Parêzeran ji bo 16 rojanemevanên hatin girtin serî li dadgeriyê da

Parêzerên 16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, ji bo betalkirina biryara girtinê ya der barê rojnamevanan de serî li dadgeriyê dan.

Parêzerên 16 rojnamevanên di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn desgîrkirin û di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin, ji bo betalkirina biryara girtinê ya der barê muwekîlên xwe de îtiraz kirin. Parêzeran serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dan. Parêzeran di daxwaznameya îtirazê de xwestiye ku muwekîlên wan ên hatine girtin bi awayekî negirtî bên darizandin.

Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku dozgeriyê û dadgeriyê pirsên têkildarî rojnamevaniyê ji rojnamevanan pirsî ne, lê bêyî ku delîleke berbiçav li holê hebe ew bi sûcê "endamtiya rêxistinê" girtine.

Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku divê biryara hatiye dayin bê betalkirin û rojnamevanên ku ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin bên berdan.

Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku biryara girtinê divê cardin di ber çavan re bê derbaskirin û rojnamevan bên berdan.