Xelkê Şengalê: Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersiv bide van êrişan

Xelkê Şengalê got, “Dewleta Tirk bi balafirê êriş dike, PDK’ê ji bo gel berde hev tevlîheviyê çêdike. Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersivê bide van êrişan.”

Di 15'ê Hezîranê de dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser hev bi balafirê bombe kir. Di vê êrişê de Saleh Xidir Naso yê 12 salî şehîd bû, xebatkarê çapemeniyê û zarok jî di nav de 7 Êzidî birîndar bibûn.

‘LI SER ŞENGALÊ HESABÊN KÛR HENE’

Endamê Meclîsa Dugirê Nasir Şengalî diyar kir ku planên navdewletî li ser Şengalê hene û di vê mijarê de banga hişyariyê li gelê Êzidî kir. Şengalî destnîşan kir ku li hember her cure êriş bi rêxistinbûn û hevgirtinek bi hêz dikarin vala derxin û wiha got, “Kes an jî hêzên ku dixwazin di nava gel de alozî çêbikin jî hene. Divê gelê Êzidî li dijî van hêzan hişyar bin û zarokên xwe biparêzin. Divê ji bo bidest xistina maf em li ber xwe bidin û rêxistina xwe bihêztir bikin.”

Şengalî anî ziman ku gelê Êzidî her tim ji aliyê şerê desthilatdaran ve bûne qurbanê şer û wiha dewam kir, “Li ser Şengalê hesabên kûr tê kirin. Em dibînin ku tiştekî bi navê mirovahiyê û rastiyê nema ye. Heya niha bi hezaran kes ji civaka me winda bû û hatin qetil kirin. Ji bo careke din gelê Şengalê qir bikin planên nû çêdikin. Ji bo vala derxistina van planan pêwîste Êzidî hev bigirin.”

'FERQA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK JI YÊ DAÎŞ’Ê TUNE YE'

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Reşo jî diyar kir, ku êriş li dijî gelê ku ji ferman, qirkirin û koçberiyê rizgar bûne tê kirin û wiha axivî, “Îro gelê me li her derê belav bûye, gelê me dikare ji bo xwe kar bike û dengê xwe li her derê cîhanê bilind bike. Hevgirtin dikare paşve gavê bi dijmin bide avêtin. Ev êriş ji yên DAÎŞ’ê ne qut in û ji bo me ti cudahiya wan tune ye. DAÎŞ'ê hewl da gelê me qir bike û ji ser axa wan bide koçber kirin. Em dibînin heman tiştî niha dewleta Tirk dike. Rayedarên Iraqê eger bi erka xwe ranebin û gel neparêzin, bila ji karên xwe îstîfa bikin. Lê eger ew xwe wek berpirsê vî welatî dibinin divê rê li ber van êrişên hovane bigirin. Ev êriş li ber çavê Iraqê pêk hat, eger serweriya Iraqê heye bila keremkin serweriya xwe biparêzin.” 

‘ARMANCA ÊRIŞAN VALAKIRINA ŞENGALÊ YE’

Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Hisên Sado anî ziman ku gelê Êzidî piştî fermanê nû nû hatine ser hev û jiyana xwe saz dikin û got ku tehemûla dijmin ji vê hêza gel re nemaye, ji ber vê êriş dike. Sado got ku armanca êrişan valakirina Şengalê ye û wiha domand, “Êrîşên ku pêk tên bandorek mezin li ser gelê Êzidî dike. Ev gel ji êrişên hovane westiya. Dewleta Tirk bi balafiran êriş dike, PDK’ê jî di nav gel de fitne û fesadî çêdike. Hin ciwanên Êzidî di bin navê cuda de armanc dikin bê aramiyê di nav gel de derînin.”