Nerazîbûnên li dijî bihabûna benzînê didomin

Nerazîbûnên ajokarên Başûrê Kurdistanê ya li ser bihabûna benzînê her diçe belav û xurtir dibe. Îro jî şofêr daketin qadan û rê girtin.

Nerazîbûna şofêran ya li Herêma Kurdistan a li dijî bihabûn û belavnekirina benzînê dewam dike.

Komek şofêrên Silêmaniyê ji ber belavnekirina benzîna 800 dînarî, li ber derê benzînxaneya Çarbax ya nêzî Qeredaxê, çalakiyek lidarxistin.

Şofêran wek nerazîbûn, rêya sereke ya Silêmanî-Erbet li trafîkê girtin.

Piştî demekê ji ber zexta hêzên ewlekariyê, rê hate vekirin.

ÇEMÇEMAL

Çalakiya welatiyên navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ya li beramberî nebûna xizmetguzariyê wek ava vexwarinê, elektrîk û di heman demê de giranbûn û belavnekirina benzîna 800 dînarî li ser şofêran berdewam e.

Çalakvanan rêya sereke ya Kerkûk-Silêmaniyê li trafîkê girtine û daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku daxwazên wan bi cih bênin.

Piştî biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê ya dabeşkirina benzîna 800 dînarî li ser şofêran, benzîn gihişte benzînxaneyên parêzgehên Hewlêr û Dihokê. Lê heta niha benzîn negihiştiye benzînxaneyên li sînorê Silêmaniyê.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî bi heman awayî ji aliyê welatiyên sînorê Çemçemal ve xwepêşandan li dijî belavnekirina benzîna 800 dînarî hatibû lidarxistin û rêya sereke ya Kerkûk-Silêmaniyê li trafîkê girtibûn.