KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li gundê Konalga yê Şaxê cerdevanan zozanên gel firotin
Li gundê Konalga yê Şaxê cerdevanên ku berê çavê xwe berdidan xaniyên gel û dixwestin ku gel gundê xwe vala bikin, niha jî zozanên xelkê bihost bi bihost firotin cerdevanên Şirnexê. -
Leşkerên dagirker ji tirsan nikarin serê xwe rakin
Leşkerên Tirk ên dagirker ji tirsan nikarin serê xwe rakin û vî halê wan bi saetan domiya. Gerîlayan vê rewşa leşkerên Tirk qeyd kirin -
Ceylan: Wê ev desthilatdarî biçe
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan got, "Hilweşîneke mezin a aborî, siyasî û civakî heye. Ger civak û muxalefet baş birêxistin bibin, şansê neçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê nîne.” -
Beriya şehadeta xwe gotibû ‘Em xwe ji bo gelê xwe feda dikin’
Demhat Derwêş beriya şehadeta xwe wiha got: “Ez weke gerîlayekî bi kêfxweşî canê xwe ji bo gelê xwe feda dikim. Bê dudilî... Em li ser gotina xwe ne.” -
Gelê Mexmûr: Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
Li Wargeha Panberan a Mexmûrê tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn, bi meşekî girseyî hate şermezar kirin. -
Li deriyê sînor ê Deştanê pevçûnên dijwar - HATE NÛKIRIN
Ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera Artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê yên li Deriyê Sînor ê Deştanê, derî hat girtin. -
HPG: 34 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê diyar kir ku ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gerîlayan gelek taktîk di nava hev de bi kar anîne û 34 dagirker ceza kirin û 9 dagirker jî birîndar kirine. -
Li Geverê piştî operasyonê çûna zozanan hate qedexekirin
Dewleta Tirk operasyona li qada Astenga Reş a Gevera Colemêrgê bi dawî kir û çûna zozanên herêmê pênc rojan qedexe kir. -
Gorên bi komî yên li Şengalê tên vekirin
Dest bi vekirina 6 gorên bi komî yên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê qetil kirine hat kirin. -
Malbatên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be, em bi hêrs in!
Xizmên girtiyan gotin, "Eger tiştek bê kirin, niha divê bê kirin. Dibe ku sibe dereng be. Em bi hêrs in." -
Jina 67 salî ji ber hilgirtina şalekê bi 10 salan hate cezakirin
Jina 67 salî Mencî Osman ji ber hilgirtina şaleke kesk û zor û zer di pîrozbahiya Newrozê de bi 10 salan hate cezakirin. -
YJA Star: Her gerîla mîna Zîlan e
Fermandariya Giştî ya YJA Starê diyar kir ku her fermandar û milîtanên HPG û YJA Starê îro bi rêbaz û pîvanên Zîlan şer dikin û got, "Em ê şerê xwe bigihînin serketinê. Dem dema Zîlanbûnê ye." -
Gerîlayan li Avaşînê kameraya mobesse rûxandin
Kameraya mobesse ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Werxelê ya Avaşînê bi cih kiribû, ji aliyê gerîlayan ve hate rûxandin. Gerîlayan kêlî bi kêlî çalakiya xwe qeyd kirin. -
Ev şer şerê wan e
Çûyîn kengî jî be timî bêwext e. Li vî warî ne yê diçe, lê çûyîn bi xwe sereke ye. Çûyîn niha deyn e, wezîfe ye, eşq e. Lewma dema ku tu yê diçe bi rê dike, hêviyên xwe yên serketinê hemûyan radestî wê/î dike. -
Li tunelên şer çavkaniya coş û moralê
Du gerîlayên ku bûne tirsa dilê artêşa dagirker. Yek jê BKC'van e, ya din jî sekvan e... Hevkarî û têkiliya xurt a hevrêtiya gerîla di kesayetiya van herdu gerîlayên li Şikefta Birîndara de tê dîtin. -
Di raporên nexweşxaneyê de jî diyar bû êşkence li gundiyan hatiye kirin
Hat diyarkirin ku gundiyên ku di çarçoveya êrîşên leşkerî de yên li ser herêma Astenga Reş a navçeya Geverê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de ji aliyê leşkeran ve rastî êşkenceyê hatine. -
Ayşe Irmak jî hat destgîrkirin
Li Wanê di serdegirtina malan ya di operasyonên bi navenda Edeneyê de hatin pêkanîn Ayşe Irmak hat destgîrkirin, hejmara kesên hatinî destgîrkirin derket 36’an. -
Diyar Xerîb bi merasîmekê hat bîranîn- HAT NÛKIRIN
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) di salvegera 3’an a şehîdbûna xwe de li parka ber derê mala wan, bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Gerîlayan li Werxelê lêda: Herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin
Hate hînbûn ku di çalakiya tîmên bi tevger a li dijî dagirkerên ku li Werxelê xwestin bi pêş ve biçin de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin. -
Li Mexmûrê ji bo Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag merasîmek hat lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdan Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag jî ku di dem û cihên cuda de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi meresîmeke girseyî hatin bîranîn. -
Rêxistina HDP’ê ya Amedê banga tevlêbûna Kongreya Mezin kir
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku HDP tekane nûnerê gelê Kurd a berxwedêr e û banga tevlêbûna kongreya ku wê 3’ê Tîrmehê li Enqere pêk were, kir. -
Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê: 26 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyan dewam dikin. Di çalakiyan de 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek, konekî leşkerî, çeperek hatin îmhakirin, mobesseyek jî hate desteserkirin. -
Dadgeriya Tirk careke din xwedî li kujerê Sîncar derket
Daxwaza girtina kujer Cîhan Yildiz ê Hîzbûllahî careke din hate redkirin. -
20 gardiyanan 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin
20 gardiyanên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi qasî 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin. -
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih bînin ku şehîdan radestî me kirine."