Hevserokê PADÊ: Di nava 6 mehan de wê qeymeqam ji aliyê xelkê Şengalê bê hilbijartin

Ji endamên şandeya şengalê Hevserokê PADÊ Emer Salih li ser hevdîtina bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih got, di hevdîtinê de li ser hilbijartina Qeymeqamê Şengalê ji aliyê xelkê Şengalê ve û fermîkirina Asayîşa Êzidîxanê hatiye axaftin.

Ji şandeya Şengalê hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ Emer Salih, li ser hevdîtina bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re, ji ajansa Rojnewsê re axivî.

'JI BO HEVDÎTIN NEYÊ KIRIN, PDK'Ê GELEKÎ HEWL DA'

Emer Salih diyar kir, ku şandeya Şengalê ya bi Serokkomar re rûnişt, ji nûnerên hemû pêhateyên Şengalê yên Êzidî, Şîa û Sûnî, ji hemû aliyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ û PADÊ pêk hat.

Hevserokê PADÊ diyar kir, ku nûnerên hemû partiyên siyasî ji bo çareserkirin û nîqaşkirina pirsgirêkên li Şengalê, ji bo Koçka Selam hatin vexwendin.

Emer Salih anî ziman, ku ji bo hevdîtin pêk neyê, PDK'ê gelekî hewl da û got, "Tevî vê yekê jî hevdîtin pêk hat û li ser rewşa Şengalê bi giştî nirxandin hatin kirin.

'DI NAVA 6 MEHAN DE WÊ QEYMEQAM JI ALIYÊ ŞENGALIYAN VE BÊ HILBIJARTIN'

Li gorî Emer Salih, mijara herî girîng a di hevdîtinê de hate nîqaşkirin, avakirina rêveberiyeke nû ya Şengalê bû.

Emer Salih anî ziman, ku ji bo hilbijartina Qeymeqam û rêveberên nehiyeyê, ji bo 6 mehan dem hatiye diyarkirin.

Hevserokê PADÊ got, "Me diyar kir, ku divê pirsgirêkên Şengalê bi diyalogê bê çareserkirin. Her biryarek li ser Şengalê bê dayin, divê bi gelê Şengalê re bê nîqaşkirin. Ji bo hilbijartina qeymeqamê Şengalê jî biryar hate dayin, ku qeymeqam ji aliyê gel ve bi dengdayinê bê hilbijartin û destê ti aliyekî siyasî tê de tine be."

'FERMÎKIRINA ASAYÎŞA ÊZIDÎXANÊ HATE NIRXANDIN'

Yek ji mijarên girîng ên hevdîtinê jî statuya Asayîşa Êzidîxanê bû.

Emer Salih diyar kir, ku ji bo çareserkirina mijarê, ku demeke di rojevê de ye bi berfirehî nîqaş hatiye kirin.

Hevserokê PADÊ destnîşan kir, ku ev nîqaş jî di wê çarçoveyê de bû, ku Asayîşa Êzidîxanê li gorî qanûnên Iraqê bibe hêzeke fermî, bi vî rengî bê qebûlkirin.