Banga li dagirkeran: Xwe teslîmî gerîla bike!

Gerîlayan bi rêya cîhaza ragihandinê banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin û gotin, "Zaznibe ku ev şer ne şerê te ye. Şerê dewlemend, patron û bûrjûvayan e ku ji bo çend qurişan te dişîne mirinê. Dest ji çekê berde û şer biterikîne."

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê banga teslîmbûnê li leşkerên Tirk ên dagirker kirin. Gerîlayan gotin, "Gelo tu qet li ser fikirî bê tu niha li ku ye? Çi karê te li xaka Kurdistanê heye? Te çima şandin vê derê? Bersiveke bi tenê ya vê heye. Ew jî; tu ji bo dirêjkirina temenê rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst-talanker li vir e."

Di banga gerîla de ku bi rêya cîhaza ragihandinê şandine wiha ye:

"Ey leşkerê zarokê xelkê xizan!

Baş zanibe ku Tayyîp Erdogan, Hûlûsî Akar û Suleyman Soylû dijminatiyê li gelê Kurd dikin, zarokên gelê Tirk ê xizan ber bi mirinê ve dehf didin û bi vî rengî dixwazin pergala xwe ya talan û mêtingeriyê dewam bikin.

Eger gotina 'Her tişt ji bo Tirkiyeyê ye' ne derew be, çima di nava we de zarokekî wezîr an jî wekîlekî AKP'ê nîne. Gelo we qet pirsî bê çima di nava we de zarokekî generalekî nîne? Eşkere ye ku yên we şandine dijminê gel e, ku dixwaze li ser xwîna zarokan kêfê bikin.

Divê tu baş zanibe ku Tayyîp Erdogan vampîreke ku ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye, il ser xwîna ewladên gelên Kurd û Tirk dewam bike.

Divê tu zanibe ku ev şer ne şerê te ye. Şerê dewlemend, patron û bûrjûvayan e ku ji bo çend qurişan te dişîne mirinê. Dest ji çekê berde û şer biterikîne.

Fermandarên li pişt te, te ber bi mirinê ve dehf didin û dixwazin xwe bi vî rengî biparêzin, baş nas bike!

Tunelên şreoşê ji bo leşkerên mêtinger tunelên mirinê ne. Fermandarên te bi vê zanin û ji bo kariyera xwe ya şexsî te dişînin mirinê. Gelo te qet bihîstiye ku yek ketiye tunelên şoreşê û bi saxî jê derketiye? Tiştekî bi vî rengî tu nikare bibihîze. Ji ber ku heta niha ji bilî yên vala, yên ketine hundir bi saxî derneketine. Tevî vê yekê jî eger bi israr dixwazin te bişînin van tunelan, hingî tu jî nekeve vê xefikê. Ti pirsgirêkeke me bi te re nîne. Em jî mîna te ewladên eslî yên vî welatî ne. Em ne li dijî te ne; em li dijî şureka û hevkarên wan e, ku bi siyaseta şer û rantê xwîna gelên xizan dimêjin û li qesran kêfê dikin. Lewma pirsgirêka me bi giregir û fermandarên vî şerî dimeşînin re heye. Madem ji te re dibêjin ku divê illehî yek bê; wê demê bila kerem bikin; fermandarên te bên û xwe bidin pêş.

Ey leşkerê xelkê xizan!

Bi vê zanibe, eger tu xwe teslîmî gerîla bike tu yê nemire. Gerîla wê xwedî li te derkeve, ji bo jiyaneke azad û demokratîk wê derfetê bide te. Teslîmî gerîla bibe!

Jin û mêr ên ciwan ku ji bo paşeroja bi rûmet û azad a gelên kedkar û xizan derketine serê vî çiyayî, dijminê te nînin. Ew jî te weke dijmin nabînin. Li dijî wan şer neke. Xwe teslîmî gerîla bike. Xwe ji vê qirêjiyê û sîstema faşîst rizgar bike. Xwe rizgar bike ku çîna kedkar û gelên Tirkiyeyê ji vê siyaseta zem û zilma zebaniyan rizgar bibin. Ji bo vê jî yekane rêya rast ew e ku bes xizmetê ji rejîma nokerê emperyalîstên xwînmij re bike, bi şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li dijî wan têdikoşin re mil bi mil piştevaniyê bike. Rêya herî bi şeref û bi rûmet ev e.

Rêya jiyaneke welatiyekî bi îman û durust, ne şerê ji bo pereyan e û ne rijandina xwîna zarokên gel e. Ew rê; têkoşîna li dijî serwerên xwînmij e ku zilmê li gelan dike, keda ji bo jiyan û welatekî azad û demokratîk e. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê îro li Kurdistanê ji bo azadiyê, li Tirkiyeyê jî ji bo demokrasiyê ala têkoşînê bilind dikin. Ew fedaî ne ku ji bo tevahiya Tirkiyeyê jiyana xwe feda dikin. Li dijî wan şer neke! Eger tu dixwaze bibe welatiyekî bi şeref, bi rûmet û bi îman ê Tirkiyeyî, fîşekê bernede hêzên gerîla. Teslîm bibe û cîhana azad nas bike; bi vî rengî bibe neferekî kêfxweş û bi rûmet ê têkoşîna aştî û demokrasiyê!"