‘Qeyûm wê bi têkoşîna demokratîk a gel bên sekinandin’

Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr diyar kir ku desteserkirina şaredariyên Kurdan zordestiyeke hiqûqî ye ku bi tewanbariyên derew tê kirin û got, ew dikarin van pêkanînan bi têkoşîna demokratîk a gelan bidin sekinandin.

Em bi Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Cemal Demîr re li ser bandor û derhiqûqiyên desteserkirina şaredariyên girêdayî tevgera siyasî ya Kurd axivîn.

Cemal Demîr ku di heman demê de parêzer e diyar kir ku qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e û li dijî rêgeza serdestiya hiqûqê û antîdemokratîk e. Ev li dijî mafê dengdan û hilbijartinê yê gelan êrîşek e û armanca wê lawazkirina demokrasiya xwecihî ye.

‘NE HIQÛQÎ YE’

Demîr li ser vê rêbaza ku rê li ber desteserkirina îrqdeyê vedike û ji dema OHAL’ê ve tê sepandin av agahî dan: “Hevkariya desthilatdariyê ya AKP-MHP’ê, ev demeke dirêj e vî welatî wekî şîrketeke malbatî bi kar tîne. Ev feraseta birêvebirinê ne li gor destûra bingehîn, zagon û mewzûatan e, li gor biryarên keyfî yên desthilatdariyê pêş dikeve. Vê rewşê destûra bîngehîn ku berhema derbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980’yî jî ji holê rakiriye. Bo nimûne, dema ku şaredar derbarê erka xwe de rastî hin sûcdariyan hatin, divê di çarçoveya xala 127’emîn ya destûra bingehîn de hin verastkirinên giştî werin kirin. Lê piştî hewla darbeya 2016’an verastkirineke nû hat kirin. Bi biryarnameyên OHAL’ê, biryarname ketin şûna zagonên asayî. Bi KHK’ya bi hejmara 674 li Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393 xalek nû hat zêdekirin û bi vî awayî rêbaza qeyûman ket meriyetê. Bi vê verastkirinê, lêpirsînên bi îdîayên “alîkariya rêxistinê” hatine vekirin wekî hincet hatin nîşandan, şaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji kar hatine dûrxistin û li şûna wan walî an jî cîgirên waliyan hatin tayînkirin. Di deh salên dawî de 147 şaredarî bi darbeya qeyûman hatine birêvebirin, ev yek bûye mudaxeleyeke giran li dijî mafê dengdayîn û hilbijartinê yê gel. KHK’yên di serdema OHAL’ê de hatine derxistin li derveyî kontrola zagonê hatine hiştin û Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev verastkirin kontrol nekirine. Ev rewş rê li ber wê yekê vedike ku çêkirina qanûnên keyfî yên li dijî makezagon û demokrasiyê vedike.

‘EV POLÎTÎKAYEKE TAYBET A LI DIJÎ ERDNÎGARIYA KURDAN E’

Demîr pêvajoya tayînkirina qeyûman ji aliyê hiqûqî ve nirxand û wiha got: “Ev pêvajo gelemperî bi teblîgateke ‘jikardûrxistina demkî’ dest pê dike. Tayînkirina qeyûman, polîtîkayeke li dijî erdnîgariya Kurdan e û li vê herêmê hiqûq bi gelemperî bi tedbîrên derasayî tê sepandin. Di beşeke mezin a dîroka Komarê de li ser erdnîgariya Kurdan hiqûq û bergiriyên derasayî hatine sepandin. Mafên bingehîn ên ku bi destûra bingehîn hatine mîsogerkirin gelek caran bi helwesteke qedexeker hatine astengkirin. Azadiya geştyariyê, mafê civîn û xwepêşandanê gelek caran hatine astengkirin. Pêvajoya qeyûman jî li dijî demonrasiya xwecihî yanî li dijî rayeya Kurdan ya biryardayînê wekî gefekê pêş ketiye. Lêpirsînên ji bo desteserkirina erka şaredaran jî di vê wateyê de bi giştî ji hincetekê wêdetir naçin û hewla çaresariya bi rêya zagonê jî bê encam dimîne. Rêyên hiqûqî kêm jî be bi serlêdana Dageha Makezagonê çareseriyê tînin lê di vê rewşê de jî dema erka şaredaran bi dawî dibe.”

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ MAFÊ HILBIJARTINÊ YÊ GEL’

Demîr diyar kir ku dewlet bi tu awayî li gor hiqûqê tevnagere û got “Tayînkirina qeyûman, li dijî rêgeza rêveberiya xwecihî ya xala 127’emîn a destûra bingehîn e. Ev xal dupat dike ku rêveberiyên xwecih bi îradeya gel, bi hilbijartinê tên diyarkirin. Tayînkirina qeyûman mudaxeleya mafê dengdan û hilbinartinê yê gel e û ev jî zirarê dide demokrasî, hilbijartin û îradeya gel. Qeyûm nikare bikeve şûna hilbijartinên demokratîk û ew wekî pêkanîneke ku îradeya azad ya gel ji holê radike tê dîtin.”

Demîr diyar kir ku di pêvajoya desteserkirina îradeyê de, bi taybet hişeke wekî “têkiliya terorê” tê çêkirin û bi vî awayî şaredariyan desteser dikin, lê belê ev îdîa tu carî nayên piştrastkirin. Demîr wiha dewam kir:  Di xala 127/3 ya Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin ku jikargirtina rêveberiyên xwecihî girêdayî venêrîna darazî ye. Lê belê bi KHK’ya bi hejmara 647’an di Qanûna Şaredariyan de guhertinek hat kirin û bi sûcdarkirinên wekî “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” tayînkirina qeyûman hatiye hêsanîkirin. Tevî ku ev verastkirin bi awayekî eşkere li dijî Destûra Bingehîn e, ji ber ku di dema OHAL’ê de hatiye derxistin ji hêla darazê ve nayê kontrolkirin. Ji ber ku sûcdariya ‘endamtiya tevgerê’ di di Qanûna Cezayê Tirk de zû bi zû tê sepandin, dibe sedem ku gelek kes ji ber kiryarên civakî û siyasî yên jirêzê bên sûcdarkirin. Her wiha tevî ku delîlên sûcdariyê tune ne, tayînkirina qeyûman karîneya mesûmiyetê binpê dike û tê wateya bêyî mehkûmkirinê cezakirina şexsan. Ev rewş aliyê derhiqûqî yê tayînkirina qeyûman nîşan dide. Bi taybet ji bo şaredariyên Kurdan, zagon bi awayekî tund û cuda tên sepandin.”

‘LI DIJÎ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ TÊKOŞÎNA HÊZÊ’

Demîr diyar kir ku desteserkirina îradeyê rasterast mafê dengdan û hilbijartinê yê gel ji holê radike û bal kişand ser wê yekê ku ev desteserkirin ji xeynî binpêkirina hiqûqê dibe sedema travmayeke civakî jî û got: “Desteserkirina îradeyê, têkiliya gel a bi rêveberiyên herêmî re qut dike û baweriya wan kêm dike. Ev darbeyeke mezin a li dijî mafê nûneriya sîyasî ya gel e. Li navendên wekî Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim û Pulurê, mudaxeleya li ser îradeya gel bû sedema bertek û nerazînabûneke mezin. Tayînkirina qeyûman, ji ber ku beşdariya gel a ji bo siyasetê asteng dikin, ev yek tenê bi rêveberiyên herêmî re di heman demê de di tevahiya civakê de dibe bêaramiyeke sîyasî û civakî.”

Cemal Demîr tayînkirina qeyûman wekî têkoşîneke hêzê ya di navbera desthilata siyasî û rêveberiyên xwecihî de nirxand û got: “Tayînkirina qeyûman, mînaka herî berbiçav a têkoşîna hêzê ya di navbera desthilata navendî û rêveberiyên herêmî de ye. Rêveberiyên xwecihî wekî şaxên bi îradeya azad a gel hatine diyarkirin, yek ji hîmên bîngehîn ê demokrasiyê ye. Gelê Kurd, ji 25 salan zêdetir e di rêveberiyên xwecihî de xwe bi xwe biryarên xwe dide, lê desthilat vê îradeyê bi tayînkirina qeyûman binpê dike. Şaredarî bûne qadên ranta alîgirên desthilatê û biryara gel bi darê zorê hatiye guhertin. Tayînkirina qeyûman parçeyek ji hiqûqa darbeyê ye û divê gel bi têkoşîna xwe ya demokratîk dawî li vê zordariyê bîne. “