Li Silêmaniyê 10 nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin

Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê 10, li Kerkûkê jî 1 nexweşên kolerayê hatin dîtin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Sabah Hewramî di civîna çapemeniyê de ragihand ku wan 10 nexweşên kolerayê dîtine.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ragihand di meha hezîranê de ji ber nexweşiya zikçûn û vereşînê 8 kesan jiyana xwe ji destdane. Ji van kesan 2 jê zarokbûn. Ji ber gumanên nexweşiya Kolerayê, hêjmarek zêde nimune ji bo Bexdayê hatibûn şandin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê Sabah Hewramî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku li Silêmaniyê nexweşiya Kolerayê hatiye dîtin û ji ber vê yekê rewşa awarte hatiye ragihandin û got: “Li Silêmaniyê testa nexweşiya Kolera ya 56 kesan pozîtîf derketiye. Ji ber vê yekê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê xwest ku rewşa awarte ragihînin.”

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bersivek xurt bidin nexweşiyê, daxwaza bûdceyek diyar kir.

Kolera nexweşiyeke ku piranî bi rêya avên qirêj û bakteriyan derbazî mirov dibe. Dibe sedema zikçûn û windahiya avê (dehîdrasyon). Ger ku neyê tedawî kirin di mirovên bi tendurist de jî dikare bibe sedema mirinê.

Li Herêma Kurdistanê di demên pileya germahiyê digihije rêjeyên bilind de, bi taybet mehên havînê nexweşî zêdetir tên dîtin.