Kalkan: Desthilatdariya AKP û MHP’ê wê hilweşe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ketiye rewşeke xerab û got “Wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe. Temenê wê dirêj dikin lê ew ê nikaribin wê rizgar bikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan pirsên Bernameya Taybet a Medya Haber TV bersivand. Nirxandinên Kalkan ên li ser tecrîd, têkoşîna li dijî tecrîdê, rewşa dawîn a şer, êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê û rastiya Zîlan a di sala 26’emîn de wisa ye:

Kalkan derbarê têkoşîna li dijî tecrîdê diyar kir ku ew serkeftinê ji têkoşerên ji bo hilweşandina tecrîdê têdikoşin re dixwaze û got “Tecrîd û pergala Îmraliyê wekî berê didome. Di vê pêvajoyê de faşîzma AKP û MHP’ê, terora xwe, êrîşên xwe yên dagirker, zilm û zext li ser esasê pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê kiriye yek. Li cem hêzên ku şirîkên pergala Îmraliyê ne jî tu hewldaneke hiqûqî tune. Di pergala xwe de hiqûqa xwe jî pêk naynin. Di heman demê de li dijî tecrîdê bangên têkoşînê tê kirin lê tu guhertin tune. Ji aliyê din ve jî li hemberî pergala êşkence û tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê têkoşîn didome. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, ji gerîla heta gel, çalakî didomin. Di tecrîdê de tu guhertin tune lê di têkoşîna li hemberî tecrîdê de geşedaneke mezin heye. Yek jê Meşa Mezin a Gemlîkê bû ku di 12’ê Hezîranê de hate kirin. Di 11’ê Hezîranê de jî Roja Çalakiyên Global hate îlankirin. Li hemberî tecrîd û faşîzmê û ji bo demokrasî û azadiyê li her dera dinyayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin kirin.

Ev çalakiyên xurt bûn. Meşa Gemlîkê bi bandor bû. Terora faşîst, zilm, êşkence û zext careke din derxist holê. Pergala Îmraliyê ne bi tenê pergaleke li Îmraliyê ye, ew bandorê li ser jiyana li Tirkiye û Kurdistanê dike. Bandorê li ser herêm û dinyayê dike.Di çalakiyên li dijî tecrîdê de hate diyarkirin ku êdî jin, ciwan û gel naxwazin bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê re bijîn. Diyar kirin ku wê dîwarên Îmraliyê parçe bikin. Ev têkoşîn kûrtir dibe. D vî warî de helwest û peyam zelal in.

Di heman demê de 775 parêzeran xwestin biçin Îmraliyê. Divê ev israra parêzeran a ji bo çûna Îmraliyê bidome. Divê ev nebe daxwazeke tenê ji bo hefteyekê.Girîng e ku mirov diyar bike faşîzma AKP û MHP’ê çi dike û divê mirov faşîzmê teşhîr bike. Têkoşîna li dijî faşîzmê, têkoşîneke giştî ye, ji ber ku faşîzm jî bi giştî êrîş dike.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hevdîtin kir, divê biryarek were dayîn. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayê kirin. Komîteya Wezîran vê kirinê 8 sal in nadomîne. Li hemberî vî tiştî parêzeran dest bi hewldanan kirin.

KESÊN KOMPLO AMADE KIRINE JI ÎMRALIYÊ BERPIRSYAR IN

Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di sala 24’emîn de didome. Bila tu kes vê rewşê bi qanûnên TC’yê îzah neke. TC’yê Rêber Apo nebir Îmraliyê. AKP û MHP’ê nebir. Rêber Apo bi zelalî got ‘Peywira wan gardiyantî ye’ Em dizanin kê Rêber Apo birine. Kesên komployên 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibata 1999’an amade kirin, berpirsên vî karî ne. Ew berpirsên vê rewşê ne, nabe ku bibêjin me eleqedar nake. Pergala wan a hiqûqî heye, çiqasî bi cih tînin. Ev jî gelekî girîng e. Di vî warî de jî hewldan heye divê bidome.

Sendîka, rewşenbîr, kedkar û karkerên li Îngîltereyê heta Îtalya û Efrîkayê, jin û ciwan, hêzên demokratîk ên şoreşger, zanyar helwestên xwe zelal dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyan didin. Her kes dixwaze dengê Rêber Apo bibihîze. Dixwaze fikrên Rêber Apo hîn bibe Dixwazin zêdetir Rêber Apo fêm bikin. Fikrên Rêber Apo ji bo hemû kesan ronahiyeke hêviyê ye, rêya rizgariyê ye.

Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê gelekî girîng e. Dikeve sala 11’emîn. 520 hefte derbas kir. Di dîroka Kurdan de çalakiyeke wisa dirêj tune. Di dîroka dinyayê de jî çalakiyeke wisa dirêj heye yan na ez nizanim lê ev çalakî jî yek ji çalakiyên herî demdirêj e. Ez kedkar û têkoşerên vê çalakiyê pîroz dikim. Xwedîderketina li rastiya Rêbertî tê wateya xwedîlêderketina azadiyê. Tê wateya xwedîlêderketina demokrasî û mirovatiyê.”

ŞEREKÎ MEZIN HEYE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî diyar  kir ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, her roj û her meh bîlançoyên li eniyên şer eşkere dike û got “Bîlançoya du mehên dawîn jî hate weşandin. Divê mirov bala xwe bide van bîlançoyan bibîne ku şerekî çiqasî mezin tê kirin.  Dema ku fuzeyek avêtin Ukraynayê qiyametê radikin, serokên dewleta Ewropayê çûn heta Kîevê. Dewleta Tirk di 60 rojan de 774 caran bi çekên kîmyewî û 2 hezar caran jî bi balefiran êrîş kir. Rojê tê 200 êrîş. Divê vê rastiya şer were dîtin. Divê em hemû vî tiştî baş binirxînin. Divê vî aliyê şer were dîtin.

Tişta dîtir jî ev e ku faşîzma AKP û MHP sûcê şer dike. Li cem me jî tê nîqaşkirin lê hew. Belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî hene lê deng ji kesî dernakeve. Di dema Saddam de çekên kîmyewî jî nehatin dîtin lê bi hinceta ku çekên wî yên kîmyewî hene, rejîmek hate îmhakirin. A niha jî rejîmek heye ku çekên kîmyewî bi kar tîne lê deng ji kesî dernakeve. Sûcê şer tê kirin. Li gorî gotinên hevalên li Tepê Sor, dibe ku êrîşeke nukleer jî hatibe kirin. Carekê generalekî teqawitbûyî di kanaleke televîzyona Tirkan de gotibû “Em ji salên 1990’î û vir ve, çekên nukleer ên taktîkê bi kar bînin. Di şerê Ukraynayê de jî tê bi kar anîn. Li cem me jî heye, em jî bi kar tînin” Di wê kêlîkê de weşand dan sekinandin. Tiştên di salên 1990’î de hatin bikaranîn a niha jî li Zap, Avaşîn û Metînayê tên bikaranîn. Tê diyarkirin ev ji çekên kîmyewî bêtir sûc e. Divê derdorên hiqûqê li ser vî tiştî bisekine.

GERÎLA LI BER XWE DIDE

Aliyekî din ê şer jî berxwedana gerîla ye. Di nava du mehan  de 744 çalakî hatin kirin û 985 dagirker hatine cezakirin. Ev tiştên hatine tespîtkirin. Gerîla li hemberî çekên kîmyewî, çekên nukleer, balefirên şer ên modern, helîkopterên şer, balefirên keşfê, tank û topan, fuzeyan li ber xwe dide. Gerîla bi bîr, bawerî, îrade û azadiya xwe li ber xwe dide. Piştî 25’ê Mehê neçar man şer belav bikin. Ji bo ku karibin Girê Rûbar û Çiyayê Reş biparêzin. Êrîşî Girê Cûdî, FM û Hekarî kirin. Êrîş kirin lê me pirsîbû wê li Girê Cûdî çawa bisekinin. Di 15 û 16’ê Hezîranê de me dît. Operasyona tolhildana şoreşger. 57 leşkerên dagirker hatin cezakirin.  Li cenazeyê xwe didin. Kî nav van cenazeyan de hene? Nexwe çekên kîmyewî bi kar tînin, sûc dikin. Nexwe çeteyên DAÎŞ û El Kaîdeyê jî di nav wan de hene. Ji bo ku nekevin destê gerîla cenazeyên xwe parçe dikin. Li helîkopterên xwe yên ketine dixin. Çalakiya li Cûdiyê hemû planên wan xera kir. Wê birevin lê niha nikarin birevin jî. Helîkopter û cenazeyan parçe dikin. Naxwazin li dû xwe tiştekî bibe sûc bihêlin.

Li wir berxwedana herî mezin û watedar a dîrokê heye. Stendina girekî û avakirina bendekê nayê wateya her tiştî. Gerîla diçe her derê. Ji binê erdê jî diçe, ji ser erdê jî diçe. Heke qelebalix be, bi komeke biçûk diçe. Hêzeke fedaî, xwe perwerde kiriye û gerok e. Ev şerê du mehan diyar dike ku gerîla serwer e. Faşîzma AKP û MHP’ê ketiye heriyê. Hatine asta revê lê nikarin birevin jî. Nikarin bi pêş ve jî herin. Gerîla kiriye ku TC’ya dagirker û dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê nikaribe xwe bilivîne.

BELKÎ JÎ ÇAVÊ LEŞKERAN GIRÊDIDIN Û WAN DIAVÊJIN

Zehmet e ku têkevin Girê Cûdî, FM û Hekarî, ji bejahiyê ve nikarin têkevin van deran.  Wan ji hewa ve diavêjin. Belkî gelek caran jî bi daran û tehtan dialiqin. Kesekî ku ew ax dîtiye, xwe ji helîkopterê neavêje. Ji ber ku nabînin belkî bi şev çavê leşkeran girêdidin û wan wisa diavêjin. Ji bo parastina çend girên li rojhilata Zapê, şer birin rojavayê Zpê jî. Lê vê rewşê bandoreke neyînî li wan kir. Wê bêtir asê bimînin û derban bixwin. Ya li Girê Cûdî destpêk e. Wê berdewamiya wê bi awayekî xurt were. Gerîla wê çalakiyên herî afirîner û cesûr ên dîrokê li dar dixe. Wê faşîzma AKP û MHP’ê li van qadan veşêre. Nikarin cenazeyê xwe jî bistînin. Êdî ji mirovatiyê derketine û lê didin. Cenazeyê leşkerê xwe jî tune dikin. Êrîşkariyeke mezin heye. Her tişta faşîzma AKP û MHP’ê sûc e.”

TU PÎVAN Û EXLAQÊ FAŞÎZMÊ TUNE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku dema ku faşîzmê ji rojhilatê Zapê êrîşî rojavayê wê kir, ev tê wateya mikurhatina têkçûnê û got “Heke bi ser biketina ne hewce bû êrîşî rojavayê Zapê bikiria. Dema ku li wir derban dixwin, ji xwe re li çareyan digerin. Qîma xwe bi vî tiştî jî neanîn. Ew polîsên faşîst êrîî parlementerên HDP’ê, jinan û ciwanan kir. Ji ber li Zapê derb xwarin van tiştan dikin. Niha dema li rojavayê Zapê têk diçin êrîşkariya wan zêde dibe. Êrîşî meşvanên Gemlîkê, parlementer û jinan kirin. Tu pîvan û qaîdeyeke wan a exlaqî tune. Teror û zexta faşîst zêde dikin. Herî dawîn 16 kedkarên çapemeniyê girtin. Tu hinceteke wan tune. Pirsên wan gelekî balkêş in. Rojnamevaniya wan didin ber pirsan.

Teşhîr dibin, maskeya wan dikeve û sûcê wan zêdetir dibe. Ji bo ku heqîqet neyê dîtin, sûcê wan neyê zanîn êrîşan dikin.  Wê wisa biçin hilbijartinê. Ev rewş li derveyî sînorên wan jî heye. Dixwazin vê êrîşkariyê li Şengal, nava Başûr û Rojava mezin bikin. Ev jî tê wateya ku faşîzma AKP û MHP’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê çawa têk çûne. Dixwazin têkçûna xwe bidin sekinandin û temenê xwe dirêj bikin. Lê ew ê dem were û hesap were pirsîn. Generalên ku şer dimeşandin ji hinekan hesap pirsîn. Piştî Sibata 2008’an de. Ji Yaşar Buyukanik û Îlker Başbûg hesap pirsîn. Gotin hûn çima li Zapê têk çûn û hûn reviyan. Kesên wê demê hesap pirsîn a niha ketine heman rewşê.  Zap cihekî wisa ye. Wê ji wan jî hesap were pirsîn. Ji bo ku vî tiştî derengî bixînin, êrîşî derdorê dikin. A niha faşîzma AKP û MHP’ê li Kurdistanê ketiye vê rewşê. Wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe, ev tiştekî teqez e. Em vî tiştî eşkere dibêjin. Hêzên global, Emerîka, Ewropa û NATO piştgiriyê didin wan.”

BERXWEDÊRIYA ZÎLANÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di salvegera 26’emîn a şehadeta wê de Zîlan bi bîr anî û got “Rastiya Zîlanê ji bo gelê Kurd girîng e. Ji bo gelê Kurd, hemû jinan û bindestan rojeke dîrokî ye. Divê mirov wisa nêz bibe. Di dîroka Kurdan û mirovayetiyê de yek ji fedaiya herî mezin Zîlan (Zeynep Kinaci) ye. Her kes vî tiştî bi zelalî dibîne.

Şehîdên mezin hene ku li ser xeta Zîlanê têkoşiya. Sema Yuce û Gulan hene. Wan bi fedaî şer kirin. 26’ê Hezîranê salvegera 3’emîn a şehadeta heval Helmeet e. Ew fedaiyê Başûr bû. Ew bîra gelê Başûr, ruh, rûmet û helwesta demokratîk a azadîxwaz bû. Ew sembola demokrasiya yekîtiya neteweyî bû. Rastiya Zîlan ji bo civaka Kurdan û hemû bindestan tê çi wateyê, rastiya Helmet jî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û têkoşîna wê ya azadî û demokrasiyê tê heman wateyê.

GERÎLA LI SER XETA ZÎLANÊ YE

Di meha Hezîranê de me gelek şehî dan. Şehadetên nû hatin diyarkirin. Dr. Huseyîn, Salih Cizîr, Şervan Erkendî. Me li ser xeta Hakî Karer, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya şehîdên meha Gulanê bi bîr anî. Bi meha Hezîranê re pîvanên fedaîtiê, cesaret, fedakarî, ruh û hesta wê bêtir derdikeve holê.  Şervanên YJA Starê li Zap, Metîna û Avaşînê li ser vê xetê têdikoşe. Gerîla li ser xeta Zîlanê ye.

Li ser vî esasî şehîdên meha Hezîranê, di şexsê heval Zîlan û Helmet de, bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Ez soza xwe dubare dikim ku, em ê bîranîna wan bi ser bixînin. Di şexsê heval Doktor Huseyîn, Salih, Cizîrî û Şervan Erkendî de jî hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Şehîd rêya rast nîşanî me didin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat xeta şehîdan li ber xwe didin.

Li ser vî esasî Roja Fedaîtiyê ya hemû gelê me û hevalan pîroz dikim. Ez diyar dikim li ser xeta fedaî ya Zîlanê em ê bêtir têbikoşin û serkeftinên mezin bi dest bixînin.”