Li Kobanê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hilala Zêrin bi dirûşmeya “Bi ruhê çand û hunera demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” konserek hat lidarxistin. Şêniyên Kantona Firatê tevlî konserê bûn.
Di konserê de ewilî endamê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Ferhad Elûş axivî. Elûş anî ziman ku Rêber Apo ji bo gelê cîhanê vîn û hêz e. Alûş diyar kir ku Rêber Apo ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn raman û felsefeya xwe pêşkêş kir û wiha got: “Divê em xwedî li raman û felsefeya Rêber Apo derkevin û hîn bêhtir ramanên Rêber Apo belav bikin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Şevîn Ehmed jî axivî û bal kişand bi ser pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin.
Piştî axaftinan li ser jiyan û banga Rêber Rêber Apo sînevîzyonek hat pêşandan.
Piştî pêşandana sînevîzyonê stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û li ber stranan govend hat gerandin.
Konser bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Jin Jiyan, Azadî" bi dawî bû.