'Gerîlayên Kurd û Ereb bi hev re li dijî dagirkeriyê şer dikin'

Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat destnîşan kir ku gerîlayên Kurd û Ereb li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hev re şer dikin û got, "Em ê nehêlin ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike."

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat ku li eniya berxwedanê cih digire, li ser êrişan û berxwedana gerîla axivî.

Arîn Demhat diyar kir, dewleta Tirk a ku êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê dike, di dema xwe ya herî lawaz de ye û wiha axivî, "Artêşa Tirk li dijî me bi leşkerên xwe şer nake. Cesareteke xwe ya bi wî rengî nîne. Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî, balafirên şer û teqemeniyan êriş dike. Bi van êrişan de zerara herî mezin li xwezaya me dibe. Lê belê bila dijmin baş zanibe ku êdî dawî li wan hatiye, serketina gerîla gelekî nêz e.

Berxwedana ku niha li çiyayên Kurdistanê tê kirin serketina me nîşan dide. Gelê Kurd gelekî zor û zehmetî dît, lê belê berxwedana me ya salên dawî wê gelê Kurd bi ser bixîne. Ji ber ku em bi vê yekê zanin, bi moral û motîvasyoneke bilind vî şerî dikin. Gerîla bi îrade, bawerî, bêtirs û bêdudilî bi ser dijmin ve diçe. Em dixwazin desthilatedarî, mejiyê nijadperest hilweşînin û hişmendiyeke demokratîk li şûna wê ava bikin. Lewma êirşên dijmin çiqasî mezin bikin bersiva me jî wê mezin be."

BI TAYBETÎ JI BERXWEDANA YJA STARÊ DITIRSIN

Arîn Demhat qala yekîtiya Kurd û Ereban kir û destnîşan kir ku gerîlayên Kurd û Ereb niha bi hev re li çiyayên Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin.

Arîn Demhat anî ziman ku serketina gelê Kurd tê wateya serketina gelên Rojhilata Navîn hemûyan û wiha dewam kir, "Dema ku dijmin berxwedan û lehengiya jinê dibîne, ditirse. Bi taybetî ji berxwedana gerîlayên YJA Starê ditirsin. Ji ber ku zanin bi vê berxwedanê wê jin bigihêjin armanca xwe û azadiyê bi dest bixin. Hêviyên me yên mezin hene, bi serketina di vî şerî de em ê nehêlin ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike. Em ê xeta azadiyê ya jinê bi serketinê tacîdar bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."