'Heta ku girtî azad bibin em ê çalakiyan bikin'

Malbatên girtiyan ên li Nobeta Edaletê gotin: "Heta ku girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin wê çalakiya me bidome."

Nobeta Edeletê ya xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin di roja 219’an de li Amedê didome. Xizmên girtiyan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin cem hev û cardin daxwaz kirin ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan.

Komeleya Yekîtî û Çand û Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyên Winda Kirine (MEBYA-DER), Federesyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya Bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran ya MED’ê (MED TÛHAD-FED); Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUAY-DER) û rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan çalakiyê.

Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku li dijî girtiyan huqûqa neyartiyê didomînin û got: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ev 8 mehe em li her derê ji bo berdana girtiyên nexweş bang dikin. Em ji bo vê yekê bi israr in. Lê ew jî bi israr guh nadin daxwazên me. Neberdana girtiyên nexweş ne tenê sûcê ATK’ê ye, di heman demê de sûcê tevahî partiyên siyasî û Wezareta Edeletê ye. Ew jî hevkariyê dikin."

Mervanî diyar kir ku xizmên girtiyan her tim wê daxwazên xwe dubare bikin û wiha got: "Heta ku girtiyên me bêne berdan û dermankirin çalakiya me wê bidome. Ev yek divê hemû kes wiha bizanibe."

Ji xizmên girtiyan Reşehat Ada jî got: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li gel girtiyan bin."

Daxuyanî bi dirûşmên, "Maf, hiqûq, edalet", "Bijî berxwedana zindanan" û bi çepikan dawî bû.