HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon û 2 mobese hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN

HPG’ê li Zap û Metînayê li yekîneyên artêşa Tirk dagirker dan. Di çalakiyên gerîlayana de 17 dagirker hatin cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çalakiyan de 17 dagirker hatine cezakirin, 2 kon û 2 pergalên mobeseyê jî hatine îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi balefiran, 25 caran jî bi helîkopteran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane û li tunelên şer jî 13 caran gaza jehrî û teqemenî bi kar anîne.

Di daxuyaniya HPG’ê de derbarê şer û çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

1. Li herêma Zapê

-Di 17’ê Hezîranê saet di di 23.40 û di 18’ê Hezîranê saet di 03.40’an de hêzên me yên YJA Starê bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

2. Li herêma Metîna;

– Di 17’ê Hezîranê saet 05:30’an de dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

– Di 17’ê Hezîranê saet 08:00’an de hêzên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bang li dagirkeran kirin ku xwe radestî gerîla bikin û piştre bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Piştî derbeyên hêzên me, dagirker gavekê paşde vekişiyan. Di saet 10.30’an de dagirkeran hewl dan çekên kîmyewî bikar bînin. Di heman demê de dagirkerekî ku dixwest li Girê Şehîd Baxtiyar bi cih bibe, bi taktîka sûîkastê hate cezakirin.

– 17’ê Hezîranê saet 12:30’î de dagirkerên ku dixwastin li Girê Şehîd Çekdar a li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, bi çalakiyeke koordînekirî li wan hatiye xistin. Hat diyarkirin ku herî kêm 6 dagirkerên ku bi çekên ferdî ji du aliyan ve hatine gulebarankirin hatin cezakirin.

– Di 17’ê Hezîranê saet 13:30’an de dagirkerên li Girê Şehîd Çekdar ê herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

– 17’ê Hezîranê saet 14:00’an li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî li dagirkeran darbe hate xistin.

– 17’ê Hezîranê saet 15:00’an li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin. Dagirkerên ku darbe xwarin, gavekê paşde vekişiyan.

– 17’ê Hezîranê saet 15:55’an hêzên me yên YJA Starê li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran dane.

– Di 17’ê Hezîranê saet 19:30’an de kamerayeke mobese ya dagirkeran a li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatiye rûxandin.

–Di 17’ê Hezîranê saet 19:40’an de li herêma Girê Şehîd Akîf a li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi cih bûye, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîkê vedizî li wan hatiye xistin. Pêşî li konekî ku dagirker tê de bûn derbek bi bandor hate xistin û ev kon hate rûxandin û her sê dagirkerên tê de hatin cezakirin. Konê din ê ku dagirker tê de bûn hate hedefgirtin û ev kon hate rûxandin,  dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Piştre jî dagirkerên li ser vî girî hatin hedefgirtin û gulebaran kirin û li vir 2 dagirker hatin cezakirin û sîstemeke kameraya mobesse hate rûxandin.

– Di 17’ê Hezîranê saet 20:20’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker bi çekên ferdî dagirker hatine gulebarankirin û dagirker gavekê paşde vekişiyane.

– 17’ê Hezîranê saet 22:00’an helîkopterên li ser herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî digeriyan ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter ji herêmê dûr ketin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

– Di 17’ê Hezîranê saet 07:00 û 13:10’an de tunelên şer ên Şehîd Akîf ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 2 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

– Di 17’ê Hezîranê saet 10.00 û 12.00’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker 5 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

– Di 17’ê Hezîranê saet 17:00 û 18:40’an de li ber tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê agir hate pêxistin, 2 caran dûmanên jehrî ber bi tunelan ve hatin şandin, carekê jî bi teqemeniyan hatin bombekirin.

– Di 17’ê Hezîranê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

– Di 17’ê Hezîranê de li herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê û Girê FM’ê balafirên keşfê geriyan.

– 17’ê Hezîranê qadên Werxelê, Girê Amediyê û Girê Şehîd Heqî û Geliyê Lolanê yên girêdayî herêma Xakurkê bi obusan hatine bombekirin.

– 17’ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Karker, Girê Cûdî, Girê FM û Saca û qadên Goşîne, Girê Şehîd Hawar, Sinînê û Şehîd Şerîf ên girêdayî herêma Xakurkê 23 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

– 17’ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hakkarî û Kurojahro û qadên Qaşûra, Girê Azadî Gundê Seraro, Gundê Êdinê û Koordîne yên herêma Metîna 25 caran bi helîkopteran hatine bombekirin."