Li Amedê 15 roj in polîsan dora saziyên çapemeniyê girtine

Hefteyek derbas bû ku 16 rojnameger hatine girtin. Şîrketên produksiyonê yên Piya û Ariyê hê jî di bin ablûkaya polîsan de ne.

Di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn destgîrkirinn û bi ser ajans û kargehên wan ên produksiyonê de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kamera, kompîtir û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Lêgerîna li nav Produksiyona Fîlman a Pelê bi dawî bû lê belê ligel ku 15 roj bi ser re derbas bûn jî lêgerîna li avahiyên produksiyonên Piya û Ariyê berdewam dike. 

Ev 15 roj in ku polîsan avahiya 4 qat a kargehên produksiyonê û derdora wê xistine dorpêçê. Parêzerên produksiyonên Piya û Ariyê bi dozger re hevdîtin kirin û diyar kirin ku têkildarî sedem û lêgerîna li avahiyê ji wan re agahiyek nehatiye parvekirin. 

GELEK EKÎPMAN HATINE DESTESERKIRIN

Di encama serdegirtina produksiyonên Piya, Arî û buroya navendî ya JINNEWS’ê ya li navçeya Yenîşehîrê de gelek alav û amûr hatin desteserkirin. 

Bi ser girtina rojnamegerên re hefteyek derbas bû ku bi xebatên rojnamegeriyê dihatin sûcdarkirin. Rojnamegerên girtî niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin.