Qelebalixiya zêde ya li girtîgehên Fransayê, gihişt lûtkeyê
Li Fransayê ji 1’ê Mijdarê ve qelebalixiya giştî girtîgehan bû sedî 128,5’an. Li 13 girtîgehan ev rêje ji sedî 200’ê derbas dike.
Li Fransayê ji 1’ê Mijdarê ve qelebalixiya giştî girtîgehan bû sedî 128,5’an. Li 13 girtîgehan ev rêje ji sedî 200’ê derbas dike.
Li gorî hejmara ku Wezareta Edaletê ya Fransayê roja Înê weşandî, li girtîgehên 62 hezar û 357 kesî ji 1’ê Mijdarê ve 80 hezar û 130 kes hatin girtin. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve hejmara girtiyên li girtîgehên Fransayê 79 hezar û 631 e, di Mijdara 2023’yan de jî 75 hezar û 130 bû.
Ji 1’ê Mijdarê ve, qelebalixiya giştî girtîgehan ji sedî 128,5 bû. Li 13 girtîgehan ev qelebalixî ji sedî 200 derbas dike. Ji ber vê yekê 3 hezar û 962 girtî neçar dimînin ku li ser şîlterên li erdê binivin. Qelebalixiya girtiyên li benda darizandinê û yên cezayên demkurt lê hatine birîn, digihije sedî 155,1’an.
Ji Mijdarê û şûn ve bi giştî 96 hezar û 569 kes hatin binçavkirin. Di nava van de, 16 hezar û 439 kes hene ku nehatine girtin, lê bazina bi elektronîk bi destê wan ve hatiye kirin.
Li gorî lêkolîneke ku di meha Hezîranê de ji aliyê Konseya Ewropayê ve hate weşandin, Fransa ji ber qelebalixiya zêde ya li girtîgehan, di nava welatên xwedî performansa herî xirab a Ewropayê de cih digire. Fransa li pey Qibris û Romanyayê, di rêza sêyem de cih digire.