HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin, derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî parve kir:

"Li qadên berxwedanê, tîmê me yên bi tevger bi hunereke xurt a ji gelek taktîkan, bênavber derbê li dagirkeran dixin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 12 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek hate îmhakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Dagirkeran li pêşiya tunelên şer agirê ji dûyê bi jehr vêxistin û hewl dan berdin nava tunelan û 2 caran jî bi teqemeniyan bombe kirin. Her wiha 7 caran bi balafiran, 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

LI HERÊMA ZAPÊ;

18'ê Hezîranê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombe li tunelên şer bibarînin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

18'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li Girê Şehîd Çekdar bi cih bibin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:15'an û 13:30'î de bi sûîqestê li ser hev li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên derb xwarin neçar man bi astekê xwe vekişînin. Di heman demê de saet di 13:30'î de li Girê Şehîd Şîlan bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin. Piştre jî li çepera dagirkeran hate xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

18'ê Hezîranê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Hezîranê saet di 22:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, helîkopteran hewl dan dagirkeran li qadên deyne û hêzên me lê dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Helîkoptereke êrişê ku dixwest dest li tîmên me yên bi tevger werde, ku çalakî kiribûn, ji tîmekî me yê din ê bi tevger derb xwar. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Êrişên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

18'ê Hezîranê ji saet 18.12 heta 19:15'an li Qada Berxwedanê ya Werxelê, dagirkeran li pêşiya tunelên şer agirê ji dûyê bi jehr dadan û hewl dan dû berdin nava tunelan.

18'ê Hezîranê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara tunelên şer 2 caran bi teqemiyan hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

18'ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Karker û Kurojahro drone geriyan.

18 û 19'ê Hezîranê li herêma Metînayê qada Girê Ortê bi obus û hawanên ji baregeha artêşa Tirk a li Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê hatin avêtin, hate bombekirin.

19'ê Hezîranê qadên Werxelê, Çemço, Rênçbiraxa û Karker, her wiha Koordîne, Deşta Êdinê, Gundê Seraro yên herLêma Metînayê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hatin bombekirin.

18'ê Hezîranê qadên Karker û Saca 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Hezîranê qadên berxwedanê yên Werxelê, Kurojahro, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Hakkarî 22 caran bi helîkopteran hatin bombekirin."