YPS JIN'ê li Elbakê agir berda trafo

YPS JIN'ê li Elbakê agir berda trafoyê bingehîn û got, "Em ê hesab ji hêzên terora dewletê bipirsin. Ne tenê em ê faşîzmê ji Kurdistanê biqewirînin, em ê Tirkiyeyê jî bi serê wan ve birûxînin."

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Ekîn Wan a YPS JIN'ê ragihand ku 20'ê Hezîranê saet di 14:00 de li navçeya Elbakê ya Wanê, agir berdaye trafoyê bingehîn ê şaredariya ku hatiye desteserkirin û ji aliyê nokerên desthilatdariyê ve tê bikaranîn.

'ÇALAKÎ LI DIJÎ TERORA DIJMIN A LI XAŞKANÊ HATE LIDARXISTIN'

Di daxuyaniya YPS JIN'ê de wiha hate gotin: "Ev çalakî li dijî terora dijmin hate kirin ku li gundê Xaşkanê yê navçeya Elbakê ya Wanê hatibû kirin. Dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî gerîla şikestiye, li her derê bi rengekî hovane êriş dike. Dewleta Tirk ku êdî bi temamî ji hêzê ketiye, hewl dide tirsê berde nava civakê. Valakirina şarjorê bi ser gelê sivîl ve, mînaka şênber a têkçûna dijmin e.

'EM Ê YEK BI YEK HESAB BIPIRSIN'

Lê belê dewleta Tirk divê vê yekê baş zanibe; faşîzm ne tenê li çiyayên Kurdistanê wê li bajaraan jî bi heft qatî li binê erdê bê xistin. Jin, ciwan gelên Kurd û Tirk ên demokratîk, em ê yek bi yek hesab ji hêzên terora dewletê biprisin. Faşîzmê ne tenê ji Kurdistanê biqewirînin, em ê Tirkiyeyê bi serê wan ve birûxînin."