Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger: 36 dagirker hatin cezakirin -HATE NÛKIRIN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger li dar xist. Di operasyonan de 36 dagirker hatin cezakirin, dronek, mobesek û 3 kon hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev daxuyanî da.

“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, li her derê êrîşî gelê Kurd dike, siyaseta xwe ya înkar û îmhayê didomîne û zilmê dike. Vê tişta ku dewleta Tirk dike biryardariya têkoşînê, hêrs û hesta tolhildanê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêdetir dike. Herî dawîn jî li gundê Xaşkanê ya Şaxa Wanê zilm li ser gelê me hatiye kirin û her kes bûye şahidê vê zilmê. Çeteyên faşîst ên rejîma AKP û MHP’ê li çiyayên Kurdistanê her roj deho deho tasfiye dibin û rewşa wan li ber berxwedana gerîlayan li ber çavan e lê êrîşa li ser gelê Kurd ê masûm ji xwe re wekî hunerê dibîne.Lê hêzên me hay jê hene ku ew hêza parastina rewa ya gelê Kurdistanê ne û di 20’ê Hezîranê de êvarî Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger dane destpêkirin, hesabê vî tiştî ji dagirkeran xwestine û tola gelê me stendine.

DAGIRKER HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARÊN XWE VEDIŞÊRIN

Hûlûsî Akar û Tayyip Erdogan dagirkeran diajon ser qadên gerîlayan û bi tenê ji bo parastina desthilatdariya xwe vî tiştî dikin. Mirina leşkeran qet ne li xema wan e û bi mirina leşkeran ji raya giştî vedişêrin. Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê û divê raya giştî baş bizanibe ku artêşa Tirk derbên ku xwariye û mirina leşkeran vedişêre. Ne bi tenê mirina leşkeran vedişêrin, di heman demê de cenazeyê gelek leşkeran li çiyayan dihêlin, cenaze xera dibin û cenazeyên leşkeran nadin malbatan.

Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger di serî de, di çalakiyên hêzên me de, 36 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne, dronek, pergaleke kamerayê ya mobeseyê, 3 kon hatine tunekirin. Tunelên şer 19 caran bi teqemeniyan, 5 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin, qadên berxwedanê jî 4 caran bi balefir û 10 caran jî bi helîkopter û obusan hatine bombekirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 20’ê Hezîranê saet 12:50’î de li herêma Berxwedanê ya Werxelê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistine.

Di 20’ê Hezîranê saet 15.00’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Werxelê ketin kontrola tîmên me yên bi tevger. Ev dagirker piştre bi awayekî koordîneyî bi çekên ferdî û giran hatin gulebarankirin. Li vir hat tespîtkirin ku 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Cenga Xabûre ya Mereşê de;

20’ê Hezîranê saet 13.00’an li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Hêjar ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatine darbkirin û liv ir 3 dagirker birîndar bûne.

Di 20’ê Hezîranê saet 19:30’an de dagirkerên li herêma Girê Şehîd Akîf a herêma Berxwedanê ya Hakkarî ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

20’ê Hezîranê saet 23.00’an helîkopterên ku li ser herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî digeriyan, rastî mudaxeleya tîmên me yên YJA Starê yên bi tevger hat. Piştî mudaxeleya tîmên bi tevger, helîkopter neçar man ji herêmê derkevin.

Di 20’ê Hezîranê saet 05:55’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 20’ê Hezîranê saet 18:00’an de, dagirkeran li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi teqemeniyan tunelên şer ên Şehîd Çekdar bombe kirin. Dagirkerên ku ketin bin kontrola hêzên me, cara duyemîn dema hewl dan bi teqemeniyan tunelan bombe bikin, bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin û 3 dagirker hatin cezakirin. Tîmên me yên bi tevger bi awayek hemwext li herêmên Girê Şehîd Leşker, Girê Şehîd Şîlan û Girê Şehîd Baxtiyar li dijî dagirkeran çalakiya Tolhildana Şoreşger li dar xistin. Di vê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî de; Li Girê Şehîd Çekdar konekî dagirkeran hate xistin û hate rûxandin. Li Girê Şehîd Baxtiyar nîşangirekî dijmin ji aliyê tîmên bi tevger a YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hate gulebarankirin û cezakirin, di heman demê de pergaleke kamera mobesse û çekeke giran hate rûxandin. Dagirkerên li Girê Şehîd Leşker ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve ji 3 aliyan ve bi bombeyên destan û çekan ji nêz ve hatin derbkirin, 25 dagirker hatin cezakirin û 2 kon hatin rûxandin. Di saet 23.00’an de jî dagirkeran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Di 20’ê Hezîranê saet 18:30’î de, dagirkerên ku li Girê Şehîd Şîlan ketin tevgerê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran hatin gulebarankirin.

21’ê Hezîranê saet 05:00’an dema ku dagirker li herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê ketin tevgerê, tîmên me yên bi tevger wan gulebaran kirin û 3 dagirker li vir jî hatin cezakirin. Saet di 06:40’an de drona ku ji aliyê dagirkeran ve li herêmê geriyabû ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin û hat îmhakirin.

Êrîşên bi çek û teqemeniyên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê;

20’ê Hezîranê, tunêlên şer ên Şehîd Hejar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekariyê 6 caran bi teqemenî, 5 caran jî bi çekên kîmyewî û carekê jî bi balafirên şer hatin bombekirin.  

20 Hezîranê saet di 12.30, 21.00 û 23.55’an de, tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 7 caran bi teqemeniyan hatine bombekirin.

20’ê Hezîranê saet ji 15.00’an heta bi 16.00’an tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker 5 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagir ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine;

20 Hezîranê saet ji 18.00’an heta bi 18.30’î qada Girê Ortê ya li ser herêma Metînayê ji baregeha Kanî Masî ya dewleta Tirk bi obusan hatiye bombekirin.

20’ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Werxelê ji Qereqolên li ser sînor bi obusan hat bombekirin.

20’ê Hezîranê, qada Sacayê 4 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

20’ê Hezîranê, Qada Berxwedanê ya Kurojahro 10 caran bi helîkopteran hat bombekirin.”