê Hezîranê Pêngava duyemîn ya 15’ê Tebaxê ye. Wekî Pêngava partîbûnê bû. Ya din bêguman guhertinek stratejîk hat çêkirin. Pêngav li ser esasê stratejiya parastina rewa bû. Di çarçoveya parêznameyên Serokatî de guhertin û veguhertinên paradîgmayê de ji stratejiya şerê demdirêj ji vê pêvajoyê derbasî pêvajoya parastina rewa bû. Xwe ji nûve rêxistin kirin li ser esasê di çarçoveya pergala KCK'ê, yanî ji ava kirina dewleteke serbixwe, azad, çûna pergala KCK'ê û ji şerê demdirêj derbasî stratejiya parastina rewa bû. Şerê hebûn û azadiyê bigîhîne stratejiya şerê gel. Zemînê wê hat avakirin. 

Şerê me ji xwe şerê hebûnê ye, şerê jiyanê ye. Di şopa heqîqetê de ji bo gihîştina heqîqetê em şerê hebûnê didin meşandin. Li hember mirinê bi serketinê vî şerî didin meşandin. Guleya 15’ê Tebaxê ku li hember tirsê, paşverûtiyê, mirinê hat teqandin, biryara 1’ê Hezîranê jî li hember komplo, siyaseta mijûlkirinê, xapandinê hem jî ji bo stratejiya parastina rewa di her warî de li hember xetê ku xwestin partiyê tasfiye bikin, li hember wê ye. Şerê PKK’ê, şerekî nûjen e. Ev şer bi Pêngava 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê şênber bû. Lê esas şerê PKK’ê yê hebûn û azadiyê ku daye destpê kirin, di salên 70’an de dema Serok got; “Kurdistan mêtîngeh e” qedera civaka Kurd û Kurdistanê hat guhertin. Êdî rêbaza jiyanê ya nû destpê kir. Şerekî nû destpê kir, şerekî ku ne bi fikra îsyan, serhildan. Şerekî li ser hîmê guhertin û veguhertin destpê kirin. Ji wê gotinê şûnde paşde gav avêtin ne mumkin bû. Madem Kurdistan mêtîngehe, divê were azadkirin, jiyan ketiye, divê azad bibe. Madem mirin heye li hember mirinê jiyan lazime. Ji bo wê jî em dikarin vî şerî heta îro berdewam e. Ji sala 1973’an vir ve ev şer bûye 50 sale her berdewam e. Li her deverê em di şerê xwe de bi israr in, wê teqez şerê me bi ser bikeve.

Di 23’ê Nîsana 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker-qirker li Metîna, Avaşîn û Zap’ê bi hevkariya PDK’ê êrişeke qirkirinê da destpêkirin. Li hember vê jî li Metîna, Avaşîn û Zap’ê berxwedaniyên tunelan çê bûn. Li ser vê yeêk dewleta Tirk a dagirker-qirker di 17 Nîsana 2022’an jî li Zap, Avaşîn û Metîna dest bi êrişa dagirkeriyê kir. Li hember vê berxwedaniyek pir mezin gerîla destpê kir. Niha şerekî dîrokî li Zap’ê dimeşe. Hûn vî şerî çawa dinirxînin?

Şerê tunelan ku hat meşandin dewleta Tirkiye şaş kir. Armanc çi bû? Xwestin ku di sala sala 2021’ê de Heremên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî qada Behdînan kontrol bike. Ew der zîrveyê çiyayê Kurdistanê ne. Sîlsîleya Zagrosan e. Heke zîrveyê çiyayên Kurdistanê kontrol bikin, di venêrîna xwe de vê dibêjin, “Me li Bakur paqij kir.” Di sala 2021’an de hatin Başûr û qaşo li Bakur nemane. Li Başûr dixwazin tasfiye bikin. Bi kîjan armancî hatin Başûr? Dewleta Tirkiyeyê ne di Nîsana 2021’an de hatiye Başûr. Dewleta Tirkiye di 1983’an de hetanî niha li ser Başurê Kurdistanê operasyonan, bombardimanan, êrişan dike. Ev jî dibêje 'bi armanca qedandina PKK dikim'. Bi her şêwazî dixwazin PKK'ê biqedînin. Armanc dagirkirina her çar parçeyê Kurdistanê ye. 

Di 2021’ê de hevalên me di tunelan de bi berxwedana ku meşandin de derbeke giran li artêşa Tirkiyeyê xistin. Armanc ew e ku gerîla wek hêza fedaî û profesyonel, wek hêza parastina neteweyî, parastina Kurd û Kurdistanê heke bişkînin hîn rehet dikarin Kurdistanê dagir bikin. Hîn rehet dikarin Tevgera Azadiya Kurdistanê biperçiqînin. Û hîn rehet dikarin qirkirina Kurd pêk bînin. Li ser vî esasî hemû îmkanên xwe seferber kirine û dixwazin vî şerî qezenç bikin. 

Me di vî şerî de bedelên mezin dan. Bedelê azadî û şer girane. Lê me di sala 2021’an de jî nehişt ku dewleta Tirkiye bigîhêje armanca xwe. Hîna ku di sala 2021’ê de devera ku dewleta Tirkiye hatiye Mam Reşo, Zendûra, Werxelê bi giştî di xeta Avaşîn de şer hîn jî berdewam e. Wê demê dewleta Tirk nikariye gav bi pêş ve bavêje. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê di sala 2021’ê de derbeke mirinê li dewleta Tirkiye xistin. Teknîka ku dewleta Tirkiye pişta xwe pê rast dike vala derxist. Fermandariya me ya Hêzên Parastina Gel (HPG), Biryargeha me ya Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer her roj dide. Nirxandina şer jî dike. Bedel û şehadetên tên dayîn jî tên nirxandin. Ev şer de di sala 2021’ê de dewleta Tirkiye xitimî. Nikariye gavekê bi pêş ve biavêje. Di 17’ê Nîsana 2022’an de jî careke din êriş kir. 

Berê ji derdoran êriş kir. Vê carê îsal yekser êrişê cîhên navendî û stratejîk kir. Armanca faşîzma AKP-MHP’ê ew bû ku yekser deverên stratejîk li Zap, Metîna û Avaşînê bigire û di wir de operasyonên xwe berfireh bike. Ji bo vê jî dest bi bikaranîna nokeriya PDK'ê kir. Ji bo ku ji tu deveran alîkarî ji gerîla re neçe PDK’ê rê hemû girtin, tevlî bû, di ser de jî ji piştê ve çû pişta artêşa Tirkiyeyê girt ku gerîla nikaribe biçe çalakiyan bike. PDK’ê eskerên wan anîn, birîndarên wan anîn, cilên xwe li eskeran kirin, birin seheya şer.

Niha du mehe şer berdewame. Gerîla li ber xwe dide. Ne tenê li berxwe dide, di şerê 2021’ê- de gerîla li ber xwe da, nehişt ku dijmin were bikeve qada gerîla. Lê di şerê 2022’an de gerîla ne tenê li ber xwe dide, gerîla bi şerê tunelan, bi şerê tîmên gerok bi taktîk û teknîka gerîlatiya serdemê ya modernîteya demokratîk gerîla hem heremê diparêze hem jî derbe li dijmin dide. Dewleta Tirkiyeyê gêş kiriye. Dewleta Tirkiyeyê ku bi navê operasyona pençe-kîlît hatiye Zap’ê niha bi xwe li Zap’ê kîlît bûye. Niha ne dikare ne pêş de ne jî paş de gav biavêje. Li hember derbên gerîla gêj bûye. Fermandariya me berê gotibû: “Em ê wan li Zap’ê bikin bin erdê.” Ew ê di Zap’ê de bikevin bin erdê. Wê di şerê Zap’ê de pozê dewleta Tirk di erdê de were kişandin.

Li Zap, Avaşîn û Metînayê 'şerê hebûn û azadiyê ib pêşengiya gerîlayên YJA Starê dimeşe'. Di vî şerî de bi pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê re rol û pêşengtiya jinê divê çawa were nirxandin?

YJA STAR di vê pêvajoya derbasbûyî de di bin fermandariya hevrê Zinarîn, Rûken, Sarya, Mîzgîn Makû, Şaristan de şerekî pir bi zanebûn, hostatî, estetîk û bi ruhekî fedaîtiyê herî bilind dan meşandin. YJA STAR di nava hêza HPG’ê de wekî artêşbûna jinê di hêla îdeolojîk û hêla xwedîderketina li xetê, parastina xetê de, ji hêla şênberkirina Partîbûna Jinê de, ji aliyê pêşengiya wê de niha bi awayekî şênber di şerê Zap, Avaşîn û Metîna de didin nîşandan. Partîbûna Jinê, rêgezên Partîbûna Jinê, di şexsê YJA STAR'ê de artêşbûna Jinê şênber bûye û rojane bi ser artêşa dagirker a Tirk ve diçe. Ji ber ku YJA STAR xwe bi rêgezên jiyana azad gotûbêj kiriye xwe rêxistin kiriye. Di hêla fikir de nete. Di azadiyê de bi israre. Ji bo vê jî di şerê ku li Zap û Avaşîn dimeşe de hesap ji pergala mêr a dewletê tê xwestin. Ev pergala mêr dewletê ya li her çar parçeyên Kurdistanê Jinê diperçiqîne, dest diavêje, diavêje zindanê, êşkenceyê dike, dikuje. YJA STAR ji vê zîhniyetê hesap dixwaze. Pergalên desthilatdar îro li Rojhilata Navîn di tevahî dinyayê de pergala modernîteya kapîtalîst, pergala netewe dewlet pergala mêr e. 

Ji bo holê rakirina vê pergalê YJA STAR hesap dixwaze. YJA STAR temînata vî şerî ye. Temînata ava kirina jiyana demokratîk, azad û wekhev e. Ji bo vê jî YJA STAR di şer de performanseke pir bilind a serketî nîşan dide. Bi wêrekî, egîdiya xwe bi cesareta xwe bi fikirandina zirav a li ser şer, li ser taktîk li arazî û teknîk hakîmbûyîn têdikoşe, şer dike. Dijmin ji vî şerê ku bi pêşengtiya YJA STAR dimeşe ditirse. Ji bo vê ewqas bi iser de diçe. Dewleta Tirkiye nikare bi YJA STAR, ji ber vê yekê hêrsa xwe ji Jinên civakê derdixe. Dema Pêngava 1’ê Hezîranê li hember projeya jiyana sosyal li hember reformê ku xeta tasfiyegeriyê derdiket pêş, bi van dixwestin Tevgera Jinê ji çiya qut bikin, YJA STAR û HPG jî qut bikin. Li hember vê yekê YJA STAR’ê biryara têkoşîn û şer da. Îro jî li hemberî qirkirina Jinê, gelê Kurd YJA STAR carek din di helweste xwe de nete. 

Mijar tenê kuştina çend eskeran nîne. Di taktîk de hemû şêwazên taktîkên gerîla de YJA STAR esneke. Hîn bêhtir hessasin, hîsyarin, xwînsarin. Erka xwe bi awayekî mukemmel pêk tînin. Di şer de tenê fîzîkî bi ser de çûyîn, kuştina eskaran nîne. Ev jî girînge lê derba mirinê dijminê xwe bixî. Lê esas helwest zelale. Pîvan bilindin. Pîvanên azadiyê bilindin. YJA STAR niha wê dike û li ser xeta Pêngava 1’ê Hezîranê heta roja me ya îro bi pêşengiyê şehîdên qehreman kirin. YJA STAR ev mîras daye ser milê xwe û didomîne. Ev rûmeta me ne. Em ê heta dawiyê li rûmeta xwe xwedî derbikevin. 

Di 30 Hezîrana 1996’an de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dersimê çalakiyek fedaî kir. Ev çalakî di têkoşîna şoreşên cîhanê de yekem bû. Li Kurdistanê û di Tevgera Azadiya Kurdistan de jî yekem bû û xeteke ava kir. Xeta çalakî û fedaî ya Zîlan û çalakiyên di bin ronahiya xeta çalakiya Zîlan de dimeşe divê çawa bêne nirxandin?

Partiya me PKK û PAJK, îdeolojî, fikra wan mayeya wê li ser hîmê fedaîtiyê hatiye ava kirin. Çalakiya heval Zîlan, bêguman mirov nikare bibêje cîhanê de çalakiya yekemîne. Hin Jinên ku bi vî awayî çalakî kirine hene. Lê çalakiya heval Zîlan di hêla zeman û mekan de di hêla çawanî de ferq û cûdahiyên xwe hene. Berê jî hevalên me çalakiyên fedaî kirine. Zindanê de hevala çalakiyên fedaî kirine. Di şer de di nava bajaran de çalakiyên xwe şewitandinê jî kirine. Lê çalakiya heval Zîlan di hêla cewhera wê de di hêla tarz, çawanî de ferq hene. Ferk jî çiye, biryara çalakiyê ev bi xwe dide. Hedefa xwe bi xwe diyar dike. Keşfa xwe bi xwe dike. Bi tena serê xwe artêşekî îmha dike. Ev der de ji hejmara kuştiyan zêdtir deng vedana çalakiyê di hêla taktîk de derdikeve pêş. Dibêjin ya kesek bi qasî artêşekiye. Karê ku heval Zîlan kir encax artêşek dikare bike. 


Di hedef, rêbaz û taktîk de zelal e. Biryar de zelal e. Hêla çawaniyê de asta vê wisa ye. Pir bi zanebûn dihilbijêre. Ji vî re jî dibêjin tarzê şer. Li hemberî feraseta nabe, ne mumkune bû. Wê demê tasfiyegeriya Şemo hebû. Şemo digot: “Li Kurdistanê şer nabe.” Dubarebûnek di taktîk de dihat jiyîn. Di fermandartiya taktîk de xwe dubare kirin dihat jiyîn. Dîsa amadekariyên komplo hebû li Serokatiya me. Dixwestin bi komplo fîzîkî îmha kirina Serokatî pêk bînin. Ji bo vî êrîşa Şamê li hember Serokatiya me hat kirin. Çawaniya çalakiya heval Zîlan di vir de ye. Pêvajoyê rast fam dike, Serok rast fam dike, xeteriyên ku hene rast dibîne, rast tespît dike, hedefa xwe rast tespît dike û wek fermandarek ku artêşa xwe heye li ser dijmin de diçe.

Em ê çawa jiyan bikin? Wek jin, gel, netew em ê çawa jiyan bikin? Encax bi rihê fedaîtiyê em dikarin jiyan bikin. Çunkî dijminê me şansê jiyanê ji me re nehiştiye. Heke em ê jiyan bikin em ê wek Zîlan jiyan bikin. Divê em fedaiyane jiyan bikin. Heke em jiyan bikin divê hemû qeleyên dijmin di hundirê xwe de şehsê xwe de, hestên xwe de em hilweşînin. Divê di welatên xwe em qeleyên dijmin em hilweşînin. Li hember hemû saziyên dewletê ku şehsê me û welatê me de sazîbûn çêkiriye li hember hemû senaryoyan ku ji bo qirkirina me, asîmîle kirina me, qirkirina çanda me senaryoyên ku dijmin danîne heval Zîlan van hemûyan dibîne, tespît dike û xwe paramparçe dike. Xwe bi vê pergal, hişmendî û sazîbûna ku li welatê me hatiye çêkirin de diteqîne. Ji bo vî jî heval Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bûye tarzê jiyana me, bû xeta me ya îdeolojîk, bû nûnera jiyanê. Ji bo vî îro rihê heval Zîlan ava kiriye, xeta ku heval Zîlan xizkiriye, taktîka ku heval Zîlan diyar kiriye di şerê Zap, Avaşîn, Rojava, Şengal û tevahiya Kurdistanê de di zindanê de dimeşe. Dikeve pratîkê û berdewame. 

Em wek Jinên Kurd hem jî weke gelê Kurd û heremê heke em dixwazin ji mêtîngeriya modernîteya kapîtalîst a dewlet netew a mêr xwe rizgar bikin divê em xeta Zîlan ya ku îro di şerê Zap, Avaşîn û Metîna de şênber bûye em xwe de çêbikin, ava bikin. Bi vî vesîleyê em carekî din heval Zîlan bi minnet bi bîrtînin. Di şexsê hevala Zîlan de tevahî şehîdên meha Hezîranê, şehîdên azadiyê bi minnet bi bîrtînin.”