KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayê HPG’ê Amed: Em ê li nîveka mejiyê dijmin bixînin
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Amed diyar kir ku arteşa Tirk wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tek biçe û got, “Dijmin derbe bixwe lê wê nizanibe bê ka ji ku derê hat. Em ê li nîveka mejiya dijmin bixin.” -
Avesta: ‘Meşa Gemlîkê’ pêngaveke nû ye
Sozdar Avesta, diyar kir ku 'Meşa Mezin a Gemlîkê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû ye û got, "Bi milyonan kes ji bo Rêber Apo azadî xwestin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê ev têkoşîn bidome." -
Cemal Şerîk: Heval Sema peywirê dide me
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk qala Sema Yuce kir ya ku di Hezîrana 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê di çalakiyê de şehîd bû û got “Heval Sema rê nîşan dide, peywirê dide me.” -
Li Şengalê koordînatorê şerê taybet ê PDK’ê: Haydar Şeşo
Malbata Şeşo ya li Şengalê wekî mînyatura xanedaniya Barzaniyan e. Di nav Kurdan de malbata Barzanî çi îfade dike, di nav civaka Êzidî de jî malbata Şeşo heman tişt e. -
Leşkerê Tirk li Amediyê 2 jin birîndar kirin
Leşkerên Tirkiyeyê êrîş birin ser gundê Kêsteyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn. -
YNK’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kelarê şermezar kir
Koma YNK’ê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Kelarê ya pê sivîl qetil kirin, şermezar kir. -
HPG: 25 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sema Yuce hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de yek jê payebilind 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin,wesayîteke zirxî ya Amarok û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin. -
Xwedêda Çûkê: Divê hikumeta Iraqê bi erka xwe rabe
Rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çûkê bi bîr xist ku civaka Êzidî hem xwe hem jî şerefa Iraqê diparêze û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û ezmanên Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker biparêze. -
Şofêr daketine ser rê û rê li hatin û çûnê girtine
Demeke dirêje li Başûrê Kurdistanê krîza benzînê heye. Her çendî rayedar sozê didin ku nirxê benzînê kêm bikin, heta niha gav neavêtine. Ji ber wê ji doh bi şev ve şoferên li ber benzînxaneyan benzîn negirtine, rê girtin. -
KCK'ê li ser Sinûnê daxuyanî da: Li ber êrişên qirker rabin!
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyanî da û li dijî êrişên qirkirinê bang li raya giştî ya Kurdistanê û hêzên Iraqî kir ku helwesteke xurt nîşan bidin, bi berpirsyariyên xwe rabin. -
Malbata Şenyaşar 466 roj in di Nobeta Edaletê de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin 466 roj in di Nobeta Edaletê de ye, daxwaza xwe ya ji bo "edaletê" careke din anî ziman. -
NPG'ê pîroz kir: Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin
NPG'ê peyama pîrozkirinê ji bo gerîla weşand û got, "Em bawer in ku Pêngava Şoreşgerî wê bi çalakiyên gelekî serketî û operasyonên şoreşgerî bênavber dewam bike. Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin." -
Li Kelarê bombe li wesayitê hate barandin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Kelarê ya bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayitekê hate barandin. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fermandar Germiyanî bang li ciwanên Başûrî kir: Berê xwe bidin çiyayên azad
Ji fermandarên HPG'ê Şaho Germiyanî destnîşan kir ku dem hatiye ew ala pîroz li axa pîroz a Kurdistanê li ba bidin û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo xwedîderketina li welatê xwe, berê xwe bidin çiyayên azad û li ber dagirkeriyê rabin. -
HPG'ê agahiyên li ser nasnameya Ekîn Wan a şehîd bû, eşkere kir
HPG'ê diyar kir ku gerîla Ekîn Wan a Tirkiyeyê, enternasyonalîst û şoreşgereke Apoyî şehîd bû û got, "Heta ku ewladên bi vî rengî yên bi rûmet, wêrek û leheng ên gelan hebin wê doza azadî û sosyalîzmê teqez bi ser bikeve." -
Çewlik: Şer li ser xeta Zîlan tê kirin
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku şer ne tenê li Kurdistanê ye û got, "Encamên vî şerî jî wê ne tenê li Kurdistanê be." -
Dîmenê Girê Cûdî: Dema ku gerîla li dagirkeran dixe
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kişandin û piştre lê dan. Dîmenê vê çalakiyê jî kişandin. -
Bi wêneyên gerîla 'Keça serhildêr a Agiriyê'
'Keça serhildêr a Agiriyê' Sema Yuce beriya niha bi 24 salan di 17'ê Hezîrana 1998'an de piştî 84 rojên ji berxwedana ji bo jiyanê, şehîd bû. -
Sorxwîn Avesta: Em dijmin kilît dikin
Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê Sorxwîn Avesta got, "Dema ku me navê 'Pençe-Kilît' bihîst, me got; em ê wan li Zapê kilît bikin û me bi vî rengî kir. Em ê nehêlin ku derkevin." -
Ensariyê AKP’yî got: “Hûn ne ji vir in“ û çar karker ji kar derxistin
Şaredarê Ebexê yê AKP’yî Şefîk Ensar bi hinceta ne ji Ebaxê ne 4 karker ji kar derxistin. -
Li Raperînê kampanyaya berhevkirina îmzeyan
Di çarçoveya kampanyaya berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî hat destpêkirin de, li Qeladiz û Çarqurmê îmze hatin berhevkirin. -
Dayikên Aştiyê: Çapemeniya azad dengê me ye
Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê pêkhatî, serdana DFG'ê kir û peyama xwe ya piştevaniyê dan. -
Li Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan hat şermezarkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê a Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir û got: " Kedkarên çapemeniya Kurd bi tu awayî serî li ber çewisandinan û gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin." -
‘Ji bo ewlehiya mamosteyan mûçeyên wan bişînin Kerkûkê’
Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Kerkûkê anî ziman ku ji bo ewlehiya mamosteyan divê mûçeyên wan bişînin Kerkûkê û gotin: “Wê heta kengê mamoste bibin qurbanî.” -
Cezayê girtîgehê dan birayê Medenî Yildirim ê hatî qetilkirin
Mehmet Yildirim birayên Medenî Yildirim ê ku li navçeya Licê yê Amedê di dema protestokirina kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin bi hêceta “heqaret” li Recep Tayyîp Erdogan kiriye, cezayê girtîgehê lê hat birîn.