Fayîze Fuad a Zerdeştî: Em hemû piştevanê PKK’ê ne

Endama Encûmena Bilind a Zerdeştiyên Kurd Fayîze Fuad wek kesayetiyeke Zerdeştî piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya “Ji Kurdan re edalet” ragihand û got; “Em hemû piştevanê PKK’ê ne.”

Kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” li Kurdistan û cîhanê berdewam dike. Li ser bangewaziya însiyatîfa “Ji Kurdan re edalet” li 30 welatên cîhanê hezar û 30 kesayetên ku di asta navnetewî de tên naskirin di Kanûna 2021’an de kampanyaya “Pêwîste PKK ji lîsta terorê bê derxistin” ragihand. Ev kampanyaye berdewam dike û hemû Kurdên li her çar beşên Kurdistanê piştevaniya xwe ya ji bo vê kampanyayê ragihandin.

Endama Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) û endama Encûmena Bilind a Zerdeştiyên Kurd weke kesayetiyeke nas a Zerdeştî bi rêya ANF’ê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya “Ji Kurdan re edalet” ragihand.

Fayîze Fuad têkildarê berjewendiya dewletan ya ji bo xistina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de wiha axivî; “Niha li seranserê cîhanê kampanyayeke berfireh ji bo komkirina piştevaniyê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta qaşo terorê heye. Xistina navê her partiyeke Kurdî yê ji bo mafê gelê xwe têdikoşe di nav lîsta qaşo terorê de şermezariyeke mezin e ji bo hemû cîhanê. NATO li herêmê dewleta Tirk wek polîsekê bikar tîne û ev maf daye Tirkiyê ku navê nûnerê gelê Kurd ku PKK ye û niha li her çar beşên Kurdistanê nûnertiya dengê gelê Kurd dike bixe nav lîsteya qaşo terorê.”

‘DIVÊ JI BO VAN HENEKÊN KU LI DIJÎ KURD TÊN KIRIN SÎNOREKÊ DEYNIN’

Jina Zerdeştî Fayîze Fuad her wiha diyar kir ku di nava partiyên Kurdan de tenê PKK di nav ‘lîsteya terorê’ de nîne û got; “Li Başûrê Kurdistanê partiyên din jî hene ku di vê lîsteyê de ne û mixabin heta niha ti hewldanek ji bo ragihandina kampanyayek nedane ku bikarin navê xwe ji lîsteya qaşo terorê derxînin. Hêvîdarim ku partiyên Kurdî yên ku xebat kirine û şehîd dane, hewl bidin ji bo van henekên ku li dijî Kurd tên kirin sînorekê deynin.”

‘ÊRIŞÊN TIRKIYÊ TERORA DEWLETÊ YE’

Fayîze Fuad di dewamê de îşaret bi terora dewleta Tirk a dagirker kir û ragihand; “Niha li cîhanê pîvanek ji bo terorîzmê heye ku tê zanîn, em dikarin li gorî vê bînin ber hevûdu da ku bizanin bê ka kî terorîste û bi bombebaranan zarok û jinên Kurd teror dike. Îro PKK li Qendîlê ye, lê artşa Tirk bi hêceta ku PKK li ser asayîşa Tirkiyê metirsî ye, hin navçeyên ku dûrî sînorên wê ne bombebaran dike û jin û zarokan şehîd dike. Me dît ku li Rojavayê Kurdistanê çend navçe dagir kir û li wir guherîna demografiyê pêk anî, li gorî pîvanên cîhanî hemû kiryarên dijminane yên Tirkiyê terora dewletê ye.”

‘EM HEMÛ PIŞTEVANÊ PKK’Ê NE’

Di dawiyê de endama KNK’ê û endama Encûmena Bilind a Zerdeştiyên Kurd Fayîze Fuad wek kesayetiyeke Zerdeştî piştevaniya xwe ji bo kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsta terorê’ ragihand û got, “Pir girînge ku em Kurd hewlbidin navê PKK’ê ji lîsta qaşo terorê derxînin. Ji ber ku PKK partiyeke berfireh û mezin e û ji bo doza Kurd û azadiya gelê xwe dixebite. Em hemû piştevaniya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya qaşo terorê dikin û me îmze kiriye û emê hewldanên xwe ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya qaşo terorê bidomînin.”