Ji bo Serhatê ku di 13 salî hate qetilkirin, kom bûn

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan bal kişandin ser çîroka Serhat Kazak ê 13 salî ku ji ber poşiya kesk û sor û zer hatibû qetilkirin

Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 697’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu li dar xist. Rêveberên MED-DER û TUAY-DER’ê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. 

Vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya Serhat Kazak ê 13 salî ku di Hezîrana 1992’yan de li navçeya Şemzînana Colemêrgê hatibû qetilkirin. Kazak ê ku ji ber ku poşîya kesk, sor û zer li serê xwe gerandibû, hate tê qetilkirin û piştî tê qetilkirin cenazeyê wî datînin ber deriyê mala wan. Serpêhatiya Kazak, ji aliyê endamê Komîsyona Windayana ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. 

BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN 

Akdenîz anî ziman ku Kazak xwendekarê dibistanê pola 5’an e û ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî wê dikujin cenaze dibin datînin ber deriyê mala wan. Akdenîz diyar kir polîs ji Serhat dixwazin ku poşîya xwe derxe lê Serhat dibêje ku ew ji ber Kurd e wê poşîya xwe dernexe û wî ewilî winda dikin û paşê jî qetil dikin. Akdenîz destnîşan kir ku şahidên bûyerê jî destnîşan kirine ku Serhat Kazak ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kuştin. Akdenîz anî ziman ku apê Serhat Kazak diyar kiriye ku bi ceyranê îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û şopên îşkenceyê li ser laşe wî hebûne û otopsiya wî nehatiye kirin. Akdenîz da zanîn ku ji wê rojê vir ve dosyeya Kazak wek dosyeya kiryar nediyar di refikan da cihê xwe digire. 

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.