Gerîlayên li Şehîd Şahîn 47 rojan dagirker tarûmar kirin

Komek ji gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn şer kirin, 47 rojan leşkerên Tirk ên dagirker tarûmar kirin. Gerîla TV dîmenekî li ser vê berxwedanê weşand.

Di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de ku 14'ê Nîsana 2022'an li Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Yek ji qadên vê berxwedanê jî çepera şer a Şehîd Berxwedan bû, ku li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 2 mehan rê neda dagirkeran.

Komek ji gerîla ya bi fermandariya Bager Gever û Avzem Çiya li vê çeperê ji roja destpêkê ya şer heta 47 rojan li dijî her cûre teknîka şer, obus, helîkopter û balafiran, bi gerîlatiya serdemê, artêşa Tirk tarûmar kir. Gerîlayên ku di pozîsyona parastinê de neman, gelek caran derbên giran li leşkerên Tirk xistin.

Yek ji van çalakiyên ku artêşa Tirk ji hev xist di 29'ê Gulana 2022'an de pêk hat. Piştî vê çalakiya ku 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, gerîlayan her cûre metirsî dan pêş çavên xwe û bi ser cenazeyên leşkeran ve çûn. Gerîlayên HPG û YJA Starê wê rojê çûn ser cenazeyên 2 leşkeran û dest danîn ser gelek malzemeyên leşkerî û çekan.

CENAZEYÊN XWE JI ZINAR DIAVÊJIN

Gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn tespît kirin ku leşkerên Tirk cenazeyên xwe ji zinaran diavêtin. Di roja 35'an a berxwedana li çepera şer a li Şehîd Berxwedan, fermandarê gerîla Bager Gever bi navê koma gerîla rêveçûna şer li ser cîhaza ragihandinê nirxand û ev agahî da:

"Ya ku îro li hemberî me şer dike dewleta Tirk nîne, ya ku li hemberî me şer dike çekên kîmyewî û teknolojiya NATO'yê ye. Leşkerên dijmin bi her cûre teknolojiyê hewl didin ku xwe ji êrişan biparêzin, ji ber ku newêrin bikevin tunelên şer bi teqemeniyên giran êrişî tunelan dikin û heywanên ku bombeyan bi wan ve girê didin, dişînin. Cenazeyên xwe ji zinaran diavêjin û hêzeke wan a ku şer bike nemaye. Em gelekî meraq dikin ku dijmin wê ji niha û pê ve bi kîjan amûran êrişî me bike."

Gerîla Bager Gever diyar kir ku li Girê Şehîd Şahîn li dijî her cûre êrişên artêşa Tirk ew bi rengekî mezin li ber xwe didin û têkildarî rê û rêbazên şerê qirêj ê artêşa dagirker wiha axivî: "Heta niha gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ev gaz bi tunelan ve dizeliqin, dema ku tevger hebe hingî ji nû ve çalak dibin. Ev gaz bi por û kincên hevalên me ve dizeliqin. Me ev rewş bi belge kirin."

Bager Gever anî ziman ku wan silavê ji wan re hatiye şandin wergirtine û baweriya xwe ya bi serketinê wiha anî ziman: "Em silavên hevalên xwe werdigirin û ev yek me gelekî kêfxweş dike. Em ê hewl bidin hêjayî vê silavê bin. Em careke din dibêjin; serketiyê vî şerî ji niha ve diyar e û em ji her demê bêhtir xwe nêzî Rêberê xwe hîs dikin. Ji niha ve serketina gerîla li hevalan hemûyan, li gelê me û Rêberê me pîroz dikin."

'HESABÊ BAZÊN ZAGROSÊ NEKIRIBÛN'

Gerîla Bager Gever di nava şert û mercên zehmet ên tunelên şer de jî peyamek bi dîmen amade kir û tê de diyar kir ku leşkerên Tirk ji 17'ê Nîsana 2022'î û vir ve li cihê ku ji hewayê xwe lê danîne, nikarin xwe bilivînin û got, "Navê 'Pençe-Kîlît' li vê êrişê kirine, ku ev yek jî girîngiya Zapê careke din radixe pêş çavan. Ji ber ku li gorî wan Zap kilîta hemû herêman e, bi daxwazeke bi vî rengî hatin. Lê diyar e ku hesabê Bazên Zagrosê nekirine. Di nava pençeyên Bazên Zagrosê de man û heta niha derbên gelekî giran xwarin."

Bager Gever ragihand ku artêşa Tirk di serî de çekên kîmyewî gelek cûre gaz bi kar aniye û got, "Ji ber vê yekê bêhn li gerîla diçike, êş dikeve serî yan jî dil zûtir lê dide. Tevî vê yekê jî gerîla bi aqil û afirîneriya xwe dijmin têk dibe. Ya ji destê me hate em ê ji bo partiya xwe û gelê xwe bikin. Ji ber ku ya ji me tê xwestin ev e. Em careke din sozê didin hevalên xwe yên şehîd bûne ku serketinê misoger bikin û vê çanda berxwedanê dewam bikin."

GERÎLA AVZEM: TIRS KETIYE DILÊ DIJMIN

Avzem Çiya ya ku li heman çeperê şer dikir, diyar kir ku dijminê li hemberî wan tirsoneke û ji hemû nirxên exlaqî bêpar e. Avzem Çiya anî ziman ku leşkerên Tirk eger çekên kîmyewî bi kar nîne nikare rojeke bi tenê jî li qadê bimîne û got, "Piştî ku çekên kîmyewî bi kar tînin derdikevin holê û xwe nîşan didin. Ev jî nîşan dide bê çiqasî tirsonek in û ji kîmyasalê bawer dikin. Eger ji mirovahiyê û wijdan nebêpar bûna wê kûçik neşandibûna nava tunelên şer, wê bi xwe bihatina û li hemberî me şer bikira."

Gerîla Avzem ragihand ku dema dinya dibe mij û ewr, tirseke mezin dikeve dilê leşkerên Tirk û got, "Ji ber ku wê demê şert û mercên hewayê rê dide serweriya gerîla, ew jî bi vê zanin lewma dikevin tirsa mirinê. Tenê dema derdora xwe dibînin, hingî xwe bi hêz dibînin. Berevajî dijmin, tişta herî dawî ku gerîla jê bitirse mirin e, ji ber ku gerîla dema tevlî dibe her tiştî dide pêş çavên xwe. Em xwedî sozeke mezin e û serketin wê ya me be."

BÛN ÇARÊN BERXWEDANA ZAPÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 21'ê Hezîrana 2022'an bi daxuyaniyekê ragihand ku çar gerîlayên li çepera şer a li Şehîd Berxwedan şer dikirin; Bager Gever (Erkan Dara), Avzem Çiya (Bêrîvan Cuma), Arîn Kobanê (Emira Musa) û Şerzan Hingirvan (Serkan Uçkun) 2'ê Hezîranê şehîd bûn.
 
Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Piştî ku derfetên kêm ên li çeperên şer qediyan, biryar hate dayin ku çeperê biguherînin. Lê belê beşek ji hevrêyên me yên ji destpêkê ve di nava vê berxwedanê de bûn li gorî vê biryarê çeper guhertin, hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan jî israr kirin ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke dîrokî bidin artêşa Tirk a dagirker. Tevî ku derfet hebû çeperê biguherînin û bi selametî ji wir biçin jî her çar hevrêyên me komek ji hevrêyên xwe şandin û biryara çalakiya fedaî dan. Di 2'ê Hezîranê de saet 10:00 bi ruhê êrişê yê bilind li dijî dagirkeran çalakiya fedaî lidar xistin. Hevrêyên me xwe berdan nava dijmin, bi lehengî şer kirin, herî kêm 12 dagirker ceza kirin."

HPG'ê lehengiya gerîlayên li Girê Şehîd Şahîn Bager, Avzem, Arîn û Şerzan şiband çalakiya Çaran a Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku sala 1982'an li zindana Amedê bedena xwe dan ber agir û weke 'Çaran' cihê xwe di dîroka gelê Kurd de girtin.