Gerîla TV dîmenê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî weşand

Gerîla TV dîmenê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî weşand ku herî kêm 18 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê bomberdûman kirin. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe. Ev dagirkerên ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin, di 24’ê Gulanê de bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya hêzên me hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvtevgerî bi ruhê êrişa Apoyî û serfiraziyê ev çalakiya bi koordîne kirin.

Tîmên me yên nîvtevgerî dagirker xistin bin kontrola xwe û saet di 05.00’an de bi taktîkên xweberdana nav dagirkeran û serdegirtinê de bi çalakiyên koordîne yên gerîlayan li dijmin dan. Milê yekemîn ê operasyonê 3 konên leşkerî û 2 çeper kirine hedef, bombeyên destan avêtine nav van deran û bi çekên ferdî li van deran dan. Hêzên me girtin ser dagirkerên ku 2 fermandarên payebilind ên dagirker jî di nav de hebûne û zûzûka çeper û kon îmha kirin. Li vê derê 2 jê fermandarên payebilind bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me kontrola qadê xistine destê xwe û çûne ser dagirkeran. Hêzên me çekeke M-16 a portatîf a fermandarê payebilind ê dagirker, demançeyek, telefoneke destan, gustîlkeke dibistana leşkerî û êlekekî êrişê desteser kirin. Hêzên me di heman demê de çûne ser cenazeyên dagirkeran, çekeke M-16, çekeke bombeavêj û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirin.

Şaxê duyemîn ê operasyonê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 çeper û konekî leşkerî dan. Tîmên me yên nîvtevgerî xwe bera nav çeperan dan, ji 10 metreyan li dagirkeran dane. Hêzên me di nava demeke kurt de ev der jî xistine bin kontrola xwe û çûne ser cenazeyê 5 dagirkeran, çekeke MPT, çekeke bombeavêj û êlekekî ji pola desteser kirin.

Dagirkerên ku li herêmê ne û xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê hatiye tespîtkirin ku herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin.

Vê Operasyona Tolhildanê a Şoreşgerî bi giştî di 12 deqîqeyan de wekî birûskê hatiye kirin. Di vê operasyona şoreşgerî de 2 jê fermandarên payebilind herî kêm 18 dagirker hatin cezakirin. Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me çûne ser cenazeyê 12 dagirkeran, gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlekekî êrişê, êlekekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirin. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin."