Qeyûmê li Êlihê, peykerê Cegerxwîn rakir

Qeyûmê ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve li ser Şaredariya Êlihê hate danîn, peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em da rakirin.

Şaredariya Êlihê di sala 2007'an de li Parka Kîne Em a li taxa Fatîhê peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn danî bû.

Lê belê şaredariya ku qeyûm dest daniye ser, peyker rakir.

Di 23'ê Adara 2014'an de jî kesên nenas êrişî peyker kiribûn û ew ji şûna xwe rakiribûn.