Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kamera niha li ser milê me ye

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê girtina rojnamevanan de daxuyanî da. Platformê got: "Kamera niha li ser milê me ye, mîkrofon di destê me de ye. Em li vir in û her kes dikare bi îradeya xwe ragihîne. Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê 16 rojnamevanên ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn destgîrkirin û di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin li ber Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) daxuyaniyek da. Parlementerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet şik jî di nav de gelek endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de pankartên li ser "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser "Rojnamevanên Kurd rûmeta me ne" nivîsandî hatin hilgirtin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran metna daxuyaniyê xwend.

Tûran diyar kir ku desthilat êrîşên xwe yên li ser parazvanên demokrasiyê didomîne û çapemeniya li gor wê tevnagere jî hewl dide wê bitepisîne.

'ÇAPEMENIYA AZAD 30 SAL IN LI BER XWE DIDE'

Tûran anî ziman ku di dema destgîrkirina rojnamevanan de gelek amûrên wan ên çapemeniyê jî hatine texrîbkirin û got: "Ev destgîrkirin û girtinên li dijî çapemeniya Kurdî, çapemeniya azad ne yên ewil in. Çapemeniya azad 30 sal in di bin zext û çewisandinan de dixebite. 30 sal in li hemberî girtin, revandin û suîqastan li ber xwe dide."

Tûran di berdewama daxuyaniyê de got: "Lê kamera niha li ser milê me ye, mîkrofon di destê me de ye. Her kes dikare bi dilxwazî nûçeyan çêbike. Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne."

‘HEQÎQET LI CEM KESÊN MAFDAR E‘

Paşê Parlementerê TÎP'ê Ahmet Şik axivî. Şik jî got: "Detshilateke wisa heye ku eynî wekî di 1984 a George Orwell de 'wezareta xwe ya rast' ava kiriye û pergaleke ku hemû derewên wê rewa bike ava kiriye. Û aparata wê ya herî girîng jî çapemeniya wê, daraza wê û burokrasiya wê bi xwe ye."

Şik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heqîqet her tim li cem kesên mafdar e.