KONGRA GEL ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir: Em bi dengekî bi hêz Kurdistanê biparêzin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo parastina Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê bang kir û işaret bi girîngiya meşa 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê got, "Bi pêşengtiya înîsiyatîfa 'Defend Kurdistan' û bi tevlêbûna gelek rêxistin û saziyan, li dijî êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyevî, di roja 25'ê Hezîranê de li Dusseldorfê meş û mîtîngeke mezin wê pêk were.

Armanca vê meş û mîtînga mezin; li hemberî komkujiya gelê Kurd a ku dewleta Tirk dixwaze pêk bîne, bi tevlêbûneke pir mezin a gelên Kurdistanê û dostên me yên enternasyonal, em nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya NATO, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî bilind bikin, zexta raya giştî li ser wan çêbikin. Em ji bêdengiya wana re bêjin 'êdî bese'."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Tecrîda li ser Rêber Apo, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, zext-girtin-kuştin-êşkence ya ku bi giştî li ser gelê Kurdistanê tê kirin, bi droneyên bi çek kuştina zarok û mirovên medenî; ev siyaseta komkujiyê ya ku dewleta Tirk li ser gelê me dimeşîne, ji vê bêdengiya qada navneteweyî hêz digre.

NATO, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî, ne ku tenê bêdengin, heman demê bi yekser alîkariyên alavên şer jî şirîkên vê komkujiyê ne. Dewleta Tirk di hemû aliyan de bi alîkariya van hêzan dixwaze komkujiya gelê Kurd pêk bîne. Ev hêzên navneweweyî, kuştin û tunekirina 'Kurdên Azad', ji dewleta Tirk re serbest kirine.

Dewleta Tirk ji ber vê siyaseta xwe ya komkujiyê, NATO-Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî jî ji ber alîkarî û bêdengiya xwe, li gor qanûnên mirovahiyê tawanbarên vê komkujiyê ne.

Rexmê bêdengî û alîkariya NATO û Yekîtiya Ewropayê, siyaseta dewleta faşîst li hember şerê gerîlayên azadiyê perûperîşan e. Desthilata faşîzma AKP-MHP'ê ber bi têk çûnê de ye. Ji ber vê rewşa têkçuyî, faşîzm li her deverên Kurdistanê wek seyekî har êrişî gel û gerîla dike.

Em wek gelên Kurdistanê û dostên me yên ku li Ewropa, dijî komkujiya li ser gelê me û bêdengiya qada navneteweyî, pêwîste bi helwesteke heybet bersivê bidin. Ji ber vê yekê jî tevlêbûna meş û mîtînga li Dusseldorfê pir girîng e. Li hemberî bêdengiya qada navneteweyî, pêwîste li Dusseldorfê dengê me gelek bi hêz be.

Roja 25 Hezîranê li Dusseldorfê em ê bi dengekî bi hêz 'Kurdistanê biparêzin'. 

Em ê bi dengekî bi hêz, li hemberî komkujiya gelê Kurdistanê bêdengî û alîkariya NATO, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî protesto bikin.

Heman demê 25ê Hezîranê bi coş û kelecaneke mezin em ê berxwedana gerîlayên azadiyê silav bikin. Em ê bi hêzeke mezin, bi tevlêbûneke bi heybet, bersîva qehremanên xwe bidin.

Li ser vî esasî em ji gelên Kurdistanê, dostên xwe yên navneteweyî, hêz û kesên ku dijî faşizm û dagirkeriya dewleta tirk in, ên ku demokrasi-azadî û aştiyê dixwazin, bang dikin, ku roja 25'ê Hezîranê li Dusseldorfê em bi hev re bin."