Her sê jinên şoreşger li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de li Rojava şehîd bibûn, li Silêmaniyê bi semînerekê hatin bibîranîn.

Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de li Rojava şehîd bibûn, li Silêmaniyê bi semînerekê hatin bibîranîn. Gelek jinên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurdistanê tev li semînera bîranînê bûn.

‘JI BO AZADIYA JINÊ DI ENIYÊN PÊŞ DE ŞER KIRIN‘

Di semînerê de Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Leyman Şiwêş axivî. Şiwêş, her sê jinên şoreşger bibîranî û got: “Bê dudilî bijîn beşdarî şerê bê navber ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn. Bi taybet ji bo azadiya jin û civakê di eniyên herî pêş de şer kirin. Heta bêhna xwe ya dawî li dijî pergala baviksalarî û kolonyalîzmê ji bo avakirina jiyaneke alternatîf di refên herî pêş de bûn. Erka me ew e ku em li ser rêya ku wan bimeşin û mîrateya wan biparêzin.“

Piştî axaftinan ji aliyê dayîkên şehîdan en Rojavayê Kurdistanê ve mûm li ber wêneyên her sê jinên şoreşger vêxistin. Piştre jî li ser jiyan û têkoşîna wan sînevîzyonek hate nîşandan.

Her sê jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl di 24’ê Hezîrana 2020’an de li gundê Helincê yê Kobanê di encama bombebarana balefira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn.