Sozdar Avesta: Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bang li jinên ciwan kir û got “Em bawer in hûn ê di vê demê de jî rola xwe ya herî girîng bilîzin û ji bo avakirina neteweya demokratîk pêşengtiyê bikin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji malpera Nûçe Ciwan re axivî û bang li jin ên ciwan kir.

Bi tevahî axaftina Sozdar Avesta wiha ye;

“Ji çiyayên azad cihê berxwedana rûmetê, parastina Kurdistanê, ku îro di pêşengtiya gerîlayên azadiyê YJA STAR û HPG’ê de lehengiyeke bêhempa tê meşandin. Tevahî jinên ciwan, keçên bedew we hemûyan bi rêzdarî û hurmet silav dikim, hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Di pêşengtiya jinên ciwan de, pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye’ û bi şîara ‘Werin Cenga Azadî’, ku destpêka wê 8’ê Adarê û Newroz 50’î sala meşa azadiya Rêber Apo de dest pê kir, hîna jî heya niha bênavber didome. Ez jî vê berxwedaniya we silav dikim û pîroz dikim. Jinên ciwan ên leheng û rêzdar weke ku tê zanîn îro di Kurdistanê de bi taybetî faşîzma dewleta Tirk weke AKP-MHP û bi xiyaneta PDK’ê ku bûne yek, êrîşeke pir dijwar û bi her awayî berfireh li ser tevahî Kurdistanê gelekî cur bi cur berdewam dikin. Her dawî di 17’ê Nîsana vê salê de carekî din êrîşekî dijwar a dagirkeriyê, bi armanca tunekirina gerîla û di şexsê gerîlayên azadiyê de qirkirina tevahî Kurdan û bi taybetî jî şikandina hêviyê jinan û azadiya jinan kir armanc. Lê belê li hember vê dagirkeriyê ku îro li Zap, Metîna, Avaşîn û tevahî cihên ku gerîla tê de têdikoşe berxwedaneke bêhempa û bi rûmet tê meşandin. Ê ku mohra xwe li vê berxwedanê dide gerîlayên azadiyê yê YJA STAR’ê ne, ew jî jinên ciwan in, pêşengtiyekê didin diyarkirin ku heya niha tu carî mirovatiyê ev berxwedan jê re şahidî nekiriye. Em dizanin îro jinên ciwan bi pêşengtiya Komalên Jinên Ciwan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo di pêşengtiyê xeta azadiya jinê a partiya jin PAJK’ê de ne. Li tevahî Kurdistanê û derveyî welat îro êdî bûye hêvî, bawerî û zanista tevahî jinan. Ê herî zêde dixwaze xwe di vê xetê bi rêxistin bike, xwe zane bike, xwe bi rihê têkoşînê bighîne helbet ew jinên ciwan in.

EM Ê DI XETA ZÎLAN, SEMA, GULAN Û BÊRÎTANAN DE AZADIYA FÎZKÎ YA RÊBER APO TEQEZ BIKIN

Bi taybetî li Kurdistanê û di tevahî herêmê de, li ser jinan siyaseteke qirkirinê tê meşandin, siyaseteke destdirêjahiyê tê kirin, siyaseteke ku jinan dikim kole, bindest û jinan li derveyî pergalê dihêlin. Herî zêde jî bi rêya siyaseteke taybet tê meşandin. Ev siyaset wekî jinên ciwan bi her awayî dijminê wê dixe nava ne naskirinekê û wê dikişîne nava pergalekê, ev jî weke zihniyeta pergalê serdest a modernîteya kapîtalîst wekî jahrekê li tevahî civakê belav dike. Îro em dibînin pergala modernîteya kapîtalîst herî zêde ew zihniyeta xwe ya lîberal ku wekî azadî dide diyarkirin, bi xapandineke zêde, û herî zêde jî li ser jinan plan û projeyên xwe dide avakirin. Jinên ciwan li her derê di bin êrîşên pergalê de ne, di hêla pergalê de êrîş tên ser wê. Di aliyê dewlet û malbatê de êrîşên tên ser, diçe kîjan qadê jiyanê di bin êrîşan de ye. Cihekî azad ku jinên ciwan tê de karibin nefes bigirin, tenê qadên Herêmên Parastina Medyayê ye û nava refên têkoşîna azadiyê ye. Ji bo ku vê jî tune bikin û bi her awayî wê têk bibin, îro em dizanin ev êrîşên hovane têne meşandin. Ji xwe em dizanin wekî ku Rêber Apo jî daye diyarkirin şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn şoreşa azadiya jinê ye. Şoreşa azadiya jinê jî bi pêşengtiya jinên ciwan ên pêşeng ên zanist, ên xwedî keramet, rûmet û xwe wekî lehengan bi rêxistin kirine bi wan kesayetan pêkan e. Hevalên hêja û bi rûmet, hûn dizanin em di meha Hezîranê de ne, meha Hezîranê di dîroka têkoşîna me ya azadiya jinê de cihekî xwe ya taybet û birûmet heye. Meha Hezîranê meha şehîda me ya mezin ya ku wekî xwedawenda me û dîsa wekî xwedawenda azadiyê rêheval Zeyneb Kinacî, rêheval Sema Yûce û dîsa rêheval Filîz Yerlîkaya şehîd Gulan e. Her sê hevalên me yên ku di vê mehê de şehîd ketine, her yek ji wan jiyana wan, reng û şehadeta wan wekî  manîfestoyeke jiyana azad nîşanî me dide. Ez di şexsê van sê hevalan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê, pêşengên şoreşê û yên ku xwe di hemû kêliyan de, di hemû deman de wekî Zîlanan, Bêrîtanan, Gulanan û Sema, di xeta wan de têkoşînê bilind dikin, û tevahî tevlî xeta şehîdên nemir dibin. Ez tevahî şehîdan di şexsê şehîdên meha Hezîranê de bi rêzdarî, hurmet û bi minet bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Em vê sozê careke din dubare dikin, ku em ê di xeta Zîlan, Sema, Gulan û Bêrîtanan de vê têkoşînê teqez bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Misogerkirina vê jî xwedîlêderketina wê ye.

DIVÊ HER JINEKE CIWAN BEŞDAR BIBE

Erka jinên ciwan gelekî diyar e, divê jinên ciwan vêya baş bizanibin, her kêliyekî di nava pergalê de dimînin hîn zêdetir ji cewherê xwe dûr dikevin, ji hebûna xwe dûr dikevin, dîsa ji nirxên xwe yên jinbûnê û ji nirxên xwe yê ku ji bo azadiya bi dest bixînin dûr dikevin. Xwederxistina derveyî pergalê bi hemû awayî li ku derê dibin bila bibin, xwe beşdarî nava têkoşînê kirin û li erkê xwe xwedî derketin erka her jineke ciwan e. Jinên ciwan li kîjan qadê dibin bila bibin, wekî ku îro çawa di nava tevgera me de, wekî pêşengtiya PAJK’ê di nava PKK’ê de, wekî ku çawa pêşengtî ji tevahî şoreşê re dike, dîsa li hember faşîzma dewleta Tirk li tevahî qadên gerîla ku îro çawa pêşengtiyê ji şerê mezin ya dîrokî re dike û rûmeta tevahî mirovahiyê diparêze, Kurdistanê diparêze. Li hemû qadên din yên şoreşê li Bakur û Tirkiyê, li Rojhilat û Îranê, li Başûr û Iraqê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê û li derveyî welat bi giştî, li her qadekê divê jinên ciwan bi erka xwe ya pêşengtiyê rabin û erkên xwe yê demê bizanibin.

Hevalên hêja û bi rûmet îro jinên ciwan xwedî rêxistin in, wekî Komalên Jinên Ciwan xwedî ezmûnên girîng in û xwe bi rêxistin kiriye, li her qadekê xwedî sazî ye, li her qadekê xwedî rêxistin e. Divê her jineke ciwan xwe bi rêxistin bike û beşdar bibe. Dibe ku hinek jinên ciwan bibêjin em ê çawa xwe beşdar bikin, em nizanin emê çi bikin, malbata ji me re asteng e, pergal ji me re asteng e, dibistan ji me re asteng e, serdestiya zilam ji me re asteng e. Lê belê divê hûn viya baş zanibin ku tenê astengiyek pêşiya we heye ew jî ew e ku hûn bi xwe bibin xwedî îradeya xwe, hûn biryarên xwe yên rast bidin, hûn bikaribin beşdarbûna xwe di mêjiyê xwe de, di dilê xwe de, di rihê xwe de vî tiştî bidin. Pêşiya we vekiriye hûn dikarin heya dawiyê beşdar bibin.

TÊKOŞÎNA 50 SALÎ YA RÊBER APO BI XWE RE AZADIYAN JINÊ JÎ RÊXISTIN DIKE

Binêrin îsal tevgera me bi Newrozê ev da diyarkirin 50 sal in Rêber Apo meşa azadiyê didomîne û îro di bin tecrîdeke girankirî de ye. Faşîzma dewleta Tirk hemû êrîşên xwe destpêkê di grava Îmraliyê de li ser Rêber Apo dide diyarkirin, dide meşandin û dixwaze gotineke Rêberê me jî negihêje nava civakê û bi taybetî jî negihêje destê jinan. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ew pêngava ku hatiye destpêkirin, pêngaveke gelekî girîng e, pêngav heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were, divê ku bê berdewam kirin, hûnê jî divê nava vê de bi pêşengtî, bi rêbertî û bi rêhevaltî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bibin û fîzîkî azadiya Rêber Apo misoger bikin. Em dizanin îro li her qadeke têkoşînê, di nava qadên gerîla de lehengiyekî mezin tê kirin, binêrin hemû cûreyên çekên qedexekirî, çekên jehrî, dîsa bigre heya çekên teknîkî ku hemûyan li ser gerîla pêk tînin, dixwazin gerîla bifetsînin. Divê em bizanibin ku em ê li her qadekê bibin nefesa gerîla, bibin dengê gerîla, xwe beşdar bikin û li dora wan xeta berxwedanê bi pêş bixînin. Keçên ciwan, jinên ciwan ên leheng, ên bedew, ên çalak û çalakvanan. Wekî Rêber Apo gotî jina ku têkoşîn bike, ew ê azad bibe, jina ku azad bibe, xweşik dibe û yê ku xweşik bibe jî tê hezkirin. Eger ku jin têkoşînê neke, azad nebe, çalak nebe, xwaşike nebe, jê nayê hezkirin jî. Bi navê hezkirinê tiştên ku niha dixwazin bi xapandinê, bi sixtekarî, dirûtî, bê exlaqî, bê wijdanî ku dixwazin li ser tevahî civakê hakîm bikin, û bizanibin ewana hemî tiştên derewîn in. Em vêya îro dibînin di Kurdistanê de şerê taybet, bi taybetî li ser keçên ciwan çawa dide meşandin, herî zêde wan dîsa kontrayên xwe, polîsên faşîst, hemû leşkerên ku bi awayekî taybet hatî perwerde kirin, li Kurdistanê wan bi cih dike, û dixwaze wan yek bi yek bi keçên ciwan re li bixe nava têkiliyan û wan bi xwe ve girêbide, da ku bi vê rêbazê bê exlaqiyê di Kurdistanê bi pêş bixin. Dîsa madeyên hişber ên ku bi pêş dixîne, dîsa hemû malên ku taybet ava dike, bi taybetî jî wekî fihûş û di milê cins de, zayendiya ku dixwaze bi pêş bixîne, evana hemû êrîşên şerê taybet in. Mumkin e ku hûn jî viya bibêjin em çawa li hember vêya bisekinin, têkoşîna 50’î salî ya xeta Rêber Apo tevgera azadiya jinê jî bi rêxistin dike. Bi deh hezaran me di vê oxirê de şehîd dane. Îro em li tevahî Kurdistan û derveyî welat, li tevahî parzemînên cîhanê, îro em zanin têkoşîneke mezin tê meşandin.”

XETA ME XETA BÊRÎTANÊ Û MANÎFESTOYA ME XETA ZÎLANAN E

Binêrin îro li her derekê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên mezin hene. Pêngaveke pir mezin û berfireh tê berdewam kirin. Mêze bikin îro di serî de li Îngilterê, piştre li tevahî parzemînên cîhanî pêl bi pêl ev têkoşîn belav dibe. Sendîka, rêxistinên sivîl û dîsa tevahî qada civaka ku xwedî li azadiya xwe digere, di pêşengtiya jin û ciwanan de, jinên enternasyonal ên ciwan rolekî mezin tê de dileyîzin. Ez bi taybet jinên enternasyonal ên ji tevahî pêkhateyan, dîsa yên herêmê, ên ku beşdarî vê şoreşê dibin, ji bo azadiya xwe tê dikoşin, ez bi taybet wana silav dikim. Îro ew rastî jî tam ketine riya azadiyê, ew jî îro dibînin ku tenê azadî di fikir û ramanên Rêber Apo de, di xeta azadiya jinê ya ku li Kurdistanê bi pêş dikeve de misoger e. Îro careke din ez dixwazim balê bibim ser vî tiştî, berê me gereke li berxwedana gerîla be, berê me lazim e li Zap, Metîna, Avaşîn, Botan, Dêrsim, Amed, Xerzan û dîsa li tevahî qadên din yên têkoşînê be. Divê her kes vêya bizanibe, eger berxwedana Zapê bi ser bikeve û serkeftî ye, wê demê hemû jin wê gavekî din nêzî azadiya xwe bibin. Wê karibin hîn zêdetir rola xwe di nava civakê de bileyîzin. Li milekî berxwedanê xurt bikin û beşdarbûna xwe çêbikin, li milê din jî di nava civakê de divê yek jineke ciwan jî bê rêxistin nemîne. Divê her jineke ciwan mutleq karibe di nava têkoşînê de tiştekî bike. Li ku derê faşîzm hebe, li ku derê dagirkerî hebe, li ku derê ser jinê êrîş hebe, li ku derê ku dixwazin jin bindest bikin, divê li wê derê jinên ciwan xwedî rêxistin bin, xwedî helwest bin, parastina xwe ya rewa pêk bînin. Divê hûn vê jî bizanbin îro parastina rewa di pêşengtiya jinê de dest pê kiriye, beriya vî 30’î salî heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji bo ku nekeve destê hêzê xiyanetkar û li hember îxanetê helwest girt da ku nekeve destê wan çawa bû ku bi xeta xwe ya berxwedanê xwe di tehtan re avêt. Ev bû 30 sal in hîna jî jina Kurd, li Kurdistan û tevahî herêmê têkoşînê dide meşandin. Xeta me xeta Bêrîtanan e, manîfestoya me ya jiyana azad xeta Zîlanan e, sekna û berpirsyartiya Rêber Apo xeta Semayan e, dîsa wekî fermandara hêzên gerîla, hêzên taybet ya hevala Gulanan e. Bi taybetî milîtanên ku îro li Zap, Metîna û Avaşînê di nav yekîniyên YJA STAR’ê de ne. Divê ku em vêya baş bibînin û li gorî vêya jî tevbigerin.

EM Ê RUHÊ BERXWEDANA ÎMRALÎ Û ZAPÊ GEŞ BIKIN

Hevalên Hêja û bi rûmet, jinên ciwan keçên bedew û leheng, wekî tê zanîn îro li Kurdistanê li ser tevgera azadî, di şexsê Rêber Apo de êrîşê qirkirinê û dîsa dagirkirina Kurdistanê, bi hemû dijwariya xwe û bi berfirehî konseptekê berdewam dike. Heman demê niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariya êrîşeke dagirkeriyê tê kirin. Bi destê faşîzma AKP’ê şefê faşîst Erdogan û Bahçelî û xiyaneta PDK’ê li ser civaka me ya Êzîdî êrîş di van demên dawiyê de hatin pêkanîn. Metirsiyekî ku tam nehatiye derbaskirin. Li tevahî Kurdistanê îro dixwazin hêviya tevahî jinan, keçên ciwan û tevahî mirovahiyê dîsa reş bikin, têk bibin û bixînin. Ji bo ku em alîkariya vê nekin, em xeyalên dijminan û xeyalên dagirkerinê ya ku dixwazin pêkbînin têk bibin, Kurdistaneke azad, Rêberê Azad û jiyanekî azad misoger bikin. Ew pêngava ku hatî destpêkirin, di pêşengtiya jinên ciwan û Komalên Ciwan de ‘Werin Cenga Azadiyê’, pêwîst e ku ew li hemî qadan bê pêşxistin. Tevahî ciwanên Kurdistanê, tevahî di pêşengtiya jinan de, li ku derê dibin bila bibin, ew ê li vê têkoşîna bi rûmet xwedî derbikevin. Ji bona vê ez dibêjim careke din li dora berxwedana gerîla ku di pêşengtiya YJA STAR’ê de tê meşandin, em we hemûyan dawet dikin ku beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li ser vî esasî ez careke din we hemî endam, xebatkar, kesên ku li hemû qadan têkoşînê dikin û kesên ku lêgerê wan azadiye, ez ji Herêmên Parastina Medyayê, ji çiyayên azad we hemûyan careke din silav dikim, hurmet, hezkirin û bêrîkirina xwe pêşkêş dikim. Dibêjim ji bona azadiya Rêber Apo em misoger bikin, ji bo ku em karibin êdî di welatekî azad de bijîn ‘Werin Cenga Azadiyê, Werin Govenda Azadiyê’ Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin.”