'Xelkê Mexmûrê dengê gelê Kurdistanê ye'

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara anî ziman, ku dewleta Tirk bi rêya êrişan dixwaze kampê belav bike û got, "Em ê serî li ber êrişan netewînin û bi azadiya Rêber Apo re serketina xwe tacîdar bikin."

Şêniyên Mexmûrê salên 1990'î ji herêmên Botan, Serhed, Colemêrg û ji gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Tirk penaber bûn. Lê penaberiya wan ne tenê bi cihekî ve sînordar ma… Destpêkê li wargehên Şeraniş, Bêrsivê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova, Nehdaran bi cîh bûn, lê li vir jî zext û zilm li pey wan hat. Arteşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberan her curê êrişan bikaranî. Wan birçî hiştin, êrişên hewayî pêk anîn û qetilkirin. Gelê berxweder ti carî serî ne tewand. Di sala 1994’an de li Zaxoyê piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza naskirina nasnameya wan a siyasî, weke penaberên siyasî hatin qebûlkirin. Di sala 1998’an de jî di bin banê Neteweyên Yekbûyî, penaberî wargeha Mexmûrê bûn. Rexmê hemû zehmetiyên jiyanê, Tevî ku wargeh di bin kotrola Neteweyên Yekbûyî de bû jî, dewleta Tirk sala 2017’an cardin bi balafirên şer êrişê Mexmûrê kir. Heya roja me ya îro jî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûrê didomin. Herî dawî dewleta Tirk a xwînxwar di 21’ê Gulanê de bi balafirên biçek û bêmirov êrişê wargehê kir û di encama êrişê de ciwanê Mexmûrê yê bi navê Hacî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da. Ji sala 2017’an heta îro li wargehê bi dehan welatiyan ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Lê tevî hemû şert û mercên giran cardin liberxwe dan û di roja me ya îro de jî soza blindikirina têkoşînê didin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara têkîldarî mijarê, sekna gelê wargehê û armanca êrişên dewleta Tirk ji ANF’ê re nirxand.

Yusif Kara diyar kir ku di siyaseta qirêj a dewleta Tirk de gelek gund hatin şewitandin, gelek mirov qetilkirin û gelek kes jî windakirin. Kara axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku gel piştgiryê nede Tevgera Azadiya Kurdistanê êrişên ne asayî li ser gel meşandin. Gel neçar ma ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibe. Ew gel 28 salin di warên cûda de hebûna xwe diparêzin.”

‘EW GEL DENGÊ GELÊ KURDISTANÊ YE’

Kara anî ziman ku dewlet hemû derfetên ku mirov bikaribe azad bijî ji destê gelan digre û wiha dewam kir: “Ew gel, dengê gelê Kurdistanê ye. Tevî ku ev 28 salin di koçberiyê de ne jî lê êrişên dewleta Tirk a faşîst û xayinan li ser wê gelê mazlum didome. Di aliyê aborî, siyasî, civakî, xizmetguzarî û bi rêgiriyê xwestin gelê wargehê belav bikin. Lê ev civak li hemberî hemû êrişan li ber xwe da û li berxwe bidin. Ji ber ku ew gel tu caran teslîmiyetê qebûl nakin. Naxwazin ku koletî û bindestiyê bikin qedera civaka xwe. Ji ber vê ew civak ji dema koçberbûyî heta roja îro li ser wan xeyalan dimeşe.”

Yusif Kara da zanîn ku ew gel wê hertim bi tevgera azadiya Kurdistanê re girêdayî bimînin û wiha pêde çû: “Dijmin jî ji bo vê îradeyê bişkîne hemû şêwazên dij mirovahiyê bi kar anî. Ji ber ku dixwaze gîrêdanbûna vî gelî bi şehîdan û Rêbertî re têk bide. Lê encam negirtine, ji ber ku ew civak xwedî felsefeya Rêber Apo û şehîdanin. Ji ber ku ji sala 1973’an heta 2022’an li hemberî hemû qirêjiyên gerdûnî şerê modernîteya kapîtalîst kiriye û di roja îro de li dijî NATO ya ku teknolojiya cîhanê di destê wê de ye şer dike. Şkandina îradeya civakeke wisa zehmete.”

‘EM Ê SERKETINA XWE BI AZADKIRINA RÊBER APO RE TACÎDAR BIKIN’

Kara bal kişand li ser armanca êrişên dewleta Tirk û got: “Armanca wê têkbirina vê fikriye. Dixwaze Kurdan esîr bigre û îradeya wan bişkîne. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze împaratoriya xwe di Rojhilata Navîn de carekî din belav bike. Heger dewleta Tirk îro nikare li Rojhilata Navîn hespê xwe bibezîne, yek jî sedemê vê felsefeya Rêber Apo ye. Ji bo bikaribe bi awayeke rehet tevbigere pêwîste destpêkê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê serketina xwe îlan bike. Ger îlan bike wê Mîsaq-î Millî ji Kerkûk bigre heta Helebê bike bin kontrola xwe. Çawa ku di demê Osmaniyan de desthiladariyê xwe li ser civakê ferz dikir û gel ji qetlîaman re derbas dikir, di roja me ya îro de jî dixwaze vê yeke bidomîne.”

‘GER DESTÊ XAYINAN DI VAN ÊRÎŞAN DE NEBE, DIJMIN NE EWQAS BIHÊZÊ’

Kara di beşek din a nirxandinên xwe de da zanîn ku yên astengî li ber planên dewleta Tirk a dagirker çêdike û di Rojhilata Navîn de dixwaze demokratîkbûna civakan pêşbixe Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û wiha behsa êrişên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd kir; “Di cîhanê de şereke bi vî rengî li dijî civakeke ewqas mazlum ne hatiye kirin. Dewleta Tirk îro di hemû astan de li kuderê firsend bibîne ji bo têkbrina vê fikr û îdolojiyê bi hevkarên xwe re êriş dike. Ger destê xayinan di van êrişan de nebe, dijmin ne ewqas bihêzê. Em ê her tim li dijî xayînan têkoşîna xwe birêve bibin. Em ê bi felsefeya Rêber Apo xeta ku ji mirovahiyê re daniye weke Konfederalîzma Demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Em gelê waregehê soz didin ku emê hewl bidin hêjayî berxwedana ku îro li seransarê Kurdistanê tê domandin bibin. Em ê li hemberî dijminan serê xwe netewînin û ev ê soza me be, soza me wê bi pakrawanên me be. Em ê serketina xwe bi azadkirina Rêber Apo re tacîdar bikin.