Serdanên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhat li Silêmanî tê qebûlkirin

Welatî û kesayetên naskirî ji bo sersaxiya Şehîd Ferhat Şiblî serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê didin.

Li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî tên qebûlkirin.

Ji danê siharê ve nûnerên partî û rêxistinên weke KNK, Tevgera Azadî, Goran, Partiya Pêşverû jî di nav de bi dehan xelkê Rojava jî di nav de welatiyên Başûr û kesayetên naskirî yên weke  siyasetmedar Mihemed Emîn Pencewîn, Şêwirmendê berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, Rêvebirê Polîtburoya Yekîtiya Netewerperwer a Kurdistanê Şanaz Îbrahîm Ehmed, kesayetên oldar berê xwe didin nûnertiyê û sersaxiyê di serî de li nûnertiyê û gelê Rojava re xwestin.

Konê sersaxiyê wê du rojan li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê berdewam bike.

Tê payîn serdanên sersaxiyê 2 rojan dewam bikin.

Di 17’ê Hezîranê de balafirek bê mirov û bi çek li Kelarê wesayîtek bombe kir. Di encama êrişê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bibûn.