Keleha ku dîroka xwe digihêje Serdema Neolîtîkê: Spî Hesar

Yek ji warê dîrokî yê Kurdistanê keleha Spî Hesar, dîroka xwe digihêje heta Serdema Neolîtîkê. Spî Hesar a ku li Silêmaniyeyê ye, mîna gelek cihên dîrokî ji ber xemsariyê xera bûye.

Li her bihosta xaka Kurdistanê şopa şaristaniya ji hezaran salî heye. Ji van şop û cihwaran em dibînin ku Kurdistan bûye navenda şaristanî, cihwarbûn û civakbûnê. Piştî bi hezaran salan hê jî ew şop zindî ne.

DÎROKEK QEDÎM Û GELEK NETEW LI SER JIYAN E

Kelha Spî Hesar yek ji cihên herî diyar ê Çemçemal e ku dikeve Başûrê Kurdistanê, dikeve naverasta navçeyê. Ji şeklê wê û şiwênewarên li ser mayîn diyare xwedî dîrokeke kevin e. Di serdemên cuda de netew li ser jiyane. 

Li gorî lêkolînên hatine kirin, dîroka wê digihêje serdema kevirê nû û dîsa serdema kevirê Kanzayî (kalkolîtîk) bermayên cerikên hatin dîtin jî vê yekê piştrast dike. 

Sala 2010’an tîmeke Elmanî li vir lêkolîn kir. Di encama lêkolîn û vekolînê hatin kirin de parçeyên cerik û kelûpelên hatin dîtin, piştrast dike ku cihê jiyan û nîştecihbûnê ye, dîroka wê digihêje serdema kevirê kanzayî û heta pêş avabûna hikûmeta Iraqê ango pêvajoya Osmaniyan.

Her wiha sala 2012’an jî Rêveberiya Şiwênewarî ya Silêmanî li gel Peymangeha Berlîn û Zankoya Viyanayê li Kelha Spî Hesar dest bi lêkolîn û vekolînê kiriye. Di encama lêkolînên derketin de derket holê ku dîroka vê kelkê ji Beriya Zayînê 5 hezar sal destpê dike heta digihê serdema Osmaniyan. 

Spî Hesar li nava civakê weke Kelha Çemçemal jî tê nasîn. Kelh li ser gireke bi qasî 30 metre bilind û bi şeklê bazneyî ye. Li naverasta wê jî şûnwarên avahî û cihwarbûnê hê jî diyar in. Cih cih mirov rastî dîwarên kevir bi kislê hatî danîn tê. Ji lêkolîn û bermahiyên wê dîroka wê ji serdema Îslamê bigire heta Sasanî û dîsa digihêje Asûrî û gelek şaristaniyên din li ser jiyane.

JI BER LÊKOLÎN Û VEKOLÎNÊ BAŞ NEHATIYE KIRIN, HEM LI SER DÎROK Û CIHWARBÛNÊN WÊ AGAHÎ BAŞ NÎNE

Ji ber lêkolînek baş û vekolînek baş nehatiyekirin nayê zanîn bê ka çend civak û qonax li ser vê kelhê jiyane. Tenê bi qasî yên li ser kelhê hatin dîtin û vekolîn diyar dibe ku gelek serde derbas bûye û civak li ser jiyane. Lê ji ber vekolîneke pir baş nehatiye kirin bê ka bizanin rastî dîrok û çend civak li ser jiyan kirine, bê nîşandan. 

Ciheke wiha dîrokî, mixabin em dibînin ji ber bê xwedîtî û xizmetek baş nayê kirin, bûye cihê bermayên geştyar û xelkê herêmê. Dîsa bi nivîs û nêzîkatiyên şaş ên li ber cihên dîrokî, em dibînin bûye ciheke hatî texrîbkirin.

Demê xwe de li gorî şekil û bilindiya wê ya li ser herêmê hakim, wisa dixuyê hem ji bo jiyan û hem jî parastinê hatiye bikaranîn. Lê weke li jor hatî diyarkirin, lêkolîn û vekolînek baş nehatiye kirin, bê ka serdemên li ser hatî jiyan, berhemên derderkevin rewşê zêdetir piştrast bike.

Kelh bi dîwarên bilok hatiye pêçan û dîsa naverasta wê hemû bermayên cihê nîştecihbûnê ye. 

NAYÊ PARASTIN

Mixabin Kelha Spî Hesar jî mîna gelek cihên din ên dîrokî yên li Başûrê Kurdistanê hene, ev jî terkî qedera wê hatiye kirin, qîmet pê nayê dayîn. 

Dema hilkişiyam ser kelê tişta min hêvî dikir û dît, pir ji hev cuda bû. Bi çavê ku şûnwar paristî û gelek cih bi nivîsên neşirîn û beredayî li ser dîwarên kelhê hebûn. Her wiha naverasta ku cihê bermayên dîrokî mayîn ji bermayên welatiyên serdan kirî tije bû. Her kesê asayî dikare biçe li her cihê û naverasta wê bê ku biparêze dikare bigere. Ev jî ziyanê dide şunwar û dîroka li ser tê texrîbkirin. 

Hê jî li ser bedena kelhê, şûnwarên avaniyan hene û cihên cihwarbûnê hê jî pir baş dixuyên. Cih cih wek kortikan diyare ku cihê avahiyan e. Weke din cih cih dîwarê ji kevir û kislê hatî çêkirin jî qasî xwe li ber şertên giran ên dîrok girît jî li ber çavê mirov dike. 

Li ser kelhê hema bêje heta çavê te dibîne, bejahî rast û ji deştan pêk tê. Ji vê yekê jî diyar e ku ciheke dema xwe stratejîk e. Niha jî bûye yek ji sembola herêmê.

Gelek deverên dîrokî û şûnwarên mirovahiyê li ser Başûrê Kurdistanê heye, lê ji ber xemsariya di serî de ya hikûmetê û xelkê herêmê, texrîb dibin. Hêvîdarim ku pilan û projeyek ya Wezareta Kiştûkal û Çandê, saziyên parastina şunwaran a Başûrê Kurdistanê xwedî li cihên dîrokî derkevin.