Ji bo wergirtina cenazeyên kesên li Kelarê ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn bigirin, bi dehan welatiyên Germiyan, Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber Saziya Tiba Edlî ya Kelarê kom bûn.
Hate diyarkirin yek ji şehîdan jî Ferhat Şiblî ku yek ji Damezrênerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Li vê derê girse dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ qîr kirin.
Li vir Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Tevgera Azadî û kesayetên naskirî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de êrîş û xiyaneta hate kirin şermezar kirin û hate gotin ku xelkê herêmê van êrîşan qebûl nakin.
Girse li benda wergirtina cenazeyê şehîdan in.