Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY'ê tê xwarin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, jinên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî kar dikin, li destdirêjî û gefa mirinê rast tên.

LI EFGANISTANÊ MAFÊN JINAN

Piştî gefan hin personelên jin karê xwe bi rengekî demkî rawestandin û projeyên alîkariyê yên navneteweyî bi rîskeke cidî re rû bi rû man.

Li gorî agahiyên sê saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî (NY) dawiya meha Gulanê sê xebatkarên jin ên ji navenda NY'ê ya Kabûlê derketin, heta mala xwe hatin şopandin. Kesên ku tê gotin bi çek bûn bi gotina 'Eger tu sibe bê kar tu yê bê kuştin' gef li jinan xwarin. Her wiha bi ekê hewl hate dayin ku bav, hevjîn û biaryên jinên dixebitin bêne îqnakirin ku jin nexebitin. Dîmenê van kêliyan jî hate kişandin.

Tê gotin, temamiya van jinan Efgan in û li ajansên navneteweyî dixebitin. Mîsyona Efganistanê ya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) diyar kirin ku wan bûyer ji rayedarên Talîbanê re ragihandine û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wezareta Karên Hundir a fîîlî ya Talîbanê jî anî ziman ku gefxwarina li xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ne ya qebûlkirinê ye û 'berpirsyar wê bêne cezakirin'.

Lê belê heman rejîma Talîbanê di Nîsana 2023'an de gelek biryar wergirt ku kar li jinan qedexe dikin, lewma ev êrîş jî weke beşek ji vê zextê tê dîtin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya niha diyar kiribû ku ev qedexe ne ya qebûlkirinê ye û dûrî ji aqil e.

Ji ber gefên têne xwarin gelek ajansên weke Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) dest bi modela karkirina li malê ya demkî ya xebatkarên jin kirin. Di daxuyaniya WFP'ê de hate gotin, "Bêyî personelên me yên jin, nepêkane ku alîkariya mirovî bigihêje jinan." Hate ragihandin ku tenê sala 2024'an WFP'ê xwe gihand 10 milyon jin û zarokan.