Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî: Girtî ji ber ku Kurd in bernadin

Malbatên girtiyan ên li Nobeta Edaletê dewam dikin wiha gotin: "Girtiyên nexweş û yên înfaza wan tê şewitandin, ji ber Kurd in bernadin."

Roja 218’an a Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî ye ku li Amedê tê girtin. Komeleya Yekîtî û Çand û Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya Bi Malbatên Girtî û Hukumxwarî re ya MED’ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER) û endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan piştgiriya malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha D hatin bal hev, kir. 

‘ZEXTAN DIKIN, GIRTIYAN BERNADIN’ 

Nazîme Botan a dayika girtiyê nexweşê giran Civan Botan, "Edalet hebûya, em 8 mehan li edaletê nedigeriyan. Nexwe, edalet nîn e. Girtiyên cezayê wan qediyaye bernadin. Zextan li wan dikin. Mafê zarokên me ji wan stendine. Em bi tenê dixwazin ku yasa bi cih bên anîn. Girtiyên nexweş bên berdan. Bila Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên di der heqê zarokên me de dane sererast bike."

Botan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku kurê wê yê nexweş ji ber ku di girtîgeheke dûrê wê de girtiye, kurê xwe nabîne û wiha got: ‘’Ez ji ber ku nexweş im nikarim biçim dîtina kurê xwe. Ji wê boneyê dixwazin kurê biînin cihêkî nêzê min.’’ 

‘JI BER KU KURD IN GIRTÎ NE’ 

Încî Guler a xweha girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî wiha axivî: ‘’Girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî ji ber ku Kurd in bernadin. Ji ketina vê rewşa ya girtiyan hemû partiyên siyasî berpirs in. Daxwazên me daxwazên insanî ne. Ji bo jiyana her kesî ne. Dewlet yasayên xwe cih bi cih bike, wê girtî bên berdan.’’