Nobeta Edeletê: Em ê weke zarokên xwe li ber xwe bidin

Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê hatin ba hev û gotin: "Zarokên me di girtîgehê de em ê jî li vir ber xwe bidin."

Malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin di roja 220’an de çalakiya xwe ya nobeta edeletê ki ber avahiya Edliyeya Amedê domandin. Komeleya Yekîtî û Çand û Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyên Winda Kirine (MEBYA-DER), Federesyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya Bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran ya MED’ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan çalakiyê.

Ji malbatên girtiyan Reşahat Ada wiha axivî: "Zarokên me tiştek xirab nekirine. Zarokên me ji bo ax, ziman û çanda xwe têkoşiyane. Ji ber vê hatin girtin. Zarokên me di girtîgehê de em ê jî li vir ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. Bijî Berxwedan."

Nobeta Edeletê bi dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edelet” û “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.