Behzat Çarçel: Hevrêtiya hevalê Qasim bi bandor bû
Behzat Çarçel qala Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an li çiyayên azad hevdu nas kir.
Behzat Çarçel qala Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an li çiyayên azad hevdu nas kir.
Behzat Çarçel qala bîranînên xwe yên bi Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an hevdu nas kirin û destpêkê di salvegera şehadeta wî de bi hesret bi bîr anî, di şexsê Qasim Engîn de şehîd hemû bi rêzdarî bi bîr anî.
Behzat Çarçel anî ziman ku Qasim Engîn kesayetekî pir alî bû û got, "Hevrêtiya wî gelekî bi bandor bû. Têkilî bi her kesî re datanî.
Min hevalê Qasim yekemcar sala 1995'an nas kir. Piştre jî di pêvajoyên şer de em bi hev re man, me gelek kar bi hev re meşand. Li Başûrê Kurdistanê, Metîna, Zap, li Bakurê Kurdistanê; bi taybetî li bakurê Zapê û Botanê me bi hev re kar kir. Piştî agirbesta destpêkê û bi taybetî jî sala 1999'an piştî agirbesta duyemîn bi banga Rêbertî piştî ku tevgera gerîla xwe vekişand Başûrê Kurdistanê hema hema her kêliyê em bi hev re bûn. Di kar û wezîfeyên şoreşgerî de em bi hev re nebin jî di hevrêtiyê de em timî bi hev re bûn.
Rasthatina me ya destpêkê tê bîra min. Sala 1995 bû ku Rêberê me û tevgera me li hemberî hevkarî û xiyaneta PDK'ê weke Pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn pênase kiribûn. Şeva ku 26'ê Tebaxê bi 27'ê Tebaxê ve girê dida pêngav hate destpêkirin. Bi vê pêngavê re 35 nuqteyên ku hêzên PDK'ê lê bûn hatin kontrolkirin. Li hemberî wan pêngav hate destpêkirin û şerek hebû. Payîza 1995'an me li sînorê Metîna-Zap'ê hev dît. Wê demê ew fermandarê yekîneyekê bû. Min jî li eniya Metînayê fermandarî dikir. Me li wê derê hevdu nas kir, sohbet kir. Di pêngava li dijî hêzên xayin û hevkar de em bi hev re di nava pêngavê de bûn, me bi hev re şer kir û plan kir.
Qet ji bîra min naçe; hevalê Rojhat Bilûzerî berpirsyarê Tabûra Hekkarî bû; fermandarê hevalê Qasim bû. Hevalê Qasim gelekî hez ji hevalê Rojhat dikir. Alîkarê wî bû, piştgirî dida wî. Bi taybetî di mijara ragihandina hişmendiya îdeolojîk û perwerdeya teorîk de bi rola xwe radibû. Em di nava hêza navendî ya Metînayê de bûn. Bi vî rengî me hev nas kir. Di nava salan de li cihên cuda me careke din hevdu dîtin.
Di salên 1997 û 1998'an de em bi hev re bûn. Wê demê em li Eyaleta Botanê bûn. 11 qadên me hebûn. Eniya rojhilat yek ji van qadan bû. Wê demê Eyaleta Botanê bi înîsiyatîf bû; me bi hev re pêngav û çalakiyên bi bandor kirin. Heval Cemal, heval Sozdar, heval Şerîf Sipêrtî, heval Rojhat, ez, hevrê Qasim û gelek hevrêyên din bi hev re bûn. Di 8'ê Tebaxê de ji bo dijmin ji qadê derxînin me çalakiyek kir. Ji bo êrîşkirinê 18 nuqteyên dijmin hatin diyarkirin. Heman piştî êrîşê wê bihata vekişandin û dijmin ji qadê bihata derxistin. Plansaziyeke welê hatibû kirin ku dijmin 3 rojan di nava dorpêçê de bê hiştin. Wê demê hevalê Qasim pêşengê yekîneyekê bû. Hedefa wî Kela Bayê bû. Hedefa her yekîneyê cud abû. Di encama êrîşan de serketineke gelekî girîng hate bidestxistin, lê belê dijmin di payîza 1997'an de ji qadê derneket. Hevalê Qasim bi yekîneya xwe bi ser hedefê de çû û serketin bi dest xist. Nuqteya me ya vekişînê ye hevpar Melîxa bû. Hemû yekîneyên din di dema xwe de gihîştin wê derê, em li hev kom bûn lê belê hevalê Qasim dereng mabû. Fermandarê Eyaletê pirsî; 'Gelo çi bi hevalê Qasim hatiye?' Hevalan gotin, 'Meşa dirêj a Mao kir'. Vekişîn ji Kela Bayê ber bi aliyê Katoyan kir û ji wê derê vegeriya û hat. Ev rêgeh gelekî dirêj bû. Yanî ji bo yekîneya xwe ewle bike, ev yek kiribû. Ev jî bûbû mijara henekê. Bi selamet bû, encam werdigirt, lê belê dereng mabû. Pêşî li henekên bi vî rengî nedigirt. Zanîbû û ji şer fêhm dikir.
Me ji hev dipirsî, çawa ye, li ku maye, xwedî kîjan pratÎkan e... Hevalê Qasim beriya bê gel me, me ew ji pratîkên wî yên berê nas dikir. Demeke dirêj li Başûrrojava mabû û gelek kar kiribû. Piştre derbasî Qada Rêbertî bûbû, ji wir hatibû Botanê. Bi vî rengî me hev nas kir. Lê belê naskirina hev a esasî sohbet û parvekirinên me bû. Hevrêyekî bi kelecan bû, cihê baweriyê bû. Têkilî bi her kesî re datanî, meraq dikir. Nîqaş dikir, dipirsî.
Taybetmendiya wî ya bingehîn ew bû ku hîperaktîf bû. Di heman demê de gelekî bi huner bû. Hevrêyekî pir alî bû. Di karên çandê de jî bi vî rengî bû, di têkiliyên civakî de jî bi vî rengî bû.
Dema ku qala dîroka Kurdistanê dihate kirin, hevalê Qasim dihat bîra her kesî. Bi navê 'Dîrok niha ye' pirtûkek jî amade kiribû. Bi rê û rêbaza xwe hevrêyekî bi bandor bû. Têkiliyên wî germ bû. Di nava me de zû samîmiyet çêbû. Piştre jî salên dûr û dirêj em bi hev re man.
Lêkolîner bû, dixwend. Di dema ku derfet kêm bûn, gava ku deng, perspektîf, pirtûkeke Rêbertî digihîşt ber destê me meraq dikir. Her wiha lêkolînerek bû ku pirtûkên têkildarî cîhanê dixwend. Bala wî li ser wêje û helbestê jî hebû.
Me gelekî sohbet kirin. Sohbetên me ne tenê li ser pergalê, gerîla û şer bû. Ji ber ku gerîla û şer her tiştî îfade dikir. Ji bo me bersiva pirsa 'Em ê çawa bijîn' bû. 50 sal in ev bû nasnameya me. Di nava gerîla û şer de her wiha wêje, sosyolojî, spor û huner jî hene. Ev hemû bi hevalê Qasim re hebûn. Berê sporvanek bû, her wiha serê govendê dikişand. Gelekî hez ji govendê dikir, min jî gelekî hez jê dikir.
Hevalê Qasim ji Bazarcixê bû. Çanda Elewîtiyê, nasnameya Kurd û zextên rejîma Kemalîst bandoreke kûr lê kiribû. Li aliyê din li Ewropayê mezin bûbû, beşa elektronîkê qedandibû. Bi salan li wan dibistanan xwendibû lê belê eleqeya xwe ya ji bo kevneşopiya Kurd û Kurdistanî gelekî zêde bû û vê yekê bala min dikişand. Bi rastî jî taybetmendiyên me yên hevpar hebûn. Me timî hevdu rexne dikir, her wiha hêz didan hevdu. Ez di wê baweriyê de me ku ew bi roleke dîrokî rabû. Hem di hevrêtiyê de, hem di gerîlatiyê de hem jî di têkiliyên bi gel re ev yek bi ser xist. Xwedî ruhekî ciwan û enerjîk bû. Centîlmen û mert bû. Xwe ti carî nedixitimand, timî li guherîn û veguherînê vekirî bû."
Behzat Çarçel diyar kir ku Qasim Engîn pîvanek ava kir û got, "Ji Komkujiya Mereşê rizgar bû, penaber bû, piştre derbasî Elmanyayê bû, li wir li navenda kapîtalîzmê dibistan xwend, lê belê piştre berê xwe jê zîvirand, ji PKK'ê bi bandor bû, çand û hunera Kurdistanê hîn bû, ji aliyê fikrî ve bi pêş ve çû û biryara tevlîbûnê da. Piştre nasnameya Kurd nas kir. Eleqeyeke xwe ya taybet ji bo zimanê Kurd hebû. Bi taybetî li ser hemû zaravayên Kurdî lêkolîn dikir. Piştî ku hînî Kurmancî bû jiyana xwe bi temamî li ser Kurmancî ava kir. Bi kurtasî eleqeya xwe ya ji bo Kurdî û ti taybetî jî ji bo Kurmancî gelekî zêde bû. Di vê mijarê de lêkolîn jî kiribû. Her wiha pirtûkek jî li ser vê bingehê nivîsî bû. Piştî ziman jî lêkolîn kir. Hevalê Qasim parêznameyên Rêber Apo bi kûrahî lêkolîn kir û di van parêznameyan de digihîşt nêrîneke nû ya dîrokî."
Behzat Çarçel anî ziman ku Qasim Engîn di demekê de ku dikarîbû rola xwe bi xurtî pêk bianiya şehîd bû û got, "Ev yek gelekî giran û bi êş bû. Em wê demê li Başûrê Kurdistanê bûn. Plansaziyeke me hebû ku ew jî bihata û me planeke nû ya hevpar bikira. Nebû para me, gelekî bi êş bû. Ez di wê baweriyê de me, eger sax bûya wê weke pêşengekî di nava rêxistinê de gavên nû bida avêtin.
Em tevgereke welê ne ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Bi her şehîdekî re êşa me mezin dibe, em dikevin valatiyekê. Şehadet timî heye, lê belê şehadetên heq nake mirovan diêşîne. Îro teknîk û teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Bi saya hevalên ku didin em dikarin tedbîran werbigirin. Lê belê ya ku bi zora me diçe şehadetên neheq e. Min timî digot, xwezî bima. Şehadet wê timî hebe lê belê hinekî din jî bima. Bi rola xwe radibû. Di demekê de ku rola xwe bi cih dianî şehîd bû."