'Tenê bi hevgirtin û yekîtiyê dikare pêşî li êrişan bê girtin'

Ji rûspiyên Şengalê Berekat Mirad got, heta hevgirtina gel çênebe wê dijmin her tim êrişan bike û destnîşan kir ku tenê bi yekîtiyê pêşî li fermanan dikare bê girtin. Her wiha têkildarî lîstik û provokasyonên li ser Şengalê jî hişyarî da.

Di 15'ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê. Di encama êrişê de Saleh Xidir Naso yê 12 salî şehîd bû û 7 kes birîndar bûn. Xizmê birîndaran Berekat Mirad nerazîbûn nîşanî êrişê da û destnîşan kir ku di şexsê gelê Êzidî yên li Şengalê de êriş li hemû Kurdan hatiye kirin.

Berekat Mirad diyar kir ku ne cara yekem e êriş tê kirin û got, "Bi berdewamî herêmên me tên topbarankirin. Lê li hember van êrişan tu nerazîbûn tune ye. Ne tenê em, êrişî tevahiya gel tê kirin. Divê hikumeta Iraqê jî li hember êriş û zilma ku li xelkê Êzidî tê kirin xwedî helwest be. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe û lê binêre, ev kiryarên dewleta Tirk dike di kîjan olî de heye? Di kîjan zagonan de derbas dibe ku dewletek bi balafirên şer li sivîlan bixe û qetil bike?"

LI DIJÎ ÊRIŞAN BANGA HEVGIRTINÊ

Berekat Mirad li hember provekasyonên PDK’ê jî xelkê Êzidî hişyar kir û wiha dewam kir, "Divê gelê me yekîtiya xwe xurt bike, dest bidin destê hev. Bila nebin lîstika partiyên siyasî. Divê gelê Êzidî bi hevgirtina xwe li dijî êrişan bibin bend. Em zanin ku ev êriş jî bi desteka hin partiyên siyasî pêk hat. Gelo zarokekî  12 salî çi guneh kiriye ku bibe hedefa balafirên şer?"

Berekat Mirad got, "Divê ev yek neya qebûlkirin û divê ji aliyê tevahiya gel ve bên şermezarkirin. Îro dem hatiye ku hemû gelê me, ji serok eşîran heya tevahî civakê çi ji destê wan bê divê bikin. Şengal di nava planên herêmê û navneteweyî de ye."

Berekat Mirad da zanîn ku heya hevgirtina gel çênebe wê her dem dijmin êrişê wan bike, ji hev qut bike û perçe bike. Berekat anî ziman ku tenê hevgirtin û yekîtî dikare pêşî li fermanan bigre.