Zanîngeha Misirê di ezmûnê de banga dîrokî ya Rêber Apo pirsî

Zanîngeha Damanhour a Misirê di ezmûnê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ji xwendekaran pirsî.

Zanîngeha Damanhour a Misirê di ezmûnên serdema biharê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ya di 27ê Sibatê de hat ragihand, pirsî.

Pirsên azmûnê ji aliyê akademîsyenê Misrî Dr. Muhammed Rifat El Îmam ve hatine amadekirin. El Îmam berê jî li ser pirsgirêka Kurd nêrînên xwe anîbû ziman.

Ji xwendekaran pirsên li jêr hatin pirsîn:

* Kurd sedsala (1925-2025) bi polîtîkayên Îranîkirin, Tirkîkirin û Erebîkirinê re rû bi rû man. Ji bo piştgiriya vê delîlan pêşkêş bikin û aliyên dişibin wê û cudahiyên wê destnîşan bikin.

* Ramangerê navneteweyî Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Nêrîna we çi ye?

* Rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vejandina pirsgirêka Kurd de çi ye?

Pirsên di azmûnê de li ser medyaya dîjîtal deng veda.