'Me daxwaza nasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê kir'

Hevserokê PADÊ’yê Omer Salih diyar kir ku wan bi navê hemû pêkhateyên Şengalê hevdîtin bi Serokkomar Berhem Salih re kirine û got, "Me daxwaza nasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê kir."

19’ê Hezîranê şandeyek ji Şengalê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtineke fermî kir û li ser rewşa Şengal, Iraq û daxwazên civaka Êzidî sekinî. 

Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koçka Selam a li paytext Bexdayê pêşwaziya şandeyê kirîbû. Di nav şandeyê de Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih jî hebû. Salîh li ser hevdîtina ku kir ji ANF'ê re axivî.

'NÊZÎ 20 KES DI NAVA ŞANDEYÊ DE HEBÛN'

Hevserokê PADÊ’yê Omer Salih di der heqê şandeyê de ev agahî par kirin; “Em beriya biçin, li hev civiyan û me yên di şandeyê de cihê xwe bigirin hilbijartin da ku em bikarin rojeva Şengal, pirsgirêkên heyî baş bidin famkirin û hêza çareseriyê derbixin holê. Da ku em bikarin li ser wê bingehê raporek ji bo daxwazên civaka me teslîmî hikûmeta Iraqê bikin. Di nav şandeyê de ji Îttihad Wetanî, Dawid Cindî, Saîd Betoş ji Hizba Teqqadûm bû, em li ser navê PADÊ, Neam Elyas li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Suham Dexîl, Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo, Rêvebirê Bajarokê  Sinûnê yê Şengalê  Xwedêda Çûkê, Fuad Hemîd, li ser navê Mesihiyên Şengalê Îsa Şemo, Şêx Ehmed Medlî û Xelîl Brahîm Eyaz ji Sineyan, Abdilrezak li ser navê Tirkmenên xelkê Şengalê li wir bû. Nêzî 20 kes li wir amade bûn da ku bikaribin êşa vî gelî bidin zanîn û daxwazên civakê ragihînin.”

'ME DAXWAZÊN GELÊ XWE JI BERHEM SALIH RE RAGIHAND'

Salih di berdewamiya axavtina xwe de anî ser ziman ku armanca wan ragihandina rapora daxwazên civaka Şengalê bûye û ew dane Berhem Salih û wiha pê de çû; “Me dosyeya xwe da serokkomarê Iraqê. Civak bi hemû beşên xwe li wir hat temsîlkirin. Wan jî li ser daxwaza giringî bi civînê dît. Di demeke nêz de herî dereng di nav 6 mehan de divê qeymeqemê Şengalê bi biryara gelê Şengalê were hilbijartin, hewce be wê ji boneyê jî hilbijartin çêbibe. Daxwaza me ew e ku em xwe bi xwe bi rê ve bibin ne ku hinek ên ji der ve me bi rê ve bibin da ku tu kes li ser Şengalê nekare bazariyê bike. Şengal bi xwe biryaran bide, xelkê li Şengalê vegerîne.’’ 

'MIJARA SEREKE JÎ KOÇBER BÛN'

“Li ser koçberiyê jî pir hate sekinandin. Me jî got, çima koçber venagerin, ji ber sedema planên siyasî nikarin vegerin. Ji xwe ji bo venegerin pêşiyê digirin û bi gotina em ê bi blokan xaniyan ji were çêbikin astengiyan derdixin. Bi rêya sazî û destgehan mafê wan tê xwarin. Şûna vegerînin ser cîh û warên wan dûrî axa wan bi bilokan xaniyan lê dikin. Ji çûyîna şandeyê her hizb agahdar bû. Hizbên ku tev li şandeyê nebûn jî helwesta xwe ya ku naxwazin Şengal ava bibe, bi pêş de biçe eşkere kirin.”

'PDK'Ê NEXWEST HEVDÎTIN ÇÊBIBE'

Hevserokê PADÊ Omer Salih anî ser ziman ku wan tu ferq û cudahî nehiştiye di nav hizban de û heta PDK jî dawet kirine û ev agahî dan; “Me haya PDK jî pê xist, jixwe Haydar Şeşo temsîla PDK’ê ye, tevgera Islah jî ne di nav de bû. Wan nexwest tê de cîh bigirin. Me dixwest her beşê civakê cîh bigire heya siyasetmedarê bi serê xwe Xidir Salîh jî tev lê bû. Her kes dikare tev lê bibe. Wek şandeyeke berfireh em çûn me hevdîtin kir. Haya PDK’ê jê hebû, Viyan Dexîl wan jî nexwest û li ber çêbûna hevdîtinê rabûn. Lê dîsa komcivîna me çêbû. Em bi hêvî ne ku Şengal bibe cihê xwedî biryar û rêveberiya xwe.”

'EW DIXWAZIN RÊVEBERIYA BERIYA 2014'AN VEGERÎNIN'

“PDK dixwaze rêvebiriya beriya 2014’an cardin vegerîne. Lê dijminatiya me li dijî tu kesî nîn e. Lê heger di cihê herî hesas de terka te bikin û biçin, lê tu li ber xwe bidî û li ber dijminên xwe rabî. Wan bi xwe terka vir kir û çûn. Tu kes bi zorê dernexist. Dema êrîş bi ser Şengalê de hatin wan pişta xwe dan gel, terka dijminan kir û çûn. Lê belê îcar sala 2017’yan li ser Şengalê tu êrîş nîn bû Haşdî Şabî cihê xwe berda û valahiya çêbû xwestin dagirin. Lê ya eşkere ew e ku naxwazin aramî û sikûnet li Şengal çêbibe. Em naxwazin ew rêvebiriya berê were dest bavêje vir û bi dilê xwe bi rê ve bibe.”

'EM NAHÊLIN TILIYÊN XWE BIXIN ÇAVÊN HEV Û DIN'

Di berdewamiya anîna ser ziman a fikir û ramanên xwe de Omer Salih li ser êrîşên dawîn ên li ser Şengalê jî wiha axivî; “Bi rêya saziyên sivîl, dikanên gel dikin hedef. Tiştê dikin sûc e, gelê te ye, civaka te ye, tu yê çima parastina saziyên xwe nekî û lê nebî xwedî. PKK’ê ji xwe re dikin hincet, lê ev ne rast em bixwe ne. Ew her astengiyê derdixin, Haydar Şeşo ew jî tê de. Hinek derdor jî hene ku dixwazin berê Êzidiyan bidin hev. Em nahêlin kes bi tiliyên me biçe çavên hev û din. Deriyê me ji hemû aliyên Êzidî re vekirî ye ku niqaş û danûstandinê bikin. Bi şertê ku em tifaq û parastina Şengalê bikin, em bikarin gelê xwe biparêzin. Em bêyî gelê xwe tu nîn in. Em bang li hemû civaka xwe dikin ku bila li doza xwe bibin xwedî. MÎT’ê xwe li her derê bi cih kiriye. Li Şengalê jî he ne. Mixabin îro Êzidiyên bi MÎT’a Tirk re ne hene. Bûyerên çêdibin ne ji pêşketina Tirkan e. Ên ku sîxuriyê ji dijmin re dikin, dijmin tînin bi ser serê me de. Dewleta Tirk ne bi tenê dixwaze Mûsil û Kerkûk bigire lê dixwaze Diyala, Selahedîn, Ambarê jî bigire.  Ji xwe sala dawîn a temambûna 100 salên Peymana Lozanê tê. Û ji wê boneyê zêde wext nemaye. Harbûna dewleta Tirk ji wê boneyê ye.’’