KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kerkûkê ji bo şopandina doza pêşmergeyên dîl tîmek hat avakirin
Çalakvanên bajarê Kerkûkê tîmekê pêk tînin û daxwaz dikin ku ji bo aşkerakirina çarenûsa 17 pêşmergeyên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne lêkolîn bê kirin. -
HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 15 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî ya Amarokê jî hate îmhakirin. -
Dîlgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin
Dîlgirtina rojnamevanên Kurd li Amedê hate şermezarkirin û hate gotin, "Desthilatdarî dixwaze rastiya şer û krîza ku di nav de ye binixumîne." Di çalakiyê de hate ragihandin ku çapemeniya azad wê li ber xwe bide. -
Saziyên sivîl: Ji bo rojnamegerên Kurd piştevaniyek xurt raber bikin
Rêxistinên Civaka Sivîl ya li Amedê, destgîrkirina rojnamegerên Kurd şermezar kir û got, “Em bang li her kesê dikin ku piştevaniyek xurt raber bikin.” -
Şandeya enternasyonalîst serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser kir
Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de ku dixwestin biçin Rojavayê Kurdistanê lê belê PDK'ê nehişt, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kirin. -
Rojnamevan 6 roj in di hucreya yek kesî de ne
Hejmara kesên ku li Amedê di lêpirsîna dijî rojnamevanan de hatin destgîrkirin bû 22. Rojnamevan 6 roj in di hucreya yek kesî de ne. -
Dayê Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
Emîne Şenyaşar a malbata wê ji aliyê AKP'yiyan ve hat qetilkirin, ji bo bîranîna ku wê sibe di salvegera komkujiyê de li dar bixin bang li her kesî kir. -
PKK: Em têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê xurt bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li gelê Kurd bi taybetî jî jin û ciwanan kir ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê piştgirî dan DFG’ê
Bi armanca piştgirîdayinê Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana Komeleya Rojnamevana a Dîcle (DFG) kir. Di axaftinên li vir hatin kirin de hat gotin; “ Em ê li dijî neheqiyê piştgiriyê bidin rojamevanên Kurd.” -
Qedexeya li Wanê 15 rojên din hat dirêjkirin
Li Wanê ji sala 2016’an û vir ve qedexeya çalakî û merasîman ku berdewam dikir, 15 rojên din hate dirêjkirin. -
HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger û gerîlayên li tunelên şer de, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek jî hate îmhakirin. -
Ji bo rojnamevanên destgîrkirî kampanya hate destpêkirin
Ji bo bi dehan rojnamevanên li Amedê hatin destgîrkirin, kampanya îmzeyan destpê kir. -
185 rojnamevanên Kurdistanî û Iraqî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan
Xebatkarên medyayê yên ji başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê û Iraqê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan ku 21 rojnamevan destgîr kiriye. -
Nûran Îmîr: Ev meş meşa heqîqetê ye, em ê ti carî jê venegerin
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr Meşa Gemlîkê nirxand û xwest tecrîd bê rakirin. Nûran Îmîr got, "Ev meş meşa heqîqetê ye, em ê ti carî jê venegerin." -
Keleha Mîr 42 sal in ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatiye dagirkirin
Keleha Mîr a li navenda Colemêrgê ye, 42 sal in ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatiye dagirkirin. Keleha ku li gelê Kurd û tûrîstan qedexe ye, bi salan e ji aliyê hêzên dewletê ve tê wêrankirin. -
Mexmûriyan Meşa Gemlîkê silavkirin
Çalakgerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bimeşin, bi meşa piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin silavkirin. -
Li Dola Şîvê pevçûnên dijwar: 3 dagirker hatin cezakirin
Li Dola Şîvê ya herêma Çiyareş a Zapê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Di encama pevçûnan de 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû. -
Asayişa Silêmaniyê êrîş bir ser çalakvanan - HATE NÛKIRIN
Piştî hêzên asayişa Silêmanî rê neda meşê, çalakvanan rê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştre çalakvanan daxuyanî da, di dema daxuyaniyê de asayiş û hêzên çewîk êrîşî çalakiyê kir. Hate ragihandin ku hinek çalakvan hatine destgîrkirin. -
Li Silêmaniyê meşa li dijî dagirkeriyê destpê kir
Li Silêmaniyeyê meşa girseyî ya li dijî dagirkerî û qirkirna Kurdan bi tevlêbûna kesayetên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û bi sedan kesan destpê kir. -
Li Amed û Rihayê banga tevlêbûna ‘Meşa Gemlîkê’ hat kirin
Di çalakiyên li Amed û Rihayê hatin lidarxistin de, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya Meşa Gemlîkê hat kirin. -
Çalakvanên herêma Serhedê ji Wanê ber bi Gemlîkê ve bi rê ket
Çalakvanên herêma Serhedê ku ji bo ‘Meşa Gemlîkê ya Mezin’ ji Wanê bi rê ketin, peyama “Çi dibe bila bibe em ê bimeşin” da. -
HPG: 11 leşkerên Tirk ê dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 6 dagirker jî hatin birîndarkirin. -
Meclîsa Xweser a Şengalê berxwedana gerîla silav kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirker silav kir û got “Çi dibe bila bibe, em ê Şengal û Rojava biparêzin.” -
Li Amedê li aqûbeta Çayan Çîçek hate pirsîn
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê li aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn. Piştî êşkenceyê Çayan hatibû windakirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Edeneyê çalakî li dar xistin
Înîsiyatîfa Jinen Tîrêjên Rojê li Stenbol û Edeneyê li dijî faşîstan û notirvanan çalakî li dar xistin.