'Li dijî dizî û gendeliyê pêwîstî bi eniyeke gel a berfireh heye'

Aktîvîstê Siyasî Mesud Ebdulxaliq anî ziman ku ji bo çareseriyê divê hikûmet bê guherîn û eniyeke gel a dorfireh ku li dijî diz û gendeliyê têdikoşe, bê avakirin.

Her ku rastiya êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk zêdetir dibe, siyasetmedar û rewşenbîr jî zêdetir dikevin ferqa van êrişan û dikevin nava hewldanan û bang dikin.

Di vê çarçoveyê de aktîvîstê siyasî û nivîskar Mesud Ebdulxaliq diyar kir ku di vê demê de divê rewşenbîr bi erk û mîsyona xwe ya demê rabe, çavê wan li pareke destilat bide wan nebe. 
Ebdulxaliq anî ziman ku ji bo çareseriyê divê hikûmet bê guherîn û eniyeke gel a dorfireh ku li dijî diz û gendeliyê têdikoşe, bê avakirin.

‘NEBIN ŞIRÎK Û ŞERME ÇAVÊ REWŞENBÎRAN LI MALÊ HERAM Ê DESTHILATÊ BE’

Ebdulxaliq diyar kir ku valatiyek heye li nava civakê û got: “Ji bo bikarin vê valatiya li nava desthilat û civakê heye, derbas bikin divê yekîtiyek hebe. Nekevin bin barê gendelî û diziya desthilatê, nebine şirîkê wê. Cih li gel desthilatê negirin ji ber parek an jî erkek desthilat bide. Pir şerme ku çavê rewşenbîran li malê heram ê desthilatê be. 

Çavdêrê Siyasî û Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq anî ziman ku di vê li vê qonaxa niştîmanî ya gelê Kurd de, di vê qonaxa xeder de; erkê rewşenbîran ew e ku xwedî li civakê derkeve. 

‘DIVÊ DESTHILAT BÊ GUHERÎN, GUHERÎN NEBE NÛBÛN NÎNE; EZMÛNA 31 SALAN EV NÎŞANÎ ME DIDE’

Ebdulxaliq ji bo çareseriyê jî nêrîn parve kir û ev nirxandin kir: “Çareserî ji bo vê rewşê dîtin, di serî de desthilat bê guherîn. Heta ev desthilat hebe reform nayê kirin, nûbûn çênabin. Rewşa xirab dewam bike. Ezmûna van 31 salan ji bo me nîşan dike ku ti karekî baş ji aliyê vê desthilatê ve nehatiye kirin.

Guherîn jî bi yekîtiyeke sivîl a giştî û eniyeke fireh û bi berpirsyar pêkan e. Du enî derkevin, du bere hebin; a yekem temsîla eniya têkoşînê ya eniya gel bike ya din jî temsîla dagirkeran, din jî diz û gendelan be. Li ber vê têkoşîne xurt bê kirin. 

Avakirina bereya gel jî bi nebûna ezezî, dîsa erkên ku hikûmet dide û dîsa nebûna şirîkên hikûmetê pêkan e. Em xeletiyên hev qebûl bikin, sînorek hebe, teraziyek hebe ku eniya yekem û duyem ji hev cuda bikin. Ew demê eniyek xurt der dikeve.”