Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku rawestandina keştiya Madleenê ya ku alîkarî dibir Xezeyê û girtina çalakvanan ji aliyê Îsraîlê ve li dijî qanûna navneteweyî ye û daxwaza serbestberdana çalakvanan kir.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard keştiya Madleenê ya ku alîkariya mirovî dibir Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hat desteserkirin û girtina çalakvanan binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir. Agnes Callamard diyar kir ku kesên li ser keştiyê parêzvanên mafên mirovan ên aştîxwaz bûn û xwest ku Îsraîl bê şert û merc demildest çalakvanan berde. Callamard dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê weke "birçîbûnê weke çekê bi kar tîne" bi nav kir û anî ziman ku ev yek bê rêziya li hemberî biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ye.

Callamard bang li dewletan kir ku tenê şermezar nekin, di heman demê de divê li dijî Îsraîlê gavên şênber biavêjin û divê alîkariya mirovî bigihêje Xezeyê.