Waliyê Wanê terora leşkeran a li Xaşkanê parast
Walîtiya Wanê şîddeta leşkerên Tirk a li taxa Xaşkanê ya Şaxa Wanê parast.
Walîtiya Wanê şîddeta leşkerên Tirk a li taxa Xaşkanê ya Şaxa Wanê parast.
Leşkerên Tirk dema ku xwestibû şêniyê bi navê M.E.A destgîr bike, teror kiribû.
Li ser medyaya civakî dîmenên terorê hate weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku leşkerên Tirk bi deqîqeyan gule li hewa direşînin û şîddetê li jinan dikin.
Di serdegirtinê de hate diyarkirin kesê bi navê M.E.A hatiye destgîrkirin.
Walîtiya Wanê ji ber nerazîbûnan daxuyanî da û îddîa kir ji bo ku jendirme qelebalixiyê belav bike, gule li hewa reşandiye.
Di dîmenan de tê dîtin ku bi tenê leşkerên Tirk qelebalixiyê dikin û pê re jî êrîşê dikin.
Başkale ilçesi Xaşkan Mahallesi’ne bağlı Sersul mezrasında K.A adlı yurttaşı gözaltına almak için gelen askerler havaya dakikalarca ateş açtı, duruma itiraz eden kadınları da darp etmiş. Görüntülerde bu kadar silah sıkmayı gerektiren tek bir emare var mı?! pic.twitter.com/n2sdaLStUn
— Hüseyin Kaçmaz (@avhuseyinkacmaz) June 20, 2022
KAÇMAZ: REWŞEKE WISA TUNEYE KU ÇEKAN BI KAR BÎNIN
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê û parlementerê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li ser twîtterê dîmen weşand û got “Leşkerên ku xwestine li mezraya Sersul a Xaşkana Şaxê kesê bi navê K.A destgîr bike, bi deqîqeyan gule li hewa reşandine. Dema jinan îtîrazî vê rewşê kirine, êrîşî jinan hatiye kirin. Ka li dîmenan binihêrin, rewşeke wisa heye ku guleyan bireşînin.”