BI DÎMEN

Tîjda Zagros li Parîsê hat bibîranîn

Şehîda navneteweyî Tijda Zagros li banliyoya Drancy a Parîsê hat bibîranîn û peyama "Em ê bi girêdana xwe ya bi Rêber Apo û şehîdên xwe re vê pêvajoyê bigihîne serketinê û em ê civaka sosyalîst ava bikin" hat dayîn.

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ji bo şoreşgera enternasyonalîst Tijda Zagros (Kelly Freygang) ku şehadeta wê hatibû ragihandin, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zîn li Komeleya Çanda Demokratîk a Kurd a Drancy hat lidarxistin.

Bîranîn di şexsê Tîjda Zagros de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Celil Akdogan  axivî.

Akdogan behsa şert û mercên derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê kir û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşîna şehîd derketiye holê.

Piştre nûnera Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) axivî. Nûner bal kişand ser karakterê enternasyonalîst ê Tevgera Azadiya Kurd û diyar kir ku bi taybetî jin xwedî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinan a Rêber Apo derketin.

Nûner behsa têkoşîn û jiyana şehîd Tîjda Zagros kir.

Piştre li ser navê DKTM'ê Fesîh Serhad axivî û got: "Rêber Apo PKK'ê wekî 'partiya şehîdan' pênase kir. Ev pênaseyek pir girîng e. Rêber Apo ji bo girêdana şehîdan her tim têkoşîn mezin kir. Piştî şehadeta hevrê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û Mahsûm Korkmaz gavên mezin hatin avêtin û têkoşîn hîn berfirehtir bû. Pêdiviya girêdana bi şehîdan re israrkirina li ser xeta serketinê ye.

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek nû da destpêkirin. Divê em vê pêvajoyê baş fam bikin. Ev pêvajo li ser bingeha guhertin û veguherînê ye. Em li dijî civaka kapîtalîst di pêvajoya avakirina civaka sosyalîst de ne. Em girêdana xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan re bi avakirina civaka sosyalîst nîşan bidin. Divê em vê berpirsiyariya dîrokî hîs bikin û ji bo serketina pêvajoyê bixebitin."

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.