Li Wanê nan tune

Ji ber bihabûna arvan û berhemên din li Wanê firnevan ev çend roj in nan lênaxin. Li Wan û navçeyên wê gel nikare li market û firneyan nan peyda bikin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku budçeya Tirkiyeyê daye şer û xurtkirina desthilatdariya xwe, gel mehkûmî birçibûnê kiriye. Ev çend roj in li Wan û navçeyên wê nan nayê peydakirin.

Ji ber bihabûna arvan, heqê elektrîkê û gaza xwezayî, firnevan ketine rewşeke zehmet. Li Wanê di nava 7 mehên dawîn de çar caran nan biha bû.

Firnevan dixwazin nanê ku a niha 2,5 lîra ye, bibe 4 an jî 5 lîra.

Firnevan Cevdet Demîr got “Ji bo ku gel mexdûr nebe, em nan bi zirar difiroşin lê êdî qaweta me nema. Pereyê me nemaye ku em arvan bikirin.Em bi mehan e nikarin kirê û heqê karkeran bidin. Kesên li vir dixebitin, debara mala xwe dikin. Heta ku ku derê em ê bikaribin van kesan bê pere bidin xebitandin? Divê nan were bihakirin. Heke bihayê nan neyê zêdekirin wê beşeke mezin a firnevanan, firneyên xwe bigirin.”

Emîn Fîdan jî diyar kir ew çend roj in nikarin li firne û marketan nan peyda bikin û bi vî bihayî jî nikarin nan bikirin.