HPG: Em şehîdên sala 2016’an bi rêzdarî bi bîr tînin

Hêzên Parastina Gel (HPG) 16 gerîlayên di sala 2016’an de di dîrokên cuda de şehîd bibûn bi bîr anî.

Hêzên Parastina Gel (HPG) 16 gerîlayên di sala 2016’an de di dîrokên cuda de şehîd bibûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin gotin:

“Partiya me PKK’ê bi keda şehîdên me ava bûye, weke partiya şehîdan hebûna xwe ava kiriye û bi têkoşîna di xeta şehîdan de gihiştiye roja îro. Ewladên gelê me yên herî bi nirx, bi rûmet, leheng, berxwedêr û fedaîyên gelê me di nava PKK’ê de şehîd ketin û artêşeke şehîdên nemir ava kirin. Di serî de ji gelê Kurd, Ereb û Tirk gelek hevrêyên enternasyonalîst ên ku tevlî PKK’ê bûn û şehîd bûn, bûn rastiya cewher û karakterê PKK’ê. Şehîdên me hişmendiya herî bingehîn, bîr, wijdan û nirxa exlaqî ya gelê me ne, her wiha pira biratiya gelan a ku nayê hilweşandin. Ruhaniya ku şehîdên me afirandin, nirxên ku bi têkoşîna xwe afirandin û şêwaza meşa şoreşgerî ji me re mîrasek pir dewlemend ava kir. Di şexsê şehîdên me de bi sed salan e ku têra xwe bawerî, vîn, hişmendî û ezmûna têkoşîne, ji bo me hemûyan derxistiye holê. Şehîdên me yên têkoşer weke heqîqetên fedayî yên îdeolojiya Apoyî rê li ber serkeftina doza me ya hebûn û azadiyê vekirine û ferman û talîmatên serketina dawî ya vê dozê ne.

2016, yek ji salên herî girîng a dîroka têkoşîna me ye; Salek bû ku berxwedanên xwerêveberiyê pêş ketibûn û gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiya, deşt û metropolan bi dijwarî li dijmin xistin. Dewleta Tirk îsal ji ber derbên giran ket nava sendroman, artêşa Tirk û polîsên taybet bi tabûran hatin tasfiyekirin. Dewleta Tirk hê jî ji travmaya ku di sala 2016’an de dîtiye, bi ser xwe nehatiye. Sala 2016’an di heman demê de bû sala ku herî zêde çalakiyên me yên fedaî pêk hatin û wekî “sala berxwedêran” derbasî dîrokê bû. Sala 2016’an rengê têkoşînê yê salên piştî wê diyar kir, xeta fedaî hê zêdetir bi hêz kiriye, mezin bû û têkoşîn mezin kir. Bê şik mîmarê vê pêvajoyê rêhevalên me yên di sala 2016’an de şehîd ketine.

Di diyalektîka têkoşîna Apoyî de em tevgereke ku li şûna ku şehîd didin zêde dibin, li şûna ku raweste mezin dibe, li şûna ku lewaz bibe bi hêz dibe, li şûna bêmoralbûnê zêdetir moral digire û li şûna bêbaweriyê baweriya wê xurt dibe. Her şehadetek me zêdetir bi doza xwe ve girêdide, kîn û hêrsa me ya li hember dijmin tûjtir dike û bi derxistina dersên ji şehadetê bi awayekî şoreşgerî me ber bi kamilbûnê ve dibe. Ji ber vê yekê Rêbertî, şehîd û gel ku çavkaniya herî mezin a hêza PKK’ê ye, li her derê û li her cihê ku lê esas bê girtin, tevî hemû îxlalkirin û berevajîkirina dijminên me, serketinê û serkeftina mutleq dide me.

Bi vê bawerî û îradeya xwe em şehîdên sala 2016’an û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di xeta şehîdan de bimeşin, li gorî rastiya şehîdan bijîn, di bin fermandariya şehîdan de têbikoşin û armancên wan pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku em şehadeta wan bi rêzdarî bi bîr tînin wiha ne:

 

 Nasnav: Bahoz Mûş

 Nav û paşnav: Hamdûllah Kondo

 Cihê jidayikbûnê: Mûş

 Navê dê û bav: Sosin - Suleyman

 Dîrok û ciha şehadetê: 20’ê Îlonê 2016 / Avaşîn

 

 Nasnav: Faraşîn Îbo

 Nav û paşnav: Emîne Atabay

 Cihê jidayikbûnê: Wan

 Navê dê û bav: Menîcan - Abdulgafûr

 Dîrok û ciha şehadetê: 8’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Yildiz Zana

 Nav û paşnav: Emîne Beyazit

 Cihê jidayikbûnê: Konya

 Navê dê û bav: Turkan - Îsmet

 Dîrok û ciha şehadetê: 11’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Bêrîtan Roj

 Nav û paşnav: Kelsûme Tûnç

 Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

 Navê dê û bav: Şukriye - Şukru

 Dîrok û ciha şehadetê: 23’ê Cotmehê 2016 / Xakurkê

 

 Nasnav: Şoreş Bagok

 Nav û paşnav: Mazlûm Denktaş

 Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

 Navê dê û bav: Zarîfe - Alî

 Dîrok û ciha şehadetê: 19’ê Cotmehê 2016 / Avaşîn

 

 Nasnav: Havîn Xaviştî

 Nav û paşnav: Fehîme Aşkin

 Cihê jidayikbûnê: Wan

 Navê dê û bav: Elmas - Abdurehman

 Dîrok û ciha şehadetê: 20’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Zinar Amed

 Nav û paşnav: Hasan Bûlût

 Cihê jidayikbûnê: Amed

 Navê dê û bav: Nûrhan  - Cengîz

 Dîrok û ciha şehadetê: 19’ê Cotmehê 2016 / Avaşîn

 

 Nasnav: Ararat Serhed

 Nav û paşnav: Yemlîhan Levent

 Cihê jidayikbûnê: Erzirom

 Navê dê û bav: Hatûn - Omer

 Dîrok û ciha şehadetê: 5’ê Cotmehê 2016  / Zap

 

 Nasnav: Jînda Sarî

 Nav û paşnav: Sacîde Geçît

 Cihê jidayikbûnê: Sêrt

 Navê dê û bav: Bedîha - Bahattîn

 Dîrok û ciha şehadetê: 8’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Agirî Serhed

 Nav û paşnav: Recep Gogsûn

 Cihê jidayikbûnê: Wan

 Navê dê û bav: Cemîle  - Bahattîn

 Dîrok û ciha şehadetê: 19’ê Cotmehê 2016 / Avaşîn

 

 Nasnav: Argeş Jîrkî

 Nav û paşnav: Enîs OZdemîr

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

 Navê dê û bav: Meryem - Husnu

 Dîrok û ciha şehadetê: 11’ê Cotmehê 2016  / Zap

 

 Nasnav: Berçem Avareş

 Nav û paşnav: Bêrîvan Kûrt

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

 Navê dê û bav: Mereshan  - Veysî

 Dîrok û ciha şehadetê: 20’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Têkoşer Zîlan

 Nav û paşnav: Mûhammed Bozan

 Cihê jidayikbûnê: Reqa

 Navê dê û bav: Fatma - Hasan

 Dîrok û ciha şehadetê: 19’ê Cotmehê 2016 / Avaşîn

 

 Nasnav: Zîn Asî

 Nav û paşnav: Asya Edîş

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

 Navê dê û bav: Sabîha - Alî

 Dîrok û ciha şehadetê: 20’ê Cotmehê 2016 / Zap

 

 Nasnav: Stêrk Dîcle

 Nav û paşnav: Zîlan Saygi

 Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

 Navê dê û bav: Sînem - Sabrî

 Dîrok û ciha şehadetê: 12’ê Îlonê 2016 / Cîlo

 

 Nasnav: Brûsk Amed

 Nav û paşnav: Amed Nêrgîz

 Cihê jidayikbûnê: Amed

 Navê dê û bav: Valîde - Adil

 Dîrok û ciha şehadetê: 11’ê Cotmehê 2016 / Zap