Hişmendiya ku Şêx Marif û hevalên wî bi darve kir, niha li Hewlêrê li ser kar e

Berî bi 59 salan Şêx Marif Berzencî, Husên Berzencî, Cebar Pîrozxan û Mecîd Hesen jî di nav de 28 welatparêz, şoreşger û niştîmanperwer ji aliyê rejîma Baas ve hatin bi darvekirin. Îro jî heman hişmendî bi netewperestiya paşverû ya Kurd re li ser kar e.

Îro salvegera 59’an a bidarvekirina Şêx Marif Berzencî Husên Berzencî, Cebar Pîrozxan, Mecîd Hesen jî di nav de ku 28 welatparêz, şoreşgerên Kurd û niştîmanperwer bi awayekî hovane ji aliyê rejîma Baasê ve hatin bi darvekirin.

JI BER XEBATA XWE YA ŞOREŞGERÎ GEF LÊ TÊ KIRIN

Yek ji pêşengê wê pêvajoyê Şêx Marûf e. Di vê pêvajoyê de têkoşîn û xebateke mezin a demê kir.

Şêx Merûf ku li nava civakê weke Şêx Marif tê nasîn sala 1921’an li navçeya Qadir Kerem hatiye dinê. Kurê Şêx Ebdulkerîm ê. Şêx Marif bi xwe xelkê Kerkûkê ye. Dibistana seretayî heta refa 4’an li Qadir Kerem qedandiye, refa 5 û 6’ê ya wê demê ku weke navîn dihate hesibîn li Navenda Leşkerî ya Kerkûkê qedand. Sala 1940’an dibistana amedeyî destpê kir û sala 1943’an jî birwanameya derçûnê digire. Heman salê jî weke karmend dest bi kar kir. Sala 1944’an ji bo xwendina bilind berê xwe dide Bexda û li kolêja maf û hiqûqê dixwîne. Dibistana xwe jî sala 1948’an diqedîne.

JI BER GEFAN DEMEKÊ KOÇBER DIBE

Şêx Marif li Kerkûkê 2 salan karê parêzeriyê dike û sosyalîst e. Ji ber helwesta xwe ya ramanê û xebatên neteweyî rû bû rûyê gefên mirinê hatiye. Ji ber vê yekê heta sala 1950’î li çiyayê Sengaw, Qeredax û Şarbajêr weke koçber jiyan kir. Şêx Marif nêzî 4 mehan li gel Şêx Mehmûdî Hefîdî li Darîkelî û mehekê jî li Sîtek li gel Şêx Şetîfî Hefîde maye.

DEMEK KIN BÛ YEK JI KESÊ HERÎ ÇALAK

Marif sala 1973’an peywendiyên xwe li gel tevgerên Kurdî çêkir û sala 1939’an li gel damezirandina Partiya Hîwa, bû yek ji endamê herî çalak ê vê partiyê û sala 1940 jî bû pêşengê wan li bajarê Kerkûk.

Şêx Marif xwedî hestekî şoreşgerî bû. Di hilbijartina sala 1954’an a Parlementoya Iraqê de bû yek ji wan kesên niştîmanî yekgirtû dengekî pir zêde li Silêmanî bi dest xist. Li ser vê yekê rejîma Baas rê neda li Parlementoyê bibe nûnerê gel.

JI BER HELWESTA XWE BIRYARA DARVEKIRINÊ LÊ HATE BIRÎN

Şêx Marif ji bo endamê meclîsa niştîmanî ya aştîxwazên Iraqê hate hilbijartin, li ser daxwazên gel jî demekê bû serokê şaredariya Kerkûkê. Şêx Marif li gel hinek welatparêzên din 14-15’ê Hezîranê 1959’an hate destgîrkirin, radestî dadgeha leşkerî hate kirin û biryara darvekirinê lê hatin birîn.

CENAZEYÊ WAN LI STÛNA PIRA LI SER ÇEMÊ XASA VE GIRÊDAN

Li berbanga 23’yê Hezîrana 1963’an Şêx Marif û Husên Berzencî ku kesayetên navdar ên Kerkûk a devera Cebarî bû, her wiha Cebar Pîrozxan û Mecîd Hesen jî di nav de 28 Kurd hatin bidarvekirin. Cenazeyê wan bi stûnên Pira ava Çemê Xasa ve girêdan ji bo çend rojan. Yek ji sedemê darvekirina wan ji ber sosyalîst, şoreşger û netewperwer bûn.

Îro em dikevin salvegera 59’an a darvekirina Şêx Marif Berzencî, Husên Berzencî, Cebar Pîrozxan û Mecîd Hesen jî di nav de ya 28 welatparêz û şoreşgerên Kurd ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatin bidarvekirin.

PIŞTÎ 59 SALAN HEMAN HIŞMENDÎ LI SER KAR E

Balkêş e ku îro jî em dibînin ku heman kesayet û rejîma Baas ku destê wan di qetilkirina herî hovane ya welatparêz û şoreşgerên Kurd de, îro li bajarê Hewlêr ku weke paytexta Başûrê Kurdistanê tê nasîn ve tê parastin û xwedî mal û milkin. Berî 59 salan vê hişmendiyê şoreşgerên Kurd qetil kirin, piştî 59 salan ew hişmendî û kesayet li Hewlêr dijîn û tên parastin.

Li gorî hin belgeyên ku siyasetmedar û çalakvanê civaka sivîl Mekî Amêdî ku di dema weşana zindî ya li ser Facebookê eşkere kirî de dibêje PDK’ê Hewlêr kiriye stargehên Baasiyan.

Belge û agahiyên hatine belavkirin wiha ne:

“BEASIYÊN LI GUNDÊ ÎNGILÎZÎ DIJÎN

Hecî Şebîb Silêman Mecîd û Galîb Hebîb Mecîd ku dibe kurê pismamê Sedam Hisên, her wiha deh malên din ku hemû Baasî ne, li Gundê Îngilîzî ya Hewlêrê dijîn. Gundê Îngilîzî dikeve ser rêya Hewlêr-Mûsil û li rex parka Samî Ebdurehman e.

BEASIYÊN LI GUNDÊ EMERÎKÎ

Ebû Deri ku sekreterê pêştir ê Elî Hesen Mecîdî yê Baasî ku di nava Kurdan de weke Elî Kîmyavî bi nav û bange, tawanbarê sereke yê kîmyabarana Helebçeyê ye. Niha ev kes li Gundê Emerîkî de ku dikeve ser rêya taxa Mesîf a Hewlêrê dijî.

Pismamê Sedam Hisên, Muzahim Mihemed Hesen Mecîd jî berê li Hewlêrê jiyaye û piştî rûxîna rejîma Baas, li Hewlêrê miriye û li Mizgeftên Hewlêrê merasîma sersaxiyê jê re hatiye danîn. Niha 4 kur û 2 keçên wî hene ku dibin kur û keçmamên Sedam Hisên û hemû jî li Hewlêrê dijîn û mala wan li Gundê Emerîkî ye.

Çar kurê Ebd Hesen Mecîd ku dibin pismamên heq ê Sedam Hisên niha li Gundê Emerîkî dijîn û hemû jî ji aliyê PDK’ê ve tên parastin û ewlehiya wan tê girtin.

Hesen Elî Hesen Mecîd ango kurê Elî Kîmyawî li Gundê Emerîkî malekî wî heye û di heman demê de li Urdunê jî malekî wî heye û di navbera Urdun û Hewlêr de hatûçûnê dike. Pir caran jî li mala xwe dimîne û li Hewlêrê dijî. Wan kesên ku bavên wan bi destê Elî Kîmyawî hatibûn şehîdxistin niha PDK’ê wan kiriye nobedarê kurê wî qatilî.

Ew çalakvan işaret bi wê jî dike ku PDK û malbata Barzanî bi xwe bi rêya çend şêwirmendên kevn ve bi wan Baasiyan re karên bazirganiyê kirine. Dema yek ji xwişkên Mesûd Barzanî mir, Baasiyan bi hinceta sersaxiyê çûne mala Barzanî.

Bicihkirina hejmarekî wer zêde yê Baasiyan a li Başûrê Kurdistanê û parastina wan a ji aliyê PDK’ê ve di demekî de ye ku hemû kes dizane 180 hezar welatiyên Başûrê Kurdistanê bi destê Baasiyan ve hatine enfalkirin ku di nava wan de 8 hezar Barzanî jî hebûn. Di nava kêliyekê de 5000 welatî li Helebçeyê bi destê Elî Kîmyawî hatin komkujkirin, heman Elî yê ku niha kurê wî li Hewlêrê dijî.

Bi hezaran pêşmerge canê xwe dan, bi hezaran bûn gazî û xwîna bi hezaran welatî hate rijandin. Di encama xebata bi dehan salan a pêşmerge û Kurdan de beşek li Başûrê Kurdistanê rizgar bû, lê niha PDK li Hewlêrê parastina Baasiyan dike û jiyana herî xweş ji bo wan dabîn dike. PDK welatiyên xwe jî birçî dihêle û mûçeya mamoste, karmend û pêşmergeyan nade, ciwan jî ji ber bêkarî û bê edaletiyê berê xwe didin Ewropayê.”

KALIKÊN TIRKIYE YA NÛ OSMANIYAN ŞÊX EBDULSELAM BIDARVE KIR Û BARZAN ŞEWITAND

Herî dawî jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di merasîma danasîna pirtûkên li ser tevgera Barzanî de gotibû: “Barzan di sala 1892’yan de cara yekem li ser destê artêşa Osmanî hate şewitandin. Heta rûxandina rejîma Baas Barzan û herêma Barzan 16 caran hatiye şewitandin û wêrankirin.”

Her wiha Bavê Mesûd Barzanî Şêx Ebdulselam Barzanî 14’ê Kanûna sala 1914’an de li gel hevalên xwe li Mûsilê hatin darvekirin.

ÎRO BI DIJMINÊ XWE RE YE, LI DIJÎ TEVGERÊN AZADÎXWAZ E

Îro jî heman hişmendî û dijminên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî şoreşger û welatparêz û aliyên din ên xebatê dikin bi hevkariya MÎT û îstixbarata PDK’ê Parastinê li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê tên hedefkirin û şehîdkirin.

EV NÊZÎKATÎ WÊ BIBE SEDEMA WINDABÛNA DESTKETIYAN

Ne tenê welatparêz û şoreşgeran heman demê di şerê li Zap, Avaşîn, Metîna yên van du sê salên dawî li Başûrê Kurdistanê dijwar bûye, bi girtina rê, çavdêrî û şehîdkirina bi dehan gerîlayên Tevger Azadiya Kurd PDK bi dewleta Tirk a dagirker re tev digere. Her wiha bi vê kiriyarên xwe dixwaze Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê tesfiye bike. Dîsa bi vê nêzîkatiyê dibe sedem ku destkeftiyên sedê salan ên bi xwîna şehîdan hatine avakirin, ji dest biçin.

Her wiha li Rojava, Başûr, Bakûr û Rojhilat destketiyên mezin hatine girtin, nabe ku bi destê hevkariya li gel dagirker û dijminên Kurdan kar bê kirin. Ev hişmendî wê li gelê Kurd tev bide windakirin.

RASTIYA DAGIRKERIYÊ FAM NEKIRIYE

PDK qet ji dîroka xwe û rastiya dijmin fam nekiriye, ji bo wê îro li gel Behsî û dewleta Tirk a dagirker cih digire û êrîşî nirx û rûmeta şoreşger, welatparêz û Kurdan dike.